Palyaço
I
Min çend kesan
kuşt di xiyalên xwe de
Çend kîlo tê
tenêtî
Çend caran
pelçiqîm
Di bin barana
havînê de
Belkî jî
palyaço digirîn di sihara duşemê de
Her ku sîrk
xwuya dibû em kelogirî dibûn
Em her
kelogirî dibûn ji halê xwe yê pê tê kenîn re
Kî/kê hez ji
kulîlkan nedikir
Min go “ez hez
nakim” got “derew e”
Palyaça got vê
Palyaço got û
min nivisand
Min nivisand,
ger min nenivisanda ez ê bigiriyama
Herkes piçekî
digirî, ez jî giriyam
Hew ji bo vê
giriyam
Wek tiştek
pespaye bû ev hinek
Piçek hindik
bûm ji her tiştê
Sermeselê doh
hinek hêrs bibûm
Dê piçek ji
jinek hezbikim sibê
Hêdî hêdî kor
bûm van rojan
Lê piyaleyên
araqê vala nekin
Bila hindik
nebe tu tişt
Her ji çi be
jî
Bila bimîne
hinek
II
Xeman naxwim
ji bêzariya xwe
Ji ber ku divê
her tişt bi kerî bê jiyîn
Mesela şoreşek
divê bêdeng bibe
Û divê bawerî
bi her gotinên palyaçokî/kê bê kirin
Palyaçoyek
çima derewan bike
Ger ez palyaço
bûma min nedikir
Merengoz jî
bûma min nedigot
Ku ez însan
bûma min derew nedikir!
Ka we ji ku
derxist tenêtiya palyaçoyê
Palyaçoyek çend
kîlo bê
Ji ber çi hûn
didin rûyê min
Kirhiya min ya
wek çêlika werdekek
Na, ez
nasilikim, nasilikim ez
Çiqas nesilike
palyaçoyek
Ewqas, ewqas
nasilikim ez
Araqê tije
bikin! Bila kêm nebe
III
Neqediya, ez
hê dinivisînim
Ger nenivisînim
ez ê bigirîm
Piçek kepazeyî
dibe ev
Ji xwe wê demê
em kî/kê bûn, diçûn ku
Di her kuçeyê
de em hinekî din jî kêm dibûn
Di şevan de
mij û moran dibû yekcaran, dizanim
Wek ku yek
bike pistepist
Min digot
“deng nehat”, “dubare bike!”
Li bêdengiyê
dinixumî wê demê her tişt
Kolan zêdetir
bi mij
Palyaço bêtir
bi kelogirî dibû
Û ez zêdetir
kepaze dibûm
Digiriyam
piçek
Dibêjim
Tu kî/kê yî, ne
kişkişîne
Pêlê poçika
min jî neke
Diêşê, penc
dikim
Dibêjim
Qehr bibe, qehr
bibe!
IV
Çend roj berê
rastê rûyê xwe hatim di panoya îlanê de
Tirsiyam bi
careke, wek dilê min were devê min
Got “wisa
dibe” palyaço,
“Herkes bê
esil e hinek”
Qêrîyam ser,
min got “danişe oxlim!”
Ez piçek
diqîrim yekcaran
Min got “Araqê
dagire”, “bila kêm nebe”
Ez piçek kêm
dibim yekcaran
Di rastiyê de
em tev de kêm dibin hinek
Bi pey re hîn
bûm vêya
Esasî ez her
tiştî bi pey re hîn bûm
Herkes herkesî
bi pey re hîn dibe
Vêya jî bi pey
re hîn bûm
Mesela;
Çend rojên berê
bi jineke re hevşabûm
Ne piçekî zehf
hevşabûm
Ya eynî wisa
palyaço
Dibêjim ku,
Vêya jî teze
hîn bûm
Hevşabûn jî
kêmbûneke hinek
V
Kî/kê hez ji
wîçewîça çivîkan nedikir
Min got, “ez
hez nakim” “derew e”
Got
Palyaço got vê
Palyaço got,
min nivisand
Ku min
nenivisanda, kepaze bibama
Him ji xwe min
roman jî nivisand hinek
Palyaço, ez
yekcaran dibêjim,
Ku tu nebî ezê
çi xwelî li serê xwe bikim
Bi kepazeyî
kêm dibim belkî
Di her barîna
baranê de ez dikevim binê erdê
Belkî ez rûvê
tu jinê nikaribim maçî bikim
An jî ji bîra bikim,
tiştên bi dû re ve hîn bûme
Hêdî hêdî têdigêhêm
ku,
Rû, dest, ew
laşên bi xweydan û bêvan
Her tişt
pilastîk bû hinek
VI
De hadê em
sîrtakî bileyzin
Araqê tije
bike, em cardin kêm bûn hinek
Turgut Uyar
Palyaço
Reviewed by xewname
on
Mayıs 24, 2016
Rating: 5