Axaftina lehengên ji romaneke li ber xilasbûnê
- Ez êdî westiyam ji fêmkirina
her tiştî. Nivîskar qudreteke wisa daye min ku bi her tiştê dizanim, wek xocê
xizir xwe digihînim her kesên di tengayiyê de. Ji her nehiniyên pêşiya min
haydar im, tu macerayeke jî nakeve para min, got lehenga sereke yê romana
nivîskarê niha di xewê de ye. Pêlavên xwe derxist û xwe li ser nivînên xwe yê di
nava romanê de ye dirêj kir.
Lehenga di rûpelên dawî de tevlî romanê bibû wiha bersiv da;
Wisa rehet nîne meriv di romaneke de bibe lehengê sereke. Ger ne wisa ba tu jî
wek min biba kasiyereke. Qet nebe xwarinên xweş dixwî û bi mêrên herî qeşeng re
hevaltî dikî.
Lehenga sereke pîçîkên nigê xwe mizda û destên xwe li nava
wan gerand. Westiyabû. Nivîskar îro wê gelek li kolanên bajêr li pey
bidawîkirina bûyerê gerandibû. Wê jî hîs dikir eceleya nivîskar ku dixwest dawî
li romanê bîne.
Ji bêrîka xwe pakêta cixareya xwe derxist û pêxist. Dûmana
cixareya wê bi ser pirtûkê ket û li nava odeya xebatê ya nivîskar û di tarîtiya
şevê de belav bû. Hê xuliya cixara xwe danewşandibû lehengê nivîskar wî du roj
berê bi destê araxvexwurê kolanan birîndar kiribû û niyeta wî hebû çend rojên
din jî wî ji çîrokê bavêje der bi hêrs bang li lehengê sereke kir.
- Keçê dîqat bike, tu me teva li vir nekî qirik, agir bi
pirtûkê nexî!
Lehenga sereke bê axaftin xwilîdanka destê xwe ber bi wî ve
hejand. Ber bi kendalê pirtûkê ve çû û li rûpelên vala yên heya çend rojan ji
hêla nivîskar ve werin tijîkirin nihêrî. Saet ji nîvê şevê derbas bibû.
Xoşewîstê keça nivîskar dema ji şibaka vekirî ket hindir bo
biçe nav nivînên wê hemû lehengan bi bêdengî xwe li xewê danîn.
Axaftina lehengên ji romaneke li ber xilasbûnê
Reviewed by xewname
on
Kasım 28, 2017
Rating: 5