Mesele ne wisa ye, ka ji vir binêre!
Çend sal berê min pirtûka
Ferhad Pîrbal ya çîrokan Çolistan xwendibû. Di pirtûkê de çîrokeke hebû ku
gelek kêfa min ji tarza wê re hatibû. Ji ber hin nas û dostan dest danîn ser
pirtûkên min an demek berê min piraniya pirtûkên xwe belav kir û ew jî di nav
de çû derfeta min tune ye ez rahijimê û cardin bixwînim. Çîrok ji çevê sê kesan(qasê
tê bîra min) tê vegotin; bûyer li ser pireyeke Zaxoyê derbas dibe. Pêşî ji çavê
leşkereke tirk ku li ser pirê ye tê vegotin; leşker di wê baweriyê de ye ku
jina ji hember tê bo êrîşê wan bike ber bi wan de tê. Dûra ji çavê jinikê em
bûyerê hîn dibin; leşker gotin ji jinikê re gotiye û hetta destdirêjiya wê
kiriye. Cara dawî jî ci çavê keseke nêzê pirê (wek mêrê jinikê be di hişê min
de maye!) tê vegotin; ew jî dibê ku leşkerê tirk nizam wiha wiha kiriye.
Axir çîrok vi vê awayê temeke
xweş dabû min. Nizanim, di wêjeya kurdî de heye çîrok an romaneke din bi vê
rengê. Fîlma Yılmaz Guney ya bi navê Yol û ya Alejandro Gonzales Evînên
Parîparî û Kuçik jî hatin bîra min.
Doh jî min pirtûka Yazmak
Eylemi ya Ferit Edgü xwend. Di pirtûkê de li ser bûyereke, li ser girtina
"kepenkan" ji çavên 101 kesan tê vegotin. Li taxeke Stenbolê -ku
xwûya ye ev der wek kolana İstiklalê hatî taswîrkirin- komeke xort ku girêdayê
partyekî ne ji tevahiya dikandaran dixwazin sibê dikanên xwe bigirin. Hinek
dişibe bûyerên Kurdistanê ku piştî qewimînên mezin nevekirinan dikanan ku wek
"girtinina kepenkan" ket lîteratûra medya û siyasetê. Edgü ji ser vê
bûyerê ji çavê 101 kesan bi şêwayeke cihê dinivîse. Tabî 101 şêweyên cihê lê ev
bi temamî ne kesên dijîn in; mesela kesek ji çavê yekem, bi çavê duyem, bi çavê
sêyem li bûyerê dinihêre. Mesela bi haîkuyek, bi rûbayîyek an bi metnek
rojnameyî jî dê de heye. Li vir ji çavên kesan zêdetir şêweyên nihêrînê (xwedê
ruhê John Berger û dîtinên wî şa bike) derdikevin pêş û ji xwe nivîskar jî xwestiye vê
bide nîşandayîn.
Ev fikir jî bi Edgü re
dema niyet kiriye pirtûka Raymond Queneau’nun ya bi navê Exercises de Style
(Lêgerînên Şêwazê) ji fransî wergerîne çêbûye. Ev pirtûka ku min meraq kir û
dixwazim di demeke kin de bixwînim de jî bûyerek bi rengê ya Edgü heye. Li gor
salixdar Google, (ku şaşî li ba wî tune ye) di pirtûka Exercises de Style de xorteke bejin bilind
nava rojê li otobêsa xeta-S siwar dibe. Rêwiyeke di otobêsê de ji xort dibeice
û her ku rêwiyeke peya dibe dibê ku xort pêlê lingê wî dike. Xort tu bersivê
nadê. Piştî du seetan kesê çîrokê vedibêje xort behsa wî tê kirin li gareke
trenê dibîne û bi 99 şêwazên ji hev cihê çîrok tê vegotin. Li gor dixwiyê
vegotina bûyera Raymond Queneau ji ya Ferit Edgü zehmetir e.
Bûyer yek e û di serî de
jî ji hêla nivîskar de ev tê diyarkirin. Her ku em bi şêwazeke din dixwînin wek
ku çîrokeke nû be ji meriv re tê. Serkeftineke mezin, bifikirin, hûn çîrokeke
101 caran dixwînin. Ji vê jî em dibînin ku şêwaza vegotinê çendî tiştên em
dixwînin li ber çavên me diguherîne û dixe formeke nû an na meriv acis dibe 101
caran çîrokeke bixwîne.
Çîroknûsê mînîmalîst yê
edebiyatê Edgü her ku kirdeyê çîrokê duguherîne em ji serî de, wek me nû dest
bi çîrokê kiribe dixwînin.
Piştê xwendina pirtûkê
fikrin bi tarzê nivisandin ket hişê min û dilê min bijiyayê.
Ceribandineke kurt ji min:
Cafeyek. Du xoşewîst li
hember hev rûniştine. Şûşeyeke qirêj.
Mêrik: Ev qedeh çendî qirêj e. Xwedê zane bêyî şûştibin danîne ser maseyê. Dikarin
ewqas pere bistînin lê nikarin şûşeyê li evê xin. Şeytên dibê rabe rezîlîkî li
vir derxe...
Jinik: Xwe bi ser milê çepê yê sandeliyê de xwar kir. Bêyî ji destê xwe dayne
ji çend xuleka careke qurteke li şeraba xwe xist. Zorê dida xwe ka di van
dawiyan de xoşewîstê wê jê re çi digot. Difikirî ku bo vê şeva hanê xoşewîstê
wê rehet erebeyê bajo zêde şerabê venaxwe.
Garson: Tê bîra min ew herdû mase tenê mabûn. Xwarina xwe xwaribûn û vexwarina
wan jî li ber xilasbûnê bû. Ew roj firaqşoya me ya ducanî nehatibû û me bi zorê
xwe paqijiyê re gihandibû. Em gelek westiyabûn. Em li bendê bûn ku bêyî qedeha
xwe ya şerbabê biqedînin, rabin biçin. Ranebûn.
Parsek: Belî dibû ji dûr ve qedeh sorayîya wê. Teqeteqa derbas dibû topixên
jinên hubhube. Kolan sariya wê nedibû şerab bê. Hema biçim li bendê bûm lamba
were girtin li cafeyê.
Mesele ne wisa ye, ka ji vir binêre!
Reviewed by xewname
on
Ocak 28, 2018
Rating: 5