BERIYA SERÎHILDANA NETEWÎ YA 1925'AN AMADEHIYÊ KOMÎTEYA AZADIYÊ


Ger meriv bûyerek dîrokî  bikole, dixwaze lêkolînvan be anjî kesek ji rêzê be jî, pir hindik di bin bandora rewşa siyasî ya roja xwe, cihê di civakê de digre û di bin kesayeta xwe de dimîne. Ji bo van bandorên neyînî dide lêkolînê herî  mînîmîze bê kirin, divê xwe ji nirxê civaka xwe xilas bike. Her çendî di bûyerek dîrokî de li ser "rastiyek" li hev kirin ne pêkanbe jî, bûyer li gorê metodolojiya dîrokê bê nirxandin û xwe gihandina rastiyê armanc be, bûyer baştir bê fêmkirin. Em nikarin gorê "zanîna xweza" yê nêzê dîrokê bibin, ji ber ku bûyerek dîrokî tu car dûbare nabe, bi heman awayê naqewime. bûyera dîrokî di hindirê xwe de xwemal e. Ji xwe metodolojî ya dîrokê nêrîna pozîtîvîst ku bi awayeke domdar dinêre red dike û divê hewceye ku meriv li bûyerek dîrokî di rêbaza wî a xweser de binirxîne, dipejirîne. Meriv ji viya re dika re bêje "nîrîna dîrokî."

Di bûyerek dîrokî de, "navkirin " pir hindik derbarê bûyerê de agahî dide meriv.Mînak ku yek behsa "şerê birakûjî" yê bike ku derbarê bûyerê de agahî yê wî tunebe jî pir hindik fêm bike ku şerek di nav biraya de bûye, anjî ku yek bibêje "şoreşa îslamî ya îranê" meriv fam dike ku şoreşek îslamî ye, kesên îslamî li îranê bûne serdest. Li serîhildana 1925'an jî dikare bi vî çavê bê nêrîn. Li serîhildanê navkirina "Serîhildana Şêx Seîd" pir tiştan berewajî dike, pir tiştan vedişêre û pir tiştan radixe ber çav. Ji ber ku ev nav ji alî serdestan anjî serkeftiyan hatî dayîn. Ji xwe pirî bûyerên dîrokî de, navkirina bûyerê dibe para serdestan.  Ev di teybetiya kurdan de du qat zêdetir e. Ji ber ku tu sazîkî dewletî ku dîroka xwe bide fêrkirin tune û pirî kurd di dezgeyê dewleta tirk de dîrokê hîn dibin.

Mehmet Bayrak di pirtûka xwe ya bi navê Pirsgirêka kurd û çareseriya demokratîk de dibê ku: " Bi rastî win qet fikirîn? Çima nêrîna fermî, ji serîhildana Koçgirî re nebê je serîhildana Alîşêr anjî tevgera Dêrsimê re nabêje tevgera Seyît Riza, ji serîhildana netewî  a 1925 'an re dibê serîhildana Şêx Seîd?"  Meriv bi hûrgulî bifikire bi rehetî armanca serdestan fêm dike. Ji xwe dema serîhildan didomiya, di 30'ê Nisan'a 1925'an de Seroktiya Sererkanê Giştî ji desteya wezaretê ra hişyariyek şand û xwast ku serîhildan di çapameniya hindir û derve de wek tevgerek oldar, korbawer û paşverû bê nîşandayîn,  ji ber ku wek serîhildanek netewî bê nîşandayîn ji berjewendiyên dewletê re çep e. Li ser vî hişyariyê desteya wezaretê di civîna xwe 3'ê Gulana 1925'an de, li gor daxwaza Seroktiya Sererkanê giştî biryar girt û wezareta derve erkdar kir. Armanca van biryar girtina ew bû ku bo serîhildanê pêşî li alîkariya dewletên ewrûpayê bigrin. Lê di heman demê de di hindir de jî bo pêşiya oldarên tirk bigrin tevgerê wek serîhildanek netewî dan xûyakirin. bi kurtasî ku meriv bixwaze serîhildana 1925'an fam bike divê pêşî ji "navê serîhildanê" dest pê bike!

Vekê ku tê zanîn tu serîhildanek bê amadehî nayê kirin. Serîhildana 1925'an jî bi vî awayê ye. Beriya ku serîhildan dest pê bike xebatên cûrbicûr hat kirin. Van xebatan Komîteya Azadiya Kurdistanê ango bi navê xwe yê tê zanîn Azadî kir. Çawa ku rêxistina Xoybûnê (xwebûn) nebûya serîhildana Agirî yê nedibû bi heman awayê ku rêxistina Azadiyê nebûya serîhildana 1925'an nedibû. Ger bibûya jî meriv dikar bibêje bi heman awayê nedibû. Ji bo ku serîhildana 1925'an baş bê famkirin dibê xebatên beriya serîhildanê bê zanîn.

Martin Van Bruinessen derbarê Azadiyê de:"Li tirkiyê rêxistina azadî di 1923'an de hat demizirandin. vî rêxistinê li gor rêxistinên din cûda bû. pirî endemê rêxistinê leşkerên pisporbûn. Navenda wî wek rêxistinê din ne li Stenbolê li Erziromê bû." dibê.

Robert Olson pirtûka xwe ya bi navê, Çevkaniyên netewperweriya kurd û  serîhildana Şêx Seîd de dibê:"Azadî  ne li bajarek beyanî ne Stenbolê di 1921'an de li Erziromê dest bi xebatê xwe kir." Olson di heman pirtûka xwe de rêxistina Azadî yê yekem rêxistina kurd a netewperest dibîne.

Garo Sasuni bo demizarindina Azadiyê wiha dibê:" Ku kurd fam kirin xetereya tirk berê xwe daye wan di  teşrîna 1920'an de di bin serokatiya Xelîlê Cibrî, mebûsê Bilîsê Yusuf Ziza, Kemal Fevzî û Şêx Seîd de rêxistinek demizirandin. Ev rêxistin di navbera netewe kurd de kok berda û di nav çend mehan de  hemû kurdistanê bi şaxê xwe pêça."  Wekê ku di vî nivîsa Sasonî jî tê famkirin rêxistina Azadî  kesin ne diyarbe jî bi texmînî di navbera 1920-1921'an de hatî demizirandin. Lê rêxistin piştî salên 1923 ango piştê demizirandina komara tirkiyê xebatên xwe yê cidî dest pê kir.

Xebatên Azadiyê bi dizî bû. Li piranî bajarê bakûrê kurdistanê şaxê xwe vekiribû û bi navgîniya van şaxan dixebitî. Endemê şaxa Diyarbekirê Zinar Silopi di pirtûka xwe ya bi navê Doza Kurdistan'e  de diyar dike ku navenda Azadiyê li Erziromê bûye. Rêxistin bi telgirafên şîfreyî  pêwendî  şaxan re datanî. Her çiqas rêxistin bi dizî bû  jî, dûre derket holê ku hay dewleta tirk ji xebat û tevgerên Azadiyê hebûye
Di vî pêvajoyê de xala herî girîng serîhildana Beytûlşebabê ye ku di  şeva 3-4'ê êlûna 1924'an de bûye. serîhildana   Beytûlşebabê derbarê Azadiyê de agahiyên girîng dide me. Di serî de diyar dibe ku Azadi serîhildanek pilan kiriye her çiqas bê gotun ku şaş famkirina telgirafê serhildan dest pê kiri ye jî ev nay vî wateyê ku serihildan nehatî plankirin. Ya duyemîn wekê ku Bruinessen jî dibêje rêxistin di nav leşkeran de bi rixistinî bibû ji ber ku serîhildana Beytûlşebabê bi tevahiya  peyayê alaya 18. ku girêdayê liqa 18. parartêşa  7. bû bi tevê çekên xwe yê giran û sivik serî rakirin, lê piştê ku serîhildan têkçû derbasê Iraqê bûn ku di bin mêtîngeriya îngîlistanê de bû.

Piştê vî raperînê dewlwta tirk a kemalîst fêm kir ku tevgerek bi rêxistin li hember wî ye. Ji ber wî xebatê xwe cidîtir kir. Bi hezaran leşker kişande navbera "sînorê" Iraq û tirkiyê him bi vî peyamek da îngîlistanê - ku di wî navberê de doza Musilê berdewam dikir-  him jî zordestiya xwe li ser gelê kurd ê botanê zêdetir kir. Ev jî bû sedem ku gelê Botanê di serîhildana 1925'an de nikaribin piştgirî bidin serîhildêrên kurd. Bê vî ya jî bi lez dest bi girtina qadroyê Azadiyê kirin di encama van tevgerê wan de Yusuf Ziya paşa hat desteserkirin. Ji wir jî lêpirsîn dirêjê serokê Azadiyê Mîralayî Xelîlê Cibrî bû. Ji ber van girtinan tevger bê serî ma û hêzên kurd ketin nav panîkê.Dewleta tirk piştî qanih bû ku serîhildan dest pê bike hewl da ku serîhildanê pêşve bixe. Ji ber ku hêzên kurd roj bi roj li kurdistanê firehtir dibûn. Serokê Azadiyê Xelîlê Cibrî  -ku di girtîgeha Bilîsê de bû- bo van planên dewletê pûç derxe ji Şêx Seîd re bi dizî peyam şand ku "ecele nekin û xebatên xwe leztir bikin." Piştî Şêx Seîd  serkêşiyê girt destê xwe provakasyonek dewleta kemalîs jî kuştina birayê Şêx Seîd  Şex Bahaddîn bû. Hê ku serîhildan dest pê nekiribû Şex Bahaddîn li Xinûsê tê kuştin dewlet bi vî armanç dikir ku serîhildan zû dest pê bike.

Di nav van xireciran de bi provakasyonek dewleta tirk di dîroka 8 sibata 1925 de serîhildana netewî ya 1925'an de bi serleşkeriya Şêx Seîd dest pê kir.

Çavkanî:
Mehmet Bayrak Kürt Sorunu ve Demokratik Çözüm  Özge Yayınları
Martin van Bruinessen, Ağa, Seyh ve Devlet. Kürdistan’ın Sosyal ve Politik Örgütlenmesi Özge yayınları
Robert Olson,  Kürt Milliyetçiliginin Kaynakları ve Seyh Said isyanı, Özge Yayınları
Garo Sasuni, Kürt Ulusal Hareketleri ve Ermeni-Kürt iliskileri, Orfeus Yayınevi

Ev nivîs di kovara Asîva de hatibû weşandin.

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.