Şêwir tamarên wêjeya kurdî ye
Şêwira
Xwandina Edebiyata Kurdî ku ev çar sale civînên wêjeya kurdî dike, civîn û
xwendinên xwe yê wêjeyê didomîne. Endamên Şêwira Xwendinê ji du hefta carek kom
dibin û li ser berhemek kurdî nêrîn û ramanên xwe di çarçoveya wêjeyî de bi hev
re perve dikin.
Piştî
nivisandina romana yekem Şivanê Kurmanca vir ve di wêjeya kurdî de gelek
guherîn çêbû. Meriv vê guherînê herî ber bi çav di hejmara pirtûkên hatî
çapkirin de dikare bibîne. Li gor îstatîstîkê di malpera Diyarnamê de hatî
weşandin; di sala 1010’an de 115 heb, 1011’an de 144 heb, 1012’an de ..... heb,
1013’an de 224 heb pirtûkên bi kurdî hatine çapkirin. Her diçe hejmara
weşanxanê kurdî zêde dibin. Li ber govarên hene govarên nû jî dest bi weşanê
dikin. Her sal bi hezaran xwandekar ji saziyên kurdî yê qursên ziman didin
mezûn dibin. Li bakûrê Kurdistanê di çend zanîngehê dewletê de beşên kurdî hat
vekirin û ji van beşan gelek xwandekar mezûn bûn. Van pêkhatinên ber bi çav
bandorek erînî li berhemdayîna kurdî kir.
Piştî
Şêwira Xwandina Edebiyata Kurdî ya Stenbolê; li Diyarbekirê Klûba Xwendinê ya
Diyarbekir, li Qosera Mêrdînê Koma Xwendinê a Qoserê li Sêrtê Koma xwendina
Botanê hat avkirin. Herî dawî xwandekarên Beşa Kurdî ya Zanîngeha Çolîgê bi
navê Klûba Xwendinê ya Çewlîgê komek ava kirin. Bê van komên şêwira xwandinê
gelek komên din li deverên deverên Kurdistanê civînên bi vî rengê dikin. Ji van
koman ya Diyarbekirê dest bi derxistina govara Wêje û Rexne kir û hejmara xwe
ya dûyemîn weşand û koma Mêrdînê jî dest bi derxistina govarek bi nave Zarema
kir. Di heman demê de çend nivîskarên kurd ji van koman derketin.
Her
çiqas rêjeya berhemên wêjeyî di kurdî de ber bi zêdebûnê de biçe jî berhemên
rexneyî yên derbarê wêjeyê de kême. Ev dibe sedem ku xwandevanê kurdî nikarebe
berhemên teorî, raxne, lêkolîn bi zimanê xwe bixwîne. Bi vî pêdiviyê çar sal
berê li Stenbolê xwandevanên kurdî bi armanca nirxandina berhemên wêjeyî bi
navê Şêwira Xwandina Edebiyata Kurdî komek ava kirin. Endamê Şêwira Xwandinê
Hesen Ildiz diyar kir ku” heta niha me wek Şêwira Xwandinê nêzikî 60 pirtûkên
wêjeya kurdî xwand piraniya vana roman û çîrok bû. Bi saya Şêwira Xwandina
xwandinê kurdî di jiyana me de cihek gelek ber bi çav girt.” Ildız derbarê
kesên tên civînê de got ku:” piraniya başdarvanên me ji pîşeyên cihê cihê ne.
Hin ji wan xwandekar in, hinêk ji wan mamoste ne, hin dixtor, hin rojnamevan
in, hinek jî ji wan bêkar in.”
Endamê
Şêwira Xwandinê Leyla Turhan derbarê girîngiya Şêwirê de hestê xwe waha bi lêv
kir:” Şêwir, ji bo meraqdarên wêjeya kurdî platformeke hevpare bi ya min.
Xwendekar ji bo heman pirtûkê nerînên cur bi cur dikare bibîne her wiha dikare
bi wan nerînan sentezeke nû li gori xwe çêbike.” Turhan derbarê bandora Şêwira
Xwandinê li rexnegiriya kurdî de jî bal kişand bi her awayê nirxandina pirtûkê
û got ku:” em îro dibînin ku rexnegir tenê di eksena rexneyê de, bi berfirehî
kovaran derdixînin. Ev gavek başe lê gavek derengmayî ye jî. Bi ya min
rexnegirî hîna xwe ji sekna ji aliyê temamî baş an temamî xirap xelas nekiri
ye. Di berhemekê de erenî û neyeniyên berhemê zû bi zû nayên cem hev lê di
şewirê de ji ber ku dîtin pir in, berhem
essehî bi gelek awayan tê nirxandin, yanê bandoreke wê avaker heye. Bi
saya Şêwira Xwandinê min kêmasiyê xwe ferq kir û hînê min kir ku ez çawa nêzê
berhemek bibim.”
Endamê
Şêwira Xwandinê Ferhad Girêşêran bal dikşîne ser xwandinên komî û dibê ku bi vê
rêyê xwendinên kurdî ber bi çav dibe. Girêşêran dibê ku:"Ez destpêkirina
şêwirê weke xwesteka xwendevanan ya gihîştina yên weke xwe dibînim. Erê her
xwendevanî di mala xwe de dixwend lê ev xwendinana li cihê xwe diman. Loma
xwendevanan hewl dan ku ev xwendinana li cihê xwe nemînin, bigihên hinên din.
Bi vê yekê jî xwendina Kurdî û xwendevanê Kurdî jî bêtir berçav bû. Ev yeka ew
mirovên ji hêla hizrî de nêzî hev ji hêla fizîkî jî nêzî hev kir. Piştî vê jî
bi bandora hin guhertinên siyasî û çandî jî li gelek cihên cur be cur şêwirên
nû hatin lidar xistin. Hilbet ev yeka jî cihê kêfxweşiyê ye bo me."
Girêşêran balê dikşîne ser pêşketina rexnegiriya kurdî û dibê "di destpêkê
de kurdbûna berhemek besbû lê dû re xwandevan di berhemê de dest bi gerîna
tiştên din jî kir.Çawa ku hejmara berheman zêde dibe hejmara nivîsên rexneyî û
rexnevanan jî zêde dibe û ewê hê jî zêde bibe. Şêwir jî di vir de ji bo
xwendina berhemekê dikare hin perspektîfan dîne ber xwendevanan. Ev yeka jî ez
dibêm ewê qalîteya xwendinê jî û pê re qalîteya berheman jî zêdetir bike.”
Endamê
Şêwira Xwandinê Çetoyê Zêdo jî der barê armancê Şêwirê de dibê ku armanca me
ewbû ku "bikaribin xwendevanên wêjeya Kurdî li hevdu bicivînin."
Zêdo:"Bi beşdarbûna xwîner re, berhema tê nirxandin pêrgî gelek çavderiyên
resen tê. Mirov dikare bi hêsanî bibêje her xwendevan bi tevlêbûna xwe,
deriyeke xwendinê vedike û bi komê re par ve dike."got û waha lê zêde
kir:" Bi ya min xwendinên bi forma şêwirê, bi çend gavan nêztir î rexneya
wêjeyî ye. Ji ber ku platformeke vekirî û bi tevlêbûna xwendevanên xwe
nirxandinê hêsantir dike.Her ku xwendin û xwendevan zêde dibe; rexne jî û wêje
jî li gora vê zêdebûnê para xwe hildigire."
Şêwira
Xwendinê xwendinên xwe yê wêjeyî ku du hefta carek berhemek kurdî dixwenîn û li
ser dîtinên xwe dibêjin berdewam e.
Şêwir tamarên wêjeya kurdî ye
Reviewed by xewname
on
Mart 19, 2016
Rating: 5