Andrei Tarkovsky: Divê em tecrubeyên xwe bijîn; tecrube ji kesên din wek mîrate namîne
Şert û mercên Rublev(*) tê de dixebite ne rewşek
awarte ye. Hunermendek tu carî nikare di bin rewşek îdeal de bixebite. Ger ji
xwe li dinyayê rewşek wiha îdeal hebûya, pêdivî bi hunermendan nedima. Divê
hunermend ne dorhêlek vakûm de bijî û divê hin dehdeyên li ser wî/wê bo
bidestxistina afirîneriya wî/wê guncav bin. Dawiya dawîn de, ji ber ku dinya ne
cihek bêkêmasî ye, ji însana cûreyek wek hunermendan derketî ye. Ku dinya cihek
bê kul û dert bûya, dê hunermend jî qet dengê xwe dernexista û jiyana xwe di nav
wê ahengê de derbas bikira. Tişta em dibêjin berhama hunerî, ji dinyayekî
nexweş dizê û ji wir li dervayê xwe xwîya dibe. Pirsgirêka di Rublov de;
lêgerîna hevahengiya di nav pêwendiyên mirovan de her wiha di nav huner û
jiyanê de, di nav dem û dîrokê de ye. Mijara fîlmê ev e.
Tecrubeyên mirovahiyê mijareke din a girîng e. Niyeta
min ya di vê fîlmê de nîşandayîna bêîmkaniya veguhestina tecrubeyan bo kesek
din an jî bêîmkaniya hînbûna tiştek ji kesek din e. Divê em tecrubeyên xwe
bijîn; tecrube ji kesên din wek mîrate namîne. Mirov bi piranî dibêjin ku
tecrubeyên kalik û bavikên xwe bikarbînin. Ev rêya herî hêsan e lê divê her kes
tecrubeyên xwe biafirîne. Ji hêla din ve ku em dibin xwedî tecrubeyek, wexta me
ji bo bikaranîna wê namîne û bi awayek mafdar nifşên nû guh nadin wan. Dixwazin
tecrubeyan bijîn lê ew jî dimirin. Ev e qanûna jiyanê, wateya rasteqîn a
jiyanê; bi awayek zorî em nikarin tecrubeyên xwe veguhezînin mirovan an jî em
nikarin hestên ku civak divê bê hîskirin bi wan bidin hîskirin. Em tenê bi
tecrubeyên xwe yên kesane dikarin ji jiyanê fêm bikin. Keşeyê Rublev jiyaneke
tevlîhev borand; di Sêbereya Pîroz de bi hoste Radonevsky re xebitî lê ev dijî
doktrîna wî ya jiyanê bû. Neçar bû ku dinyayê ji çavê hosteyê xwe bibîne. Hew
di dawiya jiyana xwe de wek xwe jiya.
----------
(*) Andrey Rublev fîlma Andrei Tarkovsky ye ku di sala
1966’an de çêkirî ye. Fîlm ji ser jiyana nîgarçêkerê îkona Andrey Rublev,
dîroka welatê Ûrisan a di Heyama Navendî de radixe pêşberî me.
Andrei Tarkovsky: Divê em tecrubeyên xwe bijîn; tecrube ji kesên din wek mîrate namîne
Reviewed by xewname
on
Ağustos 01, 2016
Rating: 5