Tiştê bingeha wî tunebe sibêya wî jî tuneye
Di van salên dawî de her çiqas di mûzîka kurdî de
berhemdayînek zêde derketibe holê jî di her diçe qalîtê kêm dibe. Mûzîka tê
çêkirin piranî bêbingeh û popîlîst e.
Kesên mûzîka kurdî dikin ji çanda dengbêjî ya kurdî bêhay in. Li hember
van kêmasiyan sazî û akademiyên mûzîkê jî nîne ku xebatên bi rêk û pêk bike.
Her çiqas rewş ewha xirap xwiya bibejî komên wek Siya Şevê dilê guhdarvanên
rehet dike.
Siya Şevê piştê derxistina albûmên Zeng, Pûç û Bêyom
anha amadehiya albûmek nû dike. Li kêleka albûma nû hersê albûmen ku hatibûn
belavkirin ji cardin werin belavkirin. Ji ber ku endamê komê li derên cihê cihê
ne û di hin karan de dixebitin pirî cara hatina wan ya cem hev dijwar e. Li
hember van astengiyan bê alîkariya piyasa mûzîkê xebatên xwe dimeşînin. Li ser
mûzîk û xebatên Siya Şevê me bi solîstê komê Gökçe Selim re hevpeyvînek kir.
Endamê
koma we li cihên cihê cihê ne û bê mûzîkê karê din jî dikin. Dema amadekirina
albûman de hûn di pêwajoyek çawa de derbas dibin?
Astengî pirin.
Ku em albûmek
derdixin salek me digre, mehek qeyda gîtarê digrin,
mehek din bas gîtar...
Hêla
aborî
de jî
astengî
pirin. Em zêde
nikarin werin cem hev, heval dişxulin.
ku yek vala dibe yê
din dişxule,
ku ew vala dibe ez dişxulim.
Anha ez heme, Cahît
heye, Umut, Mahmut û
carna Serhat bi me re dibe.
Hûn
mûzîka kurdî di çi rewşê de dibînin û hûn mûzîka xwe li ku derê didin rûniştandin?
Rewşekî
ne başdeye. Qadên
akademîk
tune yan jî pir kême. Repertuarek hatî
komkirin tune. Dilşad Seîd dixwast
li başûr
akademiyek, qonservatûarek
veke, projeyek wî
hebû anha nizanim di
çi hawîdeye. rewşa
muzîka kurdî anha ku em televîzyonên kurdî vedikin
dibînin
çi
rewşê
de ye. Koka muzîka kurdî pir dewlemend
e, hêla
dengbêjî, hêla wêjeya devkî de pir
zexm û
bi quwet e. muzîka kurdî mîna darek koka wî
pir mezin e, pir qalind e lê
li şaxê vî darê de pel
tune, yan jî pir zirave. Îro ew pelên zirav emin! yanê aniha muzîka ku tê
çêkirine!
Ku meriv
li dema dawî ya mûzîka kurdî dinêrin dibînin ku ji kîsê xwe dixwe û zêde
afirînerî tune. Mûzîka kurdî ji vî tengasiyê çawa xilas bibe?
Di
xwezaya hûnerê de pêşengtî heye.
Gerek hûner
li pêş
gel be lê ême hûner di paş gel de tê. Wekê poçik li dû gel
dikevin. Gere hûner
ji siyasetê
jî û ji her tiştê jî pêşdetir be.
li her derê
bi vî şiklê bûye lê anha di
civaka me de pir li paş
e. Li pey tiştê hêsan
ketine. Carna dibên
heme bila tiştek
bibe em li ser wî
sitranek çêbikin;
‘çiya,
zinar, şoreş’ nizanim çi
çi…
lê
tu li bingehê
dinêrî tu tiştekî jî tune.
Hunera kurdî
bi di her derê
de cih bigre lê
dibê
ramana wî
bi her awayê
serbixwe be û xurt bingehek wî gerek hebe , ev di xweza wî de heye.
Hewce nake tu di nava tişteke
de bî,
dibe ku tu li kêleka
wî
bi jî dibe… Xebatên
çendî û hûnerî bi her
awayê
dikarin pêşengtî bikin.
Dikare ji vana re rê
veke, pêşenktî bike,
wan dehf bide. her kes kişiya
ye qalikê
xwe. Minakek mesela di mîtolajiya
yunan de, Mûzîk ji mûzê tê. Armanca
mûzê ewe ku
tiştê îro ji sibê re beşêre. Tu ji
do bi awayek xurt hatî
hetanî îro lê îro
qiyamet diqete tu radibî
tiştê wisa hêsan û beredayî, bê kurahî dibêjî. Tu
nikarî
bi vî
bê
kurahiyê
tiştan
biguhesî
sibê.
Ev kar bi navendek çandê nabe divê saziyên mezin bê
avakirin. Van tiştên ku ji
do hatiye tu nikarî derbasê sibê bikî li hemberê te çol heye.
Divê çandek bê
avakirin. Wêjeya
devkî
hetanî îro
hatiye, tu dêlma
ku dakevî
koka vana lêkolîna bikî, lê hetanî
ji destê
te tê
tu xerc dikî.
Bo van tiştan
em bikaribin veguhezin sibê
dibê
awayek baş
bê
arşîvkirin
û atmosferek hûnerî were
peydakirin ku hûnerjî derkeve
holê.
Ku em ji
Koma Wetan bigrin hetanî niha hûn dikarin ji bo rocka kurdî çawa dibînin?
Kerem
Gerdenzerî,
Koma Wetan destpêkek
xurt e. Dû
re tiştên bê bingeh,
tiştê arabesk,
tiştê popîler
derkete. Belkî
anha bi gotinên
xwe, bi mûzîka xwe
xweş
dixwiyê
li hûnera
kurdî
de cih nagrin. Vana tiştê hêsanin,
bingeha wî
tune. Tiştê bingeha
wî
tunebe sibê
ya wî jî nabe. Tiştê îro dibe
tiştê bi
bingeh nîne.
Anha çend
mûzîsyenê baş heye, lê
vî
karê
bi çend
kesan nabe, dibê
bi sazî û akademî be. Anha
em herin Kadikoy yan jî
Taxsîmê dikarin
dused tane komên
rock bibînin.
Di mûzîka kurdî de em
nikarin sê
tane kom bijmêrin
û
bînin
cem hev. Sahne nikarin bibînin.
Ku meriv
li sitranên we dinêre li cem hostetiya mûzîkê temek wêjeyî jî distîne, hûn
têkiliya di navbera wêje û mûzîkê de çawa dibînin?
Ez
dikarim bibêjim
wêje,
mûzîk û hûner
bingeha jiyanê
ye. Bê
wêje,
bê
hûner,
bê
nêrîn mûzîk çênabe. Divê bingehek
hebe. Divê
wêje
û
mûzîk bi hev
re bin, meriv wan ji hev cihê
nikare bibîne.
Em gotinan bi hev re dinivisînin,
tenê
yek nanivisîne.
Nivisandina gotina kareke qolektîf
e. Tiştê em di
jiyana xwe de dibînin,
tiştê em di
nav de ne dinivisînin.
Ku meriv
bi piyasa mûzîkê re nexebite, xebatên xwe li mala xwe çêbike çiqas dikere xwe
bi cih bike di nav behra mûzîkê de? û çima hûn xebatên xwe bi tena serê xwe
dikin?
Di serî de em çûn sitûdyokî şixulîn. Me
xwest em rock mûzîk çêkin,
elektro gîtar,
bas gîtar...
Wî
demê
aranjorê
me got ezê ‘bilûr
bi kar bînim,
li vir dawilê
lêxim’.
Me got em rock çêdikin
bi gotinê we nabe û
nebû jî.
Hûner
gerek ji hindirê
mirov were. Ya me bi xwe derxista yan jî
me bigota temam nabe em dev jê
berdin. Me qeyda li mala xwe çêkir.
Tu dikarî çentê xwe,
telefona xwe emanetê
yekî
bikî
hûnera
xwe tu nikarî
bidî
yekî.
Ewê bigre bi hestê
xwe, bi nêrînê xwe bela
wela bike. Belkî
balkêştiya
mûzîka me,
gotinên
me ji vir tê.
Sitrana me ya Sitê
heye donzdeh qite bû.
Mi ji arnjor re got ezê
viya bêjim
got ezê sitranê kinkim qebul nakim. Lê bi xwe tiştek nizanî bu Ev sitran eve
yanê. Minakek
bêjim Rojkî
xizmetkarê
Balzac diçe
deriyê
wî
vedike, dinêre
Balzac digrî.
Divê
ezbenî
xêre
tu çima
digrî.
Dibê
lehengê
romana min mir. Divê
romanê hûn dinivisînin
lehengê
xwe nekujin. Dibê
ku lehengê
min nemire ev roman nabe roman. Em diçin
sitûdyoyê arnajor
dibê
gere leheng nemire, na babo viya gere bimre. Me viya qebûl nekir û me viya
kuşt
di mûzîka xwe
de.
Ku meriv
li ser navê we û albûmê difikire hizrek bedbînî xwiya dibe. Hûn dixwazin
Bêyomiya Zeng'ê
û Pûç'bûnê ji holê rakin?
Di wî warê de Albert
Camus dibêje
ger dinya xweş û ronîbûya hûner peyda
nadibû.
Bedbînî di
rastiya me de heye. Di hêla
hûnerî de, di hêla ziman
de qedexikirin heye, li çar
perçe
şer
heye. Di vî
halî
de em nikarin bibêjin
her tişt
xweş
e. Ez anha li Stenbolê
dijîm
lê
bi her awayê
bandorê
li me dike. Em nikarin xwe bixapînin
anjî
yê
me gohdar dike bixapînin.
Bedbînî di
jiyana me de heye. Divê
em viya bidin nîşandayîn belkî ji holê rabe. Ku
tiştek
ney dîtin
tu nikarî
wî
xilas bikî.
Çi
hebe em wî
dibêjin.
Dibe ku nêrîna me, şîrovê me ne
xurtbe lê
em çi
dibînin
wî
dibên.
Wek pirsa
qlasîk di pêşerojê de çi xebatan bikin?
Anha em
albûmek
nû çêdikin,
albûma
çaremîn. Em
wiya jî
li mal çêdikin.
Em wan hersê
albûmê berê jî di sitûdûyekî baş mîksa wî, mastira
wî çêdikin. Emê
hersî albûm
û
albûma
nû
giştî bi hev
re derxin.
Tiştê bingeha wî tunebe sibêya wî jî tuneye
Reviewed by xewname
on
Aralık 15, 2016
Rating: 5