Ji bo kurmê ewilîn goştê min bikurisîne
Di dîroka wêjeyê de belkî îthafa herî artîstîk Machado de
Assis, nivîskarê "Ji Gora Xwe Dinivîsim"
nivisandiye: " Ji bo kurmê ewilîn
goştê min bikurisîne" Çawa be ji gorê bo me dinivîsîne, helbet pirtûka xwe
diyariyê hevalên xwe yê herî nêzik bike. Lê bi min hemû xwînerên romana wî ji
bo wî kurm bûn û bi xwendina serpêhatiyên wî goştê wî dikurisandin. Min jî da
ber geza, bi çêjek xweş...
Bras Cubas, lehengê piştê mirina xwe çîroka xwe ji me re
dibêje, ji gora xwe. Ji ber vê yekê jî serê romanê dawiya romanê ye, dawiya wî
jî serê romanê ye. Ne ku beriya bimre dest bi nivîsandinê dike. Dimre, piştî wî
destê xwe davêje pênûsê. Tabî em nizanin bi çi awayê vê pirtûkê ji gora xwe gihandiye
me, ji xwe ew bi xwe jî divê 'goh nede tiştên waha, bila pirtûk tena serê xwe
têra te bike.' Hin deman di nav kêfxweşiyê de xemgînî, hin deman jî berovajiyî
wî hîsek dide me. Rojek îniyê piştê nîvro saet di dudiyan de çîroka Bras Cubas bi
mirina wî dest pê dike û piştî 160 xalan li xwe zêde bike diqede. Her çiqas
lehengê romanê bibêje roman dê reşbîn be jî -divê çawa be ez kesek mirî me û ji
gora xwe dinivîsim, ka hûn tiştek din çawa hêvî bikin- em bi vê aciziyê
nahesin. Aciziya li vê dinyayê bi bêxemiya xwe ya di gorê de xira dike. Di
heman demê de henekê xwe bi jiyana xwe û bi me xwînerê xwe dike. Kêmasiyên xwe bêyî
firsend bide me, ew bi xwe îfşa dike. Bi vê jî nasekine, gotinên xwe ji kesên
pirtûka wî rexne bikin re pêşin pêşin dibêje. Tabî hin caran jî lêborîn xwestinê
jî ji bîra nake. Erê di gorê de ye û ji gorê bo me dinivîse lê ew kesek li
kolanan ne an jî cîraneke me yê em wî pir hindik nas dikin. Xwe dide hezkirin û
em jî jê hez dikin. Çima em jê hez nekin! Kesek mirî ye û em pê bawer in ku
nakeve pey hesabên piçûk. Ew jî dizane ji bo hezkirinê ev tena serê xwe bes e. Lehengê
me Bras Cubas bi xwînerê xwe re diaxive, bi awayeke ciddî. Di beşa yekem de
divê, xwînerê hêja bo ez te aciz nekim naxwazim pêşgotineke dirêj binivîsim.
Hin deman jî ji xwînerê xwe alîkarî dixwaze, hin deman jî bi serê poz
diaxive...
Kêm kurm dikarin xe bigihînin goştê Bras Cubas, ez jî yek ji
wan im. Noş!
"Assis, nivîskarê
herî mezin ê Amerikaya Latîn hetanî niha derxistiye ..." Susan Sontag
"Machado de Assis,
wek mûcîzeyeke..." Hareld Bloom
"Hûnermendeke
mezin ê îroniyê û komedyeneke trajîk..." Philip Roth
Ji bo kurmê ewilîn goştê min bikurisîne
Reviewed by xewname
on
Ekim 23, 2017
Rating: 5