Kevnebirînên li Giyanan hatî nexşandin

Di rûpela pêşî ya Nexşên Li Giyan de gotina Xelacê Mansûr “Cehenem ew der e ku em lê ne û tu kesek bi êş û şewata me nabîse.” heye. Bi rastî jî ku kes tunebe meriv xemê xwe, azara xwe jê re bibêje ew derdek e, ku li devdora meriv kesên ji meriv bi dertir tijebe ew jî derdek li ser derdaye. Ku em li encama şerên li Kurdistanê binêrin li piş xwe bi hezaran wendayî ya hiştiye ku hêjî kes nizane ew li ku ne.  Sêyîneya dawî ya Dilawer Zeraq Nexşên Li Giyan li ser van wendayiyan e. Zeraq di sêyîneya yekem de behsa kesê ku hevserê xwe wenda kirine dike, di sêyîneya duyem de jî li ser kesên hezkiriyên xwe wenda kiriye disekine. Di sêyîneya dawî Nexşên Li Giyan de jî dorê tîne ser dayîkên ku zarokê xwe wenda kirine. Di romanê de kombûna dayîkên zarokê xwe wenda kirine, dişibe li hev civîna “Dayîkên Şemiyê.” Kul û derdên wan yê wendabûna hestiyê zarokên wan bi xewnên ku merivên derasayî ji wan re dibêje tê dîtin û dilê wan tê rehetkirin.
Roman ji 12 beşan ku ji ser navê wan diyar dibe ku di naveroka wan de çi heye, pêk tê. Di serî de behsa hin zarokan tê kirin ku di dawiya “yarî”yên xwe de an birîndar dibin an jî tên ber mirinê. Di navbra wan beşan de pêwendî bi peyvên hevbar tê bi dest xistin ku ev meriv qanih dike, temek romanê dide meriv. Wan beşan bi tena serê xwe wek çîrok jî dikare bê xwandik, ev jî paşxana nivîskar ya çêrîknûsiyê derdixe holê ku ev jî di romanê de bi xwe re gelek kêmasiyîn bingehîn tîne. Yek ji wan ew e ku afirandina qarakterên xwedî kesayet di romanê de kême. Dîmenek ji lîstokên zaroktiya lehengan tên dayîn û bi qûtbûyînek ku hay me jê nabe di wî navberê de çi dibe me derbasê dîmena şerwaniya van lehengan, dema mirina wan dike. Ji ber vê qûtbûnê û kêm behskirina lehengan em zêde nikarin bikevin nav giyanê lehenqan, em nikarin bi wan re bibin yek. Ji ber ku teybetiyên ber bi çav yên van lehengan nay gotin an jî bi xwandevan nayê hîskirin di hiş de namîne. Leheng ji nebûna teybetiyên wan yên kesane nikarin ji “kesbûnê” xilasbin xwe bigihînin “qarakterbûnê.” Di romanê de bo çêkirina qarakteran helbet hewcetî ne tenê bi kêmdîtina teybetiyên qarekteran heye lê ku meriv wek mînak bide şervanê bi devoka Colemêrgê diaxive qarakterê herî di bîr de dimîne ye.
Di romanê de lezkirinek ber bi çav xweya dibe. Lehengên ku hê zarokin bi lîstokên ku di dawiya wî de birîndarî heye dileyzin û derbasê xortaniya ku piştê wî tune ye dibin. Menîca ku ji bo derketina derve bi zorê ji dayîka xwe destûr digre, piştê xeydandina ji hevalê xwe ber bi çemê ava baharê har bûye de dimeşe û dişqite nav avê. Hevala wî Seyran wî xilas dike. Menîceya ku dibe Arya. Piştê kemînekî li çiyayê Feraşînê bo derbasbûna ji çemê Hêzîlê ku bi ava berfa baharê hêz û qewet girtiye dimeşin. Dema av Rewşenê bi xwe re dibe bi çûn hatinên xwe yê zaroktiyê Arya dikeve rola Seyrana ku wê di zaroktiyê de xilas kiriye. Di beşa “Yarî” û “Hevalyariyê” de rastê çend lehengên zarok tênê. Bedo û Şîro di xirbeyek de rastê kuçkê xwe Qero tênê û hewl didin ku nigê wî yê pelixiye baş bikin. Di berdewama çîrokê de Bedoyê berber ku dikana xwe bigre Şîro jê daxwaz dike ku rûyê wî kur bike lê Bedo naxwaze. Di vê beşê de panaromayek piçûk ji Farqînê tê dayîn. Wan salên ku meriva di nav kolanê de dihatin kuştin. Şîro jî ji wan kesên ku nava rojê meriv dikujin. Ku Bedo ber bi mala xwe diçe Şîro jî dide dû û bi dereng vekirina deriyê malê Şîro wî dikuje. Di berdewama vê çîrokê de Xeloyê ku pi qerpîtê dikir kor bûya bi “kevnebirîna” xwe, “digîje zaroyê me.” û dibe Xelat. Di kemîneke de hevalên xwe winda dike û ew jî birîndar dibe. Xwe di şikeftekî de vedişêre.
Di hemû beşa de tişta herî girîng ew e ku nirxdayînek li axê heye. Ji xwe di bîra hevpar ya gelên rojhilatî de ax wek dayîk tê dîtin. Di paşxana bîra kurdan de jî ev tişt ber bi çav e. Ax dayîke ji ber ber xwe dide. Hinek dişibe jinan jî ax tu çendî bidiyê bi heman rêjeyê li te vedigerîne, xwedîtî li te dike. Tu çiqas jê hezbikî ew qas te hembêz dike. Piştê ku Xelat di şikefta xwe tê de veşartiye de tê girtin, wî bi balafirê bi hewa dixin û berdidin ser axê, berdidin nava axadayîkê. Di beşa din de jî ku ku av gerîlayê jin di nava xwe de dibe, fam dike ku “ keçik ne para wê ye; jê paktir û zelaltir e; û para axê ye, loma wê ji nava xwe dike der.” û “berê xwe dide axa ku gazî wê dike.” Agirê di giyanan de jî pêketî ne bi avê bi werdana axê ancax tê temirandin.
Dilawer Zeraq
Di nameyên dawiya pirtûkê de rexneyên li pergela mêraniyê ber bi çav dibin. Tişta balkêş ew e ku sedemên tevlêbûna “zaroyên me” wek “rûxandina pergela hezar salan” tê dîtin û armanca wan wekê  “simbêlê kur kirinê.” tê dayîn. Hemû referansên tên dayîn derdikeve tekoşîna rûxandina serdestiya pergela mêrantiyê. Meriv vê ya dikare bi siyaseta rojane ya civaka kurde ve girê bide.  
Serencama zarokan ji dayîkan re bi rêya xewnan tê gotin. Dayîkên wan bi awayeke digîjin hev û li malek kom dibin û behsa xewnê xwe dikin. Di xewnê van dayîkan de em hay li dawiya “zarokan” dibin. Van xewnan de qodên mîtolojîk tên pêçandin. Şervana jin ku sê cara ji hêla darvanek ve li deştê tê bin ax kirin, bi awayek der asayî cardin derdikeve ji cihê hatî bin ax kirin. Di dawiyê de cihê ku dixwaze lê be, li qûnrata ciyayeke digihîje aramiya ku dixwaze.

Wekê encam; nivîskar çîrokên ku bi bûyerên neyînî, birîndarî û kuştinî dawî dike, di nameyên dawî de dilê xwandewanan xweş dike ku lehengên berdêl dane dil rehetin. Her çendî jiyanek wan a bi lez hebejî gihiştine aramiyê û xwendevano tu jî xem neke!

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.