BERIYA SERÎHILDANA NETEWÎ YA 1925'AN AMADEHIYÊ KOMÎTEYA AZADIYÊ
Ger meriv
bûyerek dîrokî bikole, dixwaze lêkolînvan
be anjî kesek ji rêzê be jî, pir hindik di bin bandora rewşa siyasî ya roja
xwe, cihê di civakê de digre û di bin kesayeta xwe de dimîne. Ji bo van
bandorên neyînî dide lêkolînê herî mînîmîze
bê kirin, divê xwe ji nirxê civaka xwe xilas bike. Her çendî di bûyerek dîrokî
de li ser "rastiyek" li hev kirin ne pêkanbe jî, bûyer li gorê
metodolojiya dîrokê bê nirxandin û xwe gihandina rastiyê armanc be, bûyer
baştir bê fêmkirin. Em nikarin gorê "zanîna xweza" yê nêzê dîrokê
bibin, ji ber ku bûyerek dîrokî tu car dûbare nabe, bi heman awayê naqewime. bûyera
dîrokî di hindirê xwe de xwemal e. Ji xwe metodolojî ya dîrokê nêrîna pozîtîvîst
ku bi awayeke domdar dinêre red dike û divê hewceye ku meriv li bûyerek dîrokî
di rêbaza wî a xweser de binirxîne, dipejirîne. Meriv ji viya re dika re bêje
"nîrîna dîrokî."
Di bûyerek
dîrokî de, "navkirin " pir hindik derbarê bûyerê de agahî dide
meriv.Mînak ku yek behsa "şerê birakûjî" yê bike ku derbarê bûyerê de
agahî yê wî tunebe jî pir hindik fêm bike ku şerek di nav biraya de bûye, anjî ku
yek bibêje "şoreşa îslamî ya îranê" meriv fam dike ku şoreşek îslamî
ye, kesên îslamî li îranê bûne serdest. Li serîhildana 1925'an jî dikare bi vî
çavê bê nêrîn. Li serîhildanê navkirina "Serîhildana Şêx Seîd" pir
tiştan berewajî dike, pir tiştan vedişêre û pir tiştan radixe ber çav. Ji ber
ku ev nav ji alî serdestan anjî serkeftiyan hatî dayîn. Ji xwe pirî bûyerên
dîrokî de, navkirina bûyerê dibe para serdestan. Ev di teybetiya kurdan de du qat zêdetir e.
Ji ber ku tu sazîkî dewletî ku dîroka xwe bide fêrkirin tune û pirî kurd di
dezgeyê dewleta tirk de dîrokê hîn dibin.
Mehmet
Bayrak di pirtûka xwe ya bi navê Pirsgirêka kurd û çareseriya demokratîk de
dibê ku: " Bi rastî win qet fikirîn? Çima nêrîna fermî, ji serîhildana
Koçgirî re nebê je serîhildana Alîşêr anjî tevgera Dêrsimê re nabêje tevgera
Seyît Riza, ji serîhildana netewî a 1925
'an re dibê serîhildana Şêx Seîd?"
Meriv bi hûrgulî bifikire bi rehetî armanca serdestan fêm dike. Ji xwe
dema serîhildan didomiya, di 30'ê Nisan'a 1925'an de Seroktiya Sererkanê Giştî
ji desteya wezaretê ra hişyariyek şand û xwast ku serîhildan di çapameniya
hindir û derve de wek tevgerek oldar, korbawer û paşverû bê nîşandayîn, ji ber ku wek serîhildanek netewî bê nîşandayîn
ji berjewendiyên dewletê re çep e. Li ser vî hişyariyê desteya wezaretê di
civîna xwe 3'ê Gulana 1925'an de, li gor daxwaza Seroktiya Sererkanê giştî biryar
girt û wezareta derve erkdar kir. Armanca van biryar girtina ew bû ku bo
serîhildanê pêşî li alîkariya dewletên ewrûpayê bigrin. Lê di heman demê de di
hindir de jî bo pêşiya oldarên tirk bigrin tevgerê wek serîhildanek netewî dan
xûyakirin. bi kurtasî ku meriv bixwaze serîhildana 1925'an fam bike divê pêşî ji
"navê serîhildanê" dest pê bike!
Vekê ku tê
zanîn tu serîhildanek bê amadehî nayê kirin. Serîhildana 1925'an jî bi vî awayê
ye. Beriya ku serîhildan dest pê bike xebatên cûrbicûr hat kirin. Van xebatan
Komîteya Azadiya Kurdistanê ango bi navê xwe yê tê zanîn Azadî kir. Çawa ku
rêxistina Xoybûnê (xwebûn) nebûya serîhildana Agirî yê nedibû bi heman awayê ku
rêxistina Azadiyê nebûya serîhildana 1925'an nedibû. Ger bibûya jî meriv dikar
bibêje bi heman awayê nedibû. Ji bo ku serîhildana 1925'an baş bê famkirin dibê
xebatên beriya serîhildanê bê zanîn.
Martin Van Bruinessen derbarê Azadiyê de:"Li
tirkiyê rêxistina azadî di 1923'an de hat demizirandin. vî rêxistinê li gor
rêxistinên din cûda bû. pirî endemê rêxistinê leşkerên pisporbûn. Navenda wî
wek rêxistinê din ne li Stenbolê li Erziromê bû." dibê.
Robert Olson pirtûka xwe ya bi navê,
Çevkaniyên netewperweriya kurd û
serîhildana Şêx Seîd de dibê:"Azadî
ne li bajarek beyanî ne Stenbolê di 1921'an de li Erziromê dest bi
xebatê xwe kir." Olson di heman pirtûka xwe de rêxistina Azadî yê yekem rêxistina
kurd a netewperest dibîne.
Garo
Sasuni bo demizarindina Azadiyê wiha dibê:" Ku kurd fam kirin xetereya
tirk berê xwe daye wan di teşrîna
1920'an de di bin serokatiya Xelîlê Cibrî, mebûsê Bilîsê Yusuf Ziza, Kemal
Fevzî û Şêx Seîd de rêxistinek demizirandin. Ev rêxistin di navbera netewe kurd
de kok berda û di nav çend mehan de hemû
kurdistanê bi şaxê xwe pêça." Wekê
ku di vî nivîsa Sasonî jî tê famkirin rêxistina Azadî kesin ne
diyarbe jî bi texmînî di navbera 1920-1921'an de hatî demizirandin. Lê rêxistin
piştî salên 1923 ango piştê demizirandina komara tirkiyê xebatên xwe yê cidî
dest pê kir.
Xebatên
Azadiyê bi dizî bû. Li piranî bajarê bakûrê kurdistanê şaxê xwe vekiribû û bi
navgîniya van şaxan dixebitî. Endemê şaxa Diyarbekirê Zinar Silopi di pirtûka
xwe ya bi navê Doza
Kurdistan'e de diyar dike ku navenda
Azadiyê li Erziromê bûye. Rêxistin bi telgirafên şîfreyî pêwendî şaxan re datanî. Her çiqas rêxistin bi dizî bû jî, dûre derket holê ku hay dewleta tirk ji
xebat û tevgerên Azadiyê hebûye
Di vî
pêvajoyê de xala herî girîng serîhildana Beytûlşebabê ye ku di şeva 3-4'ê êlûna 1924'an de bûye. serîhildana
Beytûlşebabê derbarê Azadiyê de
agahiyên girîng dide me. Di serî de diyar dibe ku Azadi serîhildanek pilan
kiriye her çiqas bê gotun ku şaş famkirina telgirafê serhildan dest pê kiri ye
jî ev nay vî wateyê ku serihildan nehatî plankirin. Ya duyemîn wekê ku Bruinessen
jî dibêje rêxistin di nav leşkeran de bi rixistinî bibû ji ber ku serîhildana Beytûlşebabê
bi tevahiya peyayê alaya 18. ku girêdayê
liqa 18. parartêşa 7. bû bi tevê çekên
xwe yê giran û sivik serî rakirin, lê piştê ku serîhildan têkçû derbasê Iraqê
bûn ku di bin mêtîngeriya îngîlistanê de bû.
Piştê vî
raperînê dewlwta tirk a kemalîst fêm kir ku tevgerek bi rêxistin li hember wî
ye. Ji ber wî xebatê xwe cidîtir kir. Bi hezaran leşker kişande navbera
"sînorê" Iraq û tirkiyê him bi vî peyamek da îngîlistanê - ku di wî
navberê de doza Musilê berdewam dikir-
him jî zordestiya xwe li ser gelê kurd ê botanê zêdetir kir. Ev jî bû
sedem ku gelê Botanê di serîhildana 1925'an de nikaribin piştgirî bidin
serîhildêrên kurd. Bê vî ya jî bi lez dest bi girtina qadroyê Azadiyê kirin di
encama van tevgerê wan de Yusuf Ziya paşa hat desteserkirin. Ji wir jî lêpirsîn
dirêjê serokê Azadiyê Mîralayî Xelîlê Cibrî bû. Ji ber van girtinan tevger bê
serî ma û hêzên kurd ketin nav panîkê.Dewleta tirk piştî qanih bû ku serîhildan
dest pê bike hewl da ku serîhildanê pêşve bixe. Ji ber ku hêzên kurd roj bi roj
li kurdistanê firehtir dibûn. Serokê Azadiyê Xelîlê Cibrî -ku di girtîgeha Bilîsê de bû- bo van planên
dewletê pûç derxe ji Şêx Seîd re bi dizî peyam şand ku "ecele nekin û
xebatên xwe leztir bikin." Piştî Şêx Seîd
serkêşiyê girt destê xwe provakasyonek dewleta kemalîs jî kuştina birayê
Şêx Seîd Şex Bahaddîn bû. Hê ku
serîhildan dest pê nekiribû Şex Bahaddîn li Xinûsê tê kuştin dewlet bi vî
armanç dikir ku serîhildan zû dest pê bike.
Di nav
van xireciran de bi provakasyonek dewleta tirk di dîroka 8 sibata 1925 de
serîhildana netewî ya 1925'an de bi serleşkeriya Şêx Seîd dest pê kir.
Çavkanî:
Mehmet Bayrak Kürt Sorunu ve Demokratik
Çözüm Özge YayınlarıMartin van Bruinessen, Ağa, Seyh ve Devlet. Kürdistan’ın Sosyal ve Politik Örgütlenmesi Özge yayınları
Robert Olson, Kürt Milliyetçiliginin Kaynakları ve Seyh Said isyanı, Özge Yayınları
Garo Sasuni, Kürt Ulusal Hareketleri ve Ermeni-Kürt iliskileri, Orfeus Yayınevi
Ev nivîs di kovara Asîva de hatibû weşandin.
BERIYA SERÎHILDANA NETEWÎ YA 1925'AN AMADEHIYÊ KOMÎTEYA AZADIYÊ
Reviewed by xewname
on
Şubat 22, 2016
Rating: 5