Peyva salê û erdheja ciwanan


Weşanên Zanîngeha Oxfordê her sal rêçaviya guherîna di zimanê îngîlîzî de dike û wê salê gorê pirbikaranîna wê peyveke hidibijêre.

Sala par jî (2016) Oxford peyva "post-truth" hilbijartibû ku dihat meneya "ji bo çêkirina raya giştî ji rastiyên berbiçavzêdetir bandora hest û nêrînên kesane."

Peyva youthquake di wateya "guherîna hejîner ya li ser bingeha ciwaniyê an ciwanan" ye ku Ferhenga Oxfordê wiha pênase dike: "Ji çalakiyên mirovên ciwan an jî ji bandora mirovên ciwan guherîna çandî, siyasî an jî civakî ya girîng."

Peyva "youthquake" ji erdheja ciwanan tê. Youth di meneya ciwanî quake jî di meneya erdhejê de ku ji peyva earthquake têt.

Cara pêşîn peyva "youthquake" ji vir pêncî sal ewil (1965; Çile, Vogue US) edîtorê kovara Vogue, Diana Vreeland afirand. Peyv wê demê ji bo guherandina ciwanan pişt şer hat bikaranîn Niha jî ji bo pişgirtina hilbijartina ciwanan di warê siyasî de li Îngîltereyê Partiya Karkeran û li Zelandaya Nû û Awûstaralyayê rêberên di temenên sîhî de ne tê bikaranîn.

Her çiqas cara pêşî di sala 1965an de hatibe bikaranîn jî zêdetir li nivşa 68an tê. Wek tê zanîn di wan salan de ciwanan bi kirinên xwe dinyayê dihejandin û heqê peyva vê salê didan.

Li Kurdistanê jî dema "telebe" û "zarokan" ji heftêyan heta salên notî di nava tevgerên siyasî de bûn wek meneya peyva youthquake çandeke nû diafrandin.

Ev hineke jî hêza nifşên ciwan, nifşên mîlenyûm bi me dide tespîtkirin. Diroja me de teknolojî rê li ber ciwanan vedike ku hetanî tu bibêjî qada siyasî, çandî û civakî digrin destê xwe û çandeke nûxwaz ava dikin.

Youthquake ji nav neh heb peryvên din ên salê hate hilbijartin. Peyvên din jî bi giranî li ser siyasetê ne ku ev nîşanê me dide ku ciwan û bi tevahî civak bala wan li ser siyasetê ye.
Peyvên din ên di lîsteyê de: "antifa", "broflake", "gorpcore", "kompromat", "milkshake duck", "newsjacking", "unicorn" û "white fragility."


Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.