FACEBOOK, PÊÇÎKA HENEKIRÎ Û TIŞTÊN DIN!
"Ez
bona te dimrim. Tu çima waha dikî, çima bersiv nadî min? Tu ew qas ji min hêrs bû yî?"
Dema şandinê îro seet 17:17 de
Dema dîtinê: 17.57
Of! Eva çima bersiv nade? Nizane qêy ez ketime çi
halê? Peyama ku min şandiye jî dîtî ye. Ewqas ji min nefret dike bersiv
nade? Jan ji peyamdankê derket çû
serrûpelê, ciyê lêgerînê "M" nivisand bi careke li binê lêgerînê de
"Melîke Çarenûs" derket, bi mişkê pêlê navê wî kir. Dîwarê Melîke yê
vebû. Jan bi bîhn kişandineke kûr mişkê
li ser dîwarê wî bir û anî. Pêlê nivîsa wênedankê kir. Di rûpelê de 7 heb wênedank vebû. Pêlê wênedanka "ez
û cana min..." kir. Li wêneyên xwe û wê ku piştî ezmûnên dibistanê, bi çend hevalînên xwe re çûyûna
seyrana parka li hember derya ya Stenbolê
temaşe kir. Derya li bin nigê wan de diherikî, ewan jî di nava hestê xwe
yê wek deryaya pirbûye de avjenî dikirin. Wî demê çi bê dert û bê xem bûn, çi ji van rojan bê haydar dikeniyan, wekê ku
qet van rojan neqede. Dê ger bizanibûya pêşeroja wan wiha dibe, ji wî rojê
destpêbikira bigiriya. Jan anha di nav
jiyana xwe ya bi jana tije de avjanî dike. Jan pêlê wêneyê kir, wêneya
serî vebû: Jan li ser banqak rûniştiye bi awirek şikiyayî, bi
awirek têkçûyî li qamerayê dinêre, destek wî di cêva wî de ye, dibe dibê heye
ku destê yara min cemidî be germ
bikim. Destek wî li ser nigê wî ye,
soriya pêçîka wî ya piçûk dibiriqe. Wî roja bextewar tê bîra wî.17'dê hezîranê.
Ji 17 xewan, xewên bi evîn derbasbibûn. Roja deweta kekê wî bû. Melîke bi
kirasê xwe yê xwedavanî li gel wî reqs dikir. Bîna perperoka li ba dibû. Melîke
di dawiya dewetê de bi destê xwe yê nazenîn pêçîka wî ya piçûk hene kiribû.
Tenê pêçî ka wî ya piçûk. Di wêneyê de
Melîke li paş rawestiya ye û herdû destên xwe li sitû yê wî gerandiye, serê xwe
nêzikê serê Jan kirî ye. Bi awirek
pirsiyar li qamera yê dinêre, dibe ku van rojan hesap dike. Pirpirokek jî di
wêneyê de heye, li devû dorê serê Melîke
yê reqs dike, wek derwêşek ketibe cezbê, bi reş qîtraniya çavê wî re şadibe. Di
paşdîtina wêneyê de bi mizgevtên xwe yê
bilind nîvgirava Emînonû dixuyê li alî rastê jî hûrgiravên di nav derya ya
Maramara yê de xûya dibin. Li ser banka ciyê Jan pişta xwe dayê tenê nivîsa
ŞAREDARÎYA BEY tê xwandin. Jan naxwaze wêneyê biguherîne naxwaze bi rastiya
tinebûna Melîke yê re rû bi rû bimîne, wisa jê re tê ku wêneyê negre ewê Melîke
herû her li balê be...
"-Tu çi dikî, ka te çay dem
bikira?"
"-Qet li nûçeyan dinêrim wisa noqî
înternetê bûm min ji bîrve kir." Jan bi hatina Serhed a hindir ve
wêneyê girt û ji ku nedixwast kes rewşa
wî hînbe ji hesabê xwe yê Facebookê derket. Bi awayeke giran ber bi mitbaxê ve
meşiya, bi sê şûşê çay li ser tepsîkî vegeriya, tepsiyê danî qeraxê masa ser wî
ji kaxiz û pirtûkan gemirî. Hesen jî ji
derva ket hindir silav li wan kir. Ji ber Hesen birçî bû û ji ber di vî seeta dereng de tişt tinebû bi
mal hazirî taştê amade kirin. Herdû hevalên wî firq kirin ku Jan xemgîne jê
xwastin ku stranek veke. Jan ji compîtirê helbestek vekir, helbestek
pesindayîna xoşewîstê:
"Ew çi dêm e, ew çi rû ne, ew çi zulfe, ew çi xal?
Ew çi
gulbaxê gula ne, ew çi husn e bê mîsal?"... Hersê heta derengiya şevê axivîn...
Jan dema
hesabê xwe yê Facebookê vekir peyamek hatibû . Bi kelecanî mişkê ber peyamdankê ve bir. Dizanibû
Melîke peyam avêti ye. Li dema hatina
peyamê nêrî 21.07. Jan ji ber xwe de got " Errik em jî êpê axivîne. Hema
hema bûye 4 seet. " Bi tirs, bi bêdilî peyamê vekir.
"Dev
ji min berde ez êdî hew dixwazim te bibînim"
Dema
şandinê îro seet 18:07 Dema dîtinê:21.17
Jan
nizanibû çi bike. Dilê wî bi jan kir gupegup. Wek ku bi sîleh li hember kujerê
bavê xwe be, lê nikaribe pêlê tetikê bike. Bû berateyek ku hê nehatî binax
kirin, lê mişk û marên gorê li ser laşê wî digeriyan. Diranên xwe yê bitecrûbe
di canê wî de diçikandin. Xweydan ji eniya wî berjêr bû, ji sermaya laşê wê di
nîvê rêde qerisî. Jan xwe li hember roniya kompîtirê wek şevşevokek şevê hîs
kir. Kor. Xwast ji ronahiyê bireve, xwe berde reşiya tinebûna Melîke yê.
Ronahiya kompîtirê bi xweliya cixarê re rijiya xwelîdanka ber destê wî yê
rastê. Di dêlma dûmana cixarê de tarîtî û tinebûna Melîke yê kişand nava hinavê
xwe yê ji tinebûna Melîke yê jan dida. Fikirî, keçikê ev qas jê nefret dikir.
Gotinên wî ew qas ne giran bûn. Mirovek çawa dikare bi kasek ew qas tişt pêre
perve kiribe, ji sedemek piçûk wî ji jiyana xwe derxe. Bi destek ricifî çû
serrûpelê li ciyê lêgerînê dîsa "M" nivisand. Navê Melîke derket.
Pêlê kir. Sikinî. Li dîwarê wî nihêrî. Awirê xwe berda ser nivîsa wênedankê.
Xwest xwe bispêre nîşaneyên demên xweş, wêneyan. Pêlê wênedankê kir. Dîsa berê xwe da
wênedanka "ez û cana min..." Pêlê kir, nivîsek derket hember wî:
"Bala xwe bidê! Ev rûpela dixwazî nayê nîşandayîn dibe ku xirabe be an jî
destûra dîtina te tunebe!" Ev çibû hemû vêneyên me jê biriye. Jan ji wênedankê paşve derket, hat dîwara
Melîke yê. Ew çiye li ser dîwarê Melîke yê
"Ger tu Melîke yê nas dikî daxwaza hevaltiyê bişîne"
dinivisîne. Nexwe min ji hevaltiyê jî dexistiye. Bi carekî li pêçîka xwe ya
piçûk ku, Melîke yê bi destê xwe yê nazenîn hene kiribû nihêrî. Na ne sorbû,
tenê serê neynûkê de sorîkî piçûk mabû. Ku wî jî bi makîna neynûkan jê bikira
ew jî nemaya.
Havîn / 2012
Havîn / 2012
Hiç yorum yok: