"Ez ji ku dest bi helbestê bikim di dawiyê de têm li payîzê disekinim"
Di demsalek sipî de
dema em bi trênê derbasê Qersê bibûn, ji wir jî em li Wanê bibûn mêvanê Yehya.
Çend rojan ji me re mazûvanî kiribû. Di biharek de min pirtûka wî Anatomiya
Demsalên Zer nas kiribû û her wisa jî jê hez kiribû. Di şevên sar ên zivistanê
de em li ser her tiştê axivîbûn her wiha li ser van pirs û bersivên jêrê jî lê
ancax nehe bû nesîb derbasê nivîsê bibe.
Helbestên Yehya gelek
hatin hezkirin. Hin jê bûn benîşt di devê keç û xortan de, hin jê hatin xwendin
li ser Youtube û hin jî li ser dîwaran hatin neqşandin. Ew î xwe zêde nîşan
neda û her wiha kesî/ê jî wî zêde nas nekir.
Bêyî ez wek destpêka
hevpeyvînê zêde dirêj bikim û bi fikrên xwe tevlî nivîsê bibim (bêyî pirsan) gotin
û fikrê Yehya li ber we radixim.
Te di 2015an de di Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî de xalat stend. Ji bo helbestvanek xelat stendin tê çi meneyê?
Ji bo
helbestkarekî bi, taybetî jî ji bo helbestkarekî ciwan xelat sitendin tê wateya
peyitandina helbestên wî/wê. Pêşbaziyên bi vî rengî helbestkarê/a ciwan derdixe
ser sahneya wêjeyê. Xelat ji bo helbestkarê/a ciwan rêya xwendin û naskirinê
vedike. ango jê re dibe reklam. Ev tişta han qet nebe ji bo pirtûka min
derbasdar e. Di sala 2015an de gelek helbestkarên ciwan berhemên xwe yên ewwil
çap kirin. Ji vana çend heb eleqeyeke mezin dît? Ez bibêjim a min jî di nav de ti berhema ewil rastî eleqeyeke mezin nehat. Ev ji
kêmasiya nivîskar û pirtûkê zêdetir bi weşanxane, xwendekar û nebûna rexne û
danasîna pirtûkên nû derketî re eleqedar e. Bes qet nebe bi saya xelatê berhema
min ji yên din bêhtir hat belav kirin û xwendin. Bi saya wê xelatê hinek kesan
meraq kir û pirtûka min sitend. Yanî tişta kir ku Anatomiya Demsalên Zer ber bi
çav bibe, dayîna xelatê ye. Ji bo her kesî wilo ye ev. Pirtûk hatibe xelat
kirin hêjayî xwendinê tê dîtin. Bêguman
beriya xelat sitandinê jî helbestên min di kovaran de dihatin weşandin bes ev
helbestana zêde bal nekişandin. Ev tiştekî normal e. Di dema me de berhemek bêyî reklam û beyî
danasînan kêm caran ji hêla xwendekaran ve tê hez kirin. Lê çawa ku dosye di
pêşbaziyeke ciddî de, ku jurîyên van pêşbaziyan jî bi pirranî helbestkarên pêşketî
û pispor in, xelatê distîne ev ji wê berhemê re dibe nîşaneke payebilindiyê.
Xelatên bi vî rengî herwiha barê helbestkar jî giran dike. Ciwanê/a xelat
sitendî piştî xelatê û pê ve wê nikaribe wek berê rehet be. Xelata ku sitendiye
asta wî diyar kiriye û êdî divê ji berê baştir bixebite. Ji ber ku êdî
xwendekar jî jê bi hêvî ne. Bêguman ev rêya berhem û xebatên serkeftîtir jî
vedike. Qet nebe ji bo min wilo ye. Beriya xebatê ez ew çend baş nedixebitîm lê
piştî xebatê min him xwendinên xwe û him jî nivîsandina xwe sîstematîze kir.
Niha jî heman awayî xebatên xwe didomînim.
Di çend helbestên te de dijberî û lihevnekirina gundîtî û bajarîbûnê heye. Her çiqas piraniya kurdan hê jî gundî bin jî çi ji ber kar, çi ji bo xwandinê kesên bi nivîsê re eleqedar in li bajaran dimînin ku tu jî yek ji wan î. Tu vê têkiliyê çawa dibînî?
Tespîta te di cî
de ye. J Helbest ji
dijberiyên rojane ên jiyanê û dijberiyên hest û tevgerên helbestkar bi xwe
çêdibe. Kesê helbestê dinivisîne bi xêra van dijberiyan wêneyê civak, hest û
têkiliyên di navbera mirovan dikşîne û helbesta xwe wilo dinivisîne. Binêre,
dinya cihekî xweş bûya, êş, elem, acizî, mirin, têkçûyîn nebûya bêguman wê
helbest jî nebûna. Tenê di ûtopyayan de
helbest tune ye. Ji ber ku di girava ûtopîk de dijberî tune ye pêdivî bi
helbestê jî nayê dayîn. Rast e di
helbestên min de dijberiya gundîtî û bajarîbûnê heye. Ev taybetmendî ne tenê di
helbesta min de di tevahiya helbestên helbestkarên kurd de heye. Helbestkarê
kurd çavê xwe li gund vedike, zarokatî û ciwaniya xwe li gund derbas dike paşê
bo xwendinê tê bajar. Li bajêr dest nivîsandina kurdî dike û kesayetiya wî jî
li bajêr dikemile. Lewre piyekî helbesta kurdî li bajêr û piyê din jî li gund
e. Helbestkarê kurd tecribe û bîranînên xwe ji zarokatiya li gund derbas bûye
distîne û zanina xwe ya helbestê jî ji bajar. Ji ber vê sedemê her du tiştê em
behs dikin bi awayekî dikevin helbestê. Lê weke Kawa Nemir di helbesta xwe ya “Rawestgeha
Dilen Şikestî” de dibêje, berê helbesta kurdî tim ji gund ber bi bajêr ve ye. Ev
ji hatina Stenbolê ya Hecî Qadirê Koyî û vir ve wiloye. Helbestkarê kurd him ji
ber ruhê demê û him jî ji ber pêdiviya civakeke bajarî û modern nikare durî
bajêr bimînê. Bes ji bo helbesteke xurt
û bi bingeh jî sud ji jiyana gundîtîyê tê wergirtin. Qesta min ji jiyana
gundîtîyê zimanê tenurê ye. Ew zimanê Nudem Hezex her di helbest û nivîsên xwe
behs dike. Divê wilo be jî, tu jî dizane dengbêjî çavkaniyeke girîng e bo
helbesta kurdî û helbestkarên kurd. Lê di vir de tişta muhîm ev e, divê
helbestkarên kurdan kelepora helbesta me ya klasik jî ji bîr nekin. Tim dibêm heke
di bingeha helbesta me de Cizîrî û Evdal tunebe ew helbest wê bi piyekî be. Wê
tehmsarkî û nîvco be. Heke ev tiştên min go, bêyî helbesta cîhanê a hevdem were
kirin wê dîsa helbesteke baş dernekeve. Yanî helbestkarê kurd ne dikare tene bi
ziman û hêmayên helbesta gelêrî binivîse, ne jî dikare bibe şopînerekî helbesta
klasik. Di vir de wergera helbestê gelekî girîng e. Helbesta modern a cîhanê û bi
taybetî jî a frensîyan divê li kurdî were wergerandin. Bo helbesteke baş pêdivî
bi wergerên baş jî heye bes mixabin wergera helbestê zêde nîne.
Li Keleha Wanê, Sibat 2017 Foto: Kulîlk |
Di helbestên te de dubarekirina çend peyv û hevokan hene. Her çiqas heta radeyek ev wek tarz bê dîtin jî tu difikirî ku ev bibe sedema qelsiyê?
Tu jî di nav de
çend hevalan xetereya dubarekirina peyv û gotinan di helbestên min de anîn
ziman. Ev xetere helbet heye. Yani xetereya xwedubarekirinê her heye
bêguman. Lê di dîwana xwe ya ewwil de bi
taybetî min xwest hin gotinan di hin helbestên xwe de dubare bikim. Bi wî awayî
min xwest çêl helbestên xwe yên din jî bikim. Wan bi bîr bînim. A din jî ji bo
hesta xwendina helbesteke dirêj bi xwendekaran re çê bibe min ew tarz ceriband.
Helbesteke dirêj a ji gelek beşên nêz û dijberî hev pêk tên bû daxwaza min. Çiqasî
bi ser ketim nizanim. Kêfa min ji vî awayê nivîsandinê re hat, di dîwana min a
duyem de wê dubarekirinên bi vî rengî hebin dîsa. Tiştekî din, min xwast
armoniya di helbesta klasik û gelêrî de heye di helbesta min de jî hebe. Te dî
di her du helbesta de jî dubarekirina deng û peyvan muhîm e. Helbest li ser
dengan tê saz kirin. Rîtma ku bi gotinên dubarekirî tê saz kirin him bandora
helbestê him jî lîrîzma wê xurttir dike bi min. Deng, ji stûnên helbestê ya
herî zexm e. Helbest bi deng û peyvan tê nivîsîn. Fikir, xeyal, hêma li du deng
tên. Em bêjin tu ji helbestê deng û peyvên dubarekirî derxe wê tene xirecira
pexşaneke hişk bimîne. Lewre fikra helbestên bi dubarekirinan hatiye nivîsîn bi
min xweş tê. Ez ê rîska xwe dubarekirinê dîsa hildim. Dibe tiştine baş ji vê
rîskê derkevin û berê helbesta min bi asoyeke din vekin. Ji bo nûbûnê rîsk baş
e. J
Te di helbesta “Hunera Helbestê” de poetîkaya helbesta xwe diyar kirî ye. Mînakên wiha zêde tune ne. Tu di derbarê poetîkayê û poetîkaya xwe de çi difikirî?
Poetîka fikren
li ser hunera helbestê ye. Ji Arîsto û heta niha çi ji hêla fîlozofan çi jî ji
hêla rexnegir û helbestkaran metnên ji bo fêmkirina helbest û helbestkariyê têne
nivîsîn. Ev metnên ha bi awayekî reçeteyên helbestên baş in. Her helbestkar
xwedî poetîkayeke taybet e. Ango li cîhanê bi qasî hejmara helbestkaran ewqas
jî poetîka heye. Wek kesekî helbestê
dinivîse, fikrên min jî di derbarê vê meseleye de heye. Di helbesta xwe ya
hunera helbestê de min xwest di derbarê poetîkaya xwe de çend tiştan bibêjim.
Bes bêyî ku helbestê di nav retorik û fikrên pexşanî de bixeniqînim, min ew
nivîsî. Di helbesta kurdî de çend mînakên wilo hene nizanim lê axir
helbestkarên kurd jî di nav de her helbestkar di helbestên xwe de bi awayekî
cih didin poetîkaya xwe jî. Yek ji wan helbesta Berken
Bereh a kurt û ecêp e ya bi navê Belavok e. Manîfestoya helbesta kurdî ya
antîkolonyal e. Bi sernavê Hunera Helbestê jî ji Paul Verlaine bigre
hetta Luis Aragon ji Aragon bigre hetta Csezlaw Milozs gelek helbestkarên mezin
ên cîhanê helbestên bi vî rengî nivîsîne. Ez werim ser poetîkaya xwe… Em
neteweyeke kolonyalkirîne loma divê helbesta me jî antî-kolonyal be. Şerta
helbesta min a ewwil ev e. Ji nav şaxên hunerê şaxa herî protest helbest e.
Helbesta me jî ji Xanî û heta niha ve protest e. Lê helbest dema protest be jî
divê ji hunerê neyê şuştin. Jixwe dema wilo dibe mirov nikare ji wê metne re
bibêje helbest jî. Bi min helbestkar çi û çawa binivsîne jî divê ji estetîkê
tawîzan nede. Ew tişta dixwaze bi xwendekaran bide his kirin dikare tenê bi çel
kirinan bike, ne bi qêrînan. Helbestkarê frensî Mallarme dibê, helbest bi
peyvan tê nivîsîn, ne bi fikran. Gotineke pir rast e, yanî heke helbest bi
fikran bihata nivîsîn wê demê, wê helbestkarên herî mezin filozof bûna. Lê divê
ev jî were gotin, helbest bê fikir jî nabe. Fikra di pişt peyv û dengan de
hatiye nuxumandin bandora helbestê xurt dike. Helbest, tiştekî nabêje, ne hewceyî bibêje jî.
Ew çêl dike, dipispisîne. Bi gotineke din helbest vêketina çirûskekê ye di hest
û mejiyê mirov de.(ev bû tiştekî çirûskîst bawerim J ) Kesê helbestê dinivîsîne bi
rêya helbesta xwe xwe jî bedew dike. Helbest rêya xwenasînê jî dide helbestkarê
xwe. Helbest xwe saz kirina şexsî ye jî. Yanî kes ango şexs xwe bi rêya
helbestê saz dike. Tabî piştî helbest ji pênusê derket ew dibe aidî her kesî.
Êdî helbestkar ne dikare mudaxaleyê lê bike ne jî dikare wê pûç bike. Ew hatiye
nivîsîn û li wira li benda xwînerên xwe ye. Xweser e edî.
Di helbestên te de dîmeneke payîzê ya bê ser û ber li ber meriv tê raxistin, her wiha zer, îlon… Di emrek wiha ciwan de bo çi payîz?
Bê payîz nabe. J Bi min ji nav demsalan demsala
herî xweş li hunerê tê payîz e. Di hemû şaxên hunerê de payîz cihekî girîng
digre. Heke em serî li sembolîzasyonê bidin, em dikarin bibêjin payîz demsala çûyînê
ye. Te dî pel zer dibin û diweşin û di dawî de dar xalî û tazî dimîne. Rengê
zer, çûr ango qîçik jî him bi tenêtiyê û him bi payîzê re girêdayîye. Bi
gotineke din payîz demsala çûyîn û tenêtiyê be, zer jî rengê payîz, tenêtî û çûyînê
ye. Ez jî kesekî tenê û aciz im. Lê ji ber van jî ne acizim. Ev e deh sal in ji
ber xwendekariyê tim li ser riya me. Tenê diçim otogaran, li otobozan tenê
siwar dibim. Ev jiyana wilo li ser
riyan, li ser çûyîn û hatinan saz bûye bandor li şexsê min û helbesta min jî
kiriye. Di jor de min gotibû, helbest rêya xwe nasînê dide mirov. Wiloye. Mesela
him di pêvajoya nivîsîna van helbestan de û him jî piştî pirtûk derket û rexne
û fikrên hevalan ji min re hatin, min fêm kir bê ez çiqasî ji rengê zer û
payîzê hez dikim. Heta wê çaxê min vê tiştê nizanîbû. Hin helbestkar di
helbestên xwe de bi pirranî li ser hest, peyv an jî xeyalekê disekinin. Wek
mînak, Cegerxwîn di helbestên xwe de tim xwestiye kurdan şiyar bike, wan hînî
tişan bike. Ev taybetmendiya helbesta Cegerxwîn e. Li hêleke din Fêrîkê Ûsiv û
helbestkarên din ên kurdên Sovyetê di helbestên xwe de bêhtir bihar û
taybetmendiyên xwezaya Kurdistanê kirine mijar. An jî Arjen Arî helbesta şer û
têkoşina kurdan û Kurdistanê nivîsîye. Ev hemu jî taybetmendiyên helbestkariya
van helbestkaran e. Ez jî dikarim bêjim taybetmendiya helbesta min ev tiştên te
pirsî ye. Ez ji ku dest bi helbestê bikim di dawiyê de têm li payîzê disekinim.
Dêmeg piştî demekê kesê helbestê dinivisîne nikare bi peyv û hestên xwe. Naxwe
mirov dikare bibêje, di hin şert û mercên kesê ku helbestê dinivîse de,
helbest, bi zorê xwe dide nivîsîn.
Foto: Yüksel Çakmak |
Ger helbest axaftina bi xwe re bê hesibandin, tu di çend helbestên xwe de behsa helbest û helbestvaniyê dikî. Dema tu dinivisînî di wê hişmendiyê de yî ku tu helbest dinivisînî û motîvasyonên te çi ne?
Motivasyona min
a ewwil aciziya min a ji jiyan ê ye. Tenêtiya min û tirraliya min a biha û bi pergal
jî bo helbestnivîsînê derfetên baş didin min. Belê, evana bo helbestê tiştine
baş in bes bi tena serê xwe têra helbestê nakin. Bo helbestê zanîna gelek
tiştan divê. Helbestkar ne wek dîroknas an muzîkjen an jî wênesazekî ye. Muzîkjenek
bo straneke baş notayan baş bizane, hay ji daxwaz û zewqên guhdaran hebe û dest
wî de gotinên baş hebe, dikare muzîkeke baş çê bike. Lê helbestkar bo
helbesteke baş divê bi dîrok, felsefe, mîtolojî, psîkolojî, adet û kevneşopiyên
gelê xwe, ziman, resim, muzîk, navê gul û riwêkan zanibe. Wekî din divê
helbestkarê xwe yanî kelepora helbesta xwe û cîhanê baş xwendibe. Vana bo
helbesta baş şertên bivê-nevê ye. Kî bû baş nayê bîra min, digo, helbesta tê
xwendin gazî helbesteke din a wê were nivîsandin dike. Wiloye, kesê pirr
helbest nexwîne nikare binivsîne jî.
Di wêjeya dinyayê û ya kurdî de kê/kê bala te dikşîne?
Di cîhanê de
nivîskar helbestkarê herî zêde ji wan hez dikim ev in, Îsîdore Ducasse, Charles
B. Arthur R. Aragon, Adonîs( herî pirr ji Adonîs û Ducasse hez dikim.) Qebbanî,
Şamlu, Lorca, Edîp Cansever, Paul Celan, Shakespeare, E.E.Cumming, Octavio Paz (
bi taybetî ji nivîsên wî yên teorîyê). Eco, Salman Rusdî, Henry Von Kleîst,
Zweîg,Carlos Fuentes, û hemî klasîkên frensî û rusan. Di wêjeya kurdî de jî heta
ji min tê çi tiştê nu û kevn derdikevin dixwînim. Wek mînak çi li ser wêjeya
klasik derkeve dixwînm. Yên li ser folklorê jî herwiha. Helbestkarên herî zêde
ji wan hez dikim, Cizîrî, Xanî, Feqî, Cegerwîn, Ferîkê Ûsiv, Arjen Arî, Berken
Bereh, Rojen Barnas, Kawa Nemir, Rênas Jiyan, Selîm Temo, Nudem Hezex, Hemîd Omerî,
Gulîzer gelek navê din jî hene ku bi baldarî û kêfxweşî wan dixwînim. Min efu
bike ezîzekem, min zêde dirêj kir. J
Bi kurt û kurmancî heta ji min tê her kesê serkeftî bi baldarî dixwînim.
Çavkani: gulexan.blogspot.com |
Çi di parzûnê te de heye bo bipale ser kaxizan?
Niha helbestên
di dest de sererast dikim, li ser wan dixebitim. Kengî wê bibe pirtûk nizanim.
Wekî din li ser folklorê dixebitim, hin tiştên min berhevkirine wan deşîfre
dikim û ketime pêy xebatên tirkan ên li ser folklora kurdî. Gelek tişt hene. Talan
kirineke bêhed heye di vî warî de. Mixabin hê jî didome ev talan û dizî.
Dixwazim van talanan bi xebateke baş eşkere bikim. Ji bilî vana ez û hevalê xwe
Yüksel Çakmak bi hev re hin pirtûkên nivîskarên kurdên Sovyetê latînîze dikin.
"Ez ji ku dest bi helbestê bikim di dawiyê de têm li payîzê disekinim"
Reviewed by xewname
on
Mayıs 05, 2017
Rating: 5