Mînakeke Şaredariyê ya Kurdan: Kêm derfetî û xebatên bo pêşerojê
Serokê Şaredariyê Mahmut Subaşı |
Li Bakurê Kurdistanê ezmûna kurdan di şaredariyan de di
salên notî de dest pê dike. Her çiqas salên beriya wî jî navên wek Edip Solmaz
û Mehdî Zana seroktiya şaredariyan kiribin jî bi awayeke sîstematîk ev ezmûn
dereng bûye. Di hilbijartinên dawî de jî kurdan bi BDPê 103 şaredarî bi dest
xistin. HAK-PAR jî di hilbijartinê de tekane şaredariya xwe bi dest xist. Ev jî
ji bo herkesê bû sûprîzeke û di çapameniyê de gelek cîh girt.
Min jî bi serokê şaredariya Anzarê Mahmut Subaşı re
hevpeyvîneke derbarê xebatên şaredariyê û xebatên din kir. Mahmut Subaşı ku di
nav gel de wek Mele Mehmûd tê zanîn 1968an de dema li Dêrika Çiyayê Mazî feqîtî
dikir bi saya hevalekî xwe yê feqî doza kurdan nas kir û ji wê rojê wir de di
nav tekoşîna Kurdistanê de ye. Di salên notî de bi neçarî derket dervayê welêt.
Di hilbijartina pêşiya me de nafikire bibe namzetê şaredariyê.
Şaredariya Anzarê ku
tekane şaredariya di destê HAK-PARê de ye. Di hilbijartina 2014an de ji
1891(1472 deng hat bikaranîn) dengan 876 deng vegirt û bi rêjeya 59 bû yekem.
Şaredariya ku navenda wî li gundê Anzarê (Konukbekler) ye û
ji gundên Dom(Körpeağaç) û Palasê (Yeloluk) pêk tê di sala 1990an de bû
şaredarî. Li gor daneyên 2015an 1405 jê jin, 1426 jî mêr, bi tevahî 2831 kes tê
de dijî. Ji ber ku sê gundên ji hev cihê ne di hilbijartinên herêmî de ji
dînamîkên îdeolojîk zêdetir kesên dikevin hilbijartina girîng e. Heta niha di
hemû hilbijartinan de partiyên navendî serketine û bi hilbijartina dawî re ev
rewş guherî.
Di hilbijartina dawî de bi giraniya kesên li wir dijîn
namzetê xwe Mele Mehmûd hilbijartin û xwestin ku di lîsteya BDPê de bikeve
hilbijartinê. BDP ku li Kurdistanê partiyeke giraniya wî heye ye qebûl nekir.
Li hember wê hema hema tevahiya gundiyan dengê xwe kirin yek û Mele Mehmûd
hilbijartin.
Şaredarî bi biryara meclîsa şaredariyê navê gundan guherand.
Navê şaredariyê kir "Şaredariya Anazarê" û di tabelayên devê rê jî bi
kurdî navê gundan nivisî. Her çiqas ev bi ji hêla dewletê ve nehatibe
qebûlkirin jî gavek sembolîk bû.
Şaredarî her wiha bi xebatkarên xwe yên sendîkayî re peymana
xebatê girê da ku ev jî gaveke girîng bû.
Ku mesele bibe
şaredariyên piçûk tişta herî girîng û li ber çav xizmeta hatî kirin e. Ku hûn
jî serokê şaredariyeke piçûk in, dema hûn hatin hilbijartin wir ve we çi
xizmetan kir û astengiyên li hember we bûn çi ne?
Me Palas û Domê xist îmarê, ev yek. Me nimrê kolan û malan
çêkir. Me qalîrofer avêt camiyan. Însanên me misliman in, mêja xwe dikin. Mele
bi lava û ricaya ji gundiyan pere kom dikin bo kirîna komir ûşewatên din. Ji
yekî re dibê tu 50 panot bidî, ji yekê din re dibêje tu 100 panot bidî. Ji hen
kesan dixwazin sobê vêxin. Mele çima li pey kesan bikeve? Hadê em bibêjin mele
sebebiyet kir û şewatê anî, ka çima temîz nebe? Xelq çû hîvê lê camiyên me hên
bi sobeyan vêdikevin, bi daran û sergînan vêdikevin. Salê bo her camîkî çar ton
komir didim.
Emrê çêkirina qanalîzasyona Anzarê berê hatibû lê ez li ser
sekinîm û me çêkir. Girêdanên ji berê de kêm mabûn min çêkir û xilas kir.
Boriyên ava ji çiya vediguhezînin nava Anzarê 18 kîlometre ye, bi tevayî aspes
bûn. Aspes nexweşî çêdike. Ji sisiya dudu û nîvê wî me guherand.
Di şaredariya me de kevirê parke qet nehatibû bikaranîn. Me
nava domê bi tevayî kevirê parke kir. Rêya diçû camiya Anzarê pir teng bû, du
wesayît nikaribûn di ber hev de derbas bibûna. Hin kesan sûra xwe dirêj kiriye
heta nava rê. Me bi lava, rica, daxalet û zorê hemû sûrê wan para da û rê fire
kir. Niha sê çar erebe dikare ber hev re derbas bibe. Me parqa erebeyan jî
çêkir. Me li pêşiya şaredariyê parqa ji bo erebeyên ji derva tên çêkir.
Şaredarî bi xwe dilop dikir, ban qul bibû. Dema şilî
bibariya dilopan dikir. Hundirê şaredariyê bîna kadîn bû. Ji bo xebatkaran
cihek çay vexwarana û bêhna xwe berdana tunebû. Me di binî de odeyek ji bo wan
veqetand û eşyayê bo rehet bikin raxist. Berê di nava şaredariyê de cihek
xebatkar lê rûnişta tune bû, te diçû li qehwê wan didît. Min qalîroferê
şaredariyê guherand. Qazan daîresiyê jî nû kir û sîstemeke ku komira xwe bixwe
eyar dike çêkir. Me her tiştê şaredariyê teze kir.
Ev tiştên naxwiyên in. Kes nayê nava belediyê nabîne. Îmara
gundan, nimra kolan û malan, sîstema germkirinê bo camiyan nayê dîtin. Tişta
dixwiyê tenê rê ye.
Li pêşiya camiya Palasê me parqeke çêkir ku berê li wir
bazmalix hebû. Me erdeke nû kirî û da xwediyê bazmalixê. Rêxê li ber deriyê
camiyê rakir. Dev û dora camiyê fire kir û kevirê parke kir. Me qlîrofer kişand
camiyê. Tenê îsal min li nava gund 900 qamyon stabilîze lêxistiye. Rêya ku bê
stabilîze nemane.
Me 10,5 kîlometre asfalt rijand. 22.000 metre qare me li
Domê kevirê parke çêkir. Texmîna min de me li Palasê 5.000 metreqare kevirê parke
çêkir. Di Anzarê de jî me berê 3.000 metreqare çêkirbû û îsal jî 10.000 çêkir. Li Anzarê bi dirêjahî 6.000
metre û bi firehî di navbera 6 û 9 metreyan de jî me asfalta germ çêkir. Me
sûra devûdorê rê ku sibê ro neyê tengkirin çêkir. Rêyên çolbir hebûn û heta niha qet nehatibûn
çêkirin. Me wen jî çêkir. Hejmara wî tam nayê hişê min lê nêzikî 150-200 heb menfez
me bi cîh kir. Gelek bûzan ebatê wî 80 cm jî me avêt. Me du heb jî pire çêkir.
Şaredarî her çiqas ji sê gundan pêk were jî, cihê bicîhbûnê
tenê gundek hatî nîşandayîn. Bo em gundên din jî bixin îmarê, 120.000 TL me da
bo îmarê, 60.000 TL bo labaratûarê da.
Salê ji bo serê merivê 30-32 milyar pere tê. Dema min
şaredariyê dewr girt 150.000 deynek hebû, deyneke kêm. Me du milyon qiredî
stend. 380.00 KDV ye. Milyon û 620.000 ma. Milyomekî û 320.000 pê 10,5
kîlometre asfalt çêkir, me 300.000 jî pê kevirê parke çêkir. Ji xwe dema tu
îhale çêdikî ew pere dîrek ji mutahît re diçe, nay destê me. Em nabin muxatab.
Ortalama ji me re mehê 100.000 TL tê, mesela vê mehê ji me
re 91.000 TL hat. 60.000 TL maaşê personela, ceyran, sîgorte, vergî daîresî û
emeklî sandixî re diçe. 12.000 TL ji qanalîzasyona Anzarê re diçe. 5.000 TL ji
bo ceyranê diçe, ji ber ku em avê bi ceyranê didin gundan. Dimîne 14.000. TL tu
bi vê perê dikarî çi xizmetê bikî? Mazota me, temîrata me di vêya de ye. Mesela
hin me 66.000 TL hatiye û em deyndar derketine. Salê du caran jî ji me re pereyê
denkleştirmê tê. Ew jî texrîben 200.000 TL ye. Xezmetê me
tevî bi vana tên kirin.
Mesela ji şaredariyên din re qamyon bê pere tê. Mesela şaredariya ji kêleka me re di rojeke
de du kemçe hat. Her wiha melzemê yedek jî. Ereba cinaze şûştinê, ereba rê
paqişkirinê, ereba çopê, îtfaye dan temamî şaredariyan lê ji me re neşandin.
Mesela Midiriyeta Rêyan ji şaredariyeke re ji kîsê xwe asfalta germ çêkir. Çima
wiha dibe, ji ber merivin îqtîdarê ne, di AKPê de ne. Ez jî di HAK-PARê de me. Ka
edalet hebû, heq û hiqûq hebû?
Dibêjin HDP destek dide PKKê û pere ji wan re dişîne. Ew
wisa dibêjin. Pekî em çi dikin? Li gorê nêrîna wan em tiştek wisa jî nakin. Me
jî ji wan naqetînin. Sîstemeke demokratîk tune ye. Heta ev sîstem rûnenê em
nikarin rehet bin û bi hev re biratiyê bikin.
dîmeneke ji gundê Domê Çavkanî: qanqol.blogspot.com.tr |
Nêrîna milet ji bo
xebatên şaredariyê bi çi rengê ne?
Miletê me bindest e. Bi salan e bi awayeke hatine xapandin. Wisa
hatine hînkirin ku heta zirar negîje wan xwe ji cihê xwe tev nadin. Mixabin ev
milet hê balix nîne, ne kemiliye. 70 salî be jî nekemiliye. Di xizmetê de
tiştên şexsî tê xwestin. Mesela rêya gund tune ye, dibê tu dikarî hineke mazot
bidî min. 600 mal e, ku tiştek bidin wî, tiştek bidin ên din emê bi çi rê
çêkin. Ji ber ku heta niha milet wisa hatî hînkirin wisa ye. Dibêjin însan li
ser dînê rêvebirên xwe ne. Ew çawa bikin, xelq jî li wan binêre. Rêveber durist
nebûne, berjewendiyên wan li ku bûne xwe ber bi wir de dane. Ne li berjewendî
lê sîstema wed dike bê nêrîn di cîh de ye. Başbûn li gor qistasên rê çêkiriye,
xizmet kiriye, ji bo vê xelqê xebiteye, ezyet kişandiye nîn e, çiqas kêrê
berjewendiyên min ên şexsî hatiye ye. Kê ji bona vê xelqê rastiyê gotiye ew baş
e.
Heta niha bi giranî şaredariyên
BDP tê de bi tevahî kayyûm avêtin 117 şaredariyan û dest danîn ser. Tirseke bi
we re çêbû bo vê û hûn çi difikirin li ser mesela kayyûma?
Tirseke bi min re çênebû. Ku şaredariya me bihata girtin
bahaneya îqtîdarê j destê wî diçû. Bi PKK re têdikoşe û dewlet dibê girêdana
wan bi HDP re heye. Bi pîsokolojîk ji hev re destek in. Bi min li wan heqsizî hatî
kirin, tu tiştek nedîtine jî dîsa dest danîne ser. Bi bahaneya alîkariyê didin
PKK li ser wan de diçin. Ji xwe li Tirkiyê ez bi tenê me, li min jî bi meneyeke
wisa nikarin çêbikin. Ger rêyeke bidîtina min jî davêtin. Çûnkî ez jî qeydê wan
nafikirim.
Waliyê berê Seddar Yavuz ji min re got ku di referandumê de
bibêje "erê" Min jî jê re got ez nabêjim. Got tu dibînî çi tê serê
şaredariyên HDPê, ew nay wê meneyê ku tu jî nabî wek wan.
Bi qineta min ez di HAK-PARê de tenê me, ku werim girtin
zêdetir tê ber çav ji bo wî jî min ji kar negirtine. Wê bibêjin te fitwakî ji
HDPê re derxist ku tu dibêjî alîgirên tekoşîna çekî ne. HAK-PAR tu car tiştek
wisa negotiye ku em çekan diparêzin, ka tu vê çima digrî. Texmîna min ji bo vê
me negirtin.
Ji Awrûpa an jî
Herêma Başûrê Kurdistanê tu alîkarî ji bo we hatî kirin û daxwazeke we ya bi vê
rengê çêbû?
Me tu têkilî bi
Ewrûpayê re nedanî. Têkiliyê min beriya ku ez bibim şaredar jî bi başûr re
hebû. Ger em biçûna wir me dikaribû alîkarî jî bistanda. Tam di dema me de
pêvajoyeke nebaş dest pê kir. Meseleya derbeyê, şerê di navbera dewlet û PKKê
de, referandûma başûr û tiştên din nehîştin em û ew ber xwe bibînin. Dibên agir
bi mala yekî ket ew jî diçû nokên xwe diqeland. Me nexwest ku em jî bibin bar.
Min ji dewletê xwest lê tu alîkarî nedan me. Min ji Wezareta
Hawîrparêziyê erebeyeke çopê xwest nedan me. Dewlet bi xwe jî dizane ku perê
dişîne têrê nake. Ger tiştên em dikin bi pêwendiyên me yên şexsane nebe, em bi
rica û minet hin tiştan nekin perê dişînin qet têra tiştekî nake.
Hûn çareseriyeke çawa
dibînin ji bo Bakurê Kurdistanê?
Kurd bindest in, di dema Osmaniyan de jî niha jî li wan zilm
tê kirin. Ereb, Tirk, Faris ji hev hez nakin lê ku mesele dibe kurd tên ba hev.
Bê mijara kurdan tu carê nabin hevalê hev. Kurdistaneke heye û ew jî hatî
perçekirin. Ku tu vê rastiyê bi lêv bikî te davêjin hundir. Di dîrokê de kurd
her li vir bûne lê di cîhê xwe de bindest in. Her tiştê wan qedexe ye. Bi
terorîstiyê nav dikin. Şêx Seîd Efendî li hember wan şer kir navê wî terorîst
nebû, Îhsan Nûrî Paşa, Seyîd Riza, Elîşêr li gor wan terorîst nebû? Kî terorîst
nebû bo wan.
Tu xelqekî di dinyayê de nebûne birayê hev, bûne cîranê hev,
bûne dostê hev. Bi biyolojîk meriv ji dê û baveke be dibe birayê hev, ger meriv
du cîranên baş be rêya çê ew e. Merivê te qebûl neke, bi te re biratî nake.
Him wek partî û him jî wek ferd bê federasyonê qet bi tiştek
razî nînim. Em federasyon dixwazin. Federasyonekî bi rêk û pêk. Çanda min,
zimanê min, polêsê min, rêvebirê min gerek her tiştên min hebe. Temam, em dîsa
bi hev re bijîn lê divê zimanê min fermî be. Gere li Kurdistanê zimanê kurdî yê
yekem be dûra tirkî were. Em ji federasyonê jêr nayên.
Mînakeke Şaredariyê ya Kurdan: Kêm derfetî û xebatên bo pêşerojê
Reviewed by xewname
on
Mart 01, 2018
Rating: 5