EV HELBEST
Li hêvya silavên nehatî şandin im
Di bêrîkê min de xeyalê dest nehatî dayîn
Di gewriya min de peyvên nehatî gotin heye.
Pêşeroja xwe re loriyên bi hêsir dibêjim
Bi wan loriyan xweziyê xwe jî aş dikim.
Kemberek li pişta min gire didî ji têkçûyînan
Piyala jehrê pêşkeşê min dikî bi deste xwe yê mêrkuj
Awirên xwe yê nola xençerek
Di nermiya dilê min ê bi te tijî de diçikînî
Tu yê bêjî ez xemgîn im?
Na!
Ne xêr
Ji xwe dibe sedema mirina min
Gera lêvê te yê wek agir
Li ser lêvê min ê di jehrê de mayî
Kolan
Di derengiya şeve de li aramiyê digere
Lê bi gemara hişê min
Pak û paqişiya xwe hinda dike
Wek mirovek serxweş ge wirde ge wêde dizvire
Stenbol kelegirî ye ana
Pera westiya yî
Qûla Galatayê dev ji notirvaniya hezar salê berdaye
Ez ana wek Konstantîn im
Serbajar û hemû qelê min hatî dorpêçkirin
Tene dikarim kewê alîkariyê bişînim derve
Ev helberst
Qêrîna daxwaza alîkariyê ye ji te
Û dizanim
Tû yê hewcetiya bersîvê jî nebînî.
Berfanbar 2011/Stenbol
-----------
DERYAYA HÊVIYÊN WİNDA
Dilê te tixûbê qedeqeye ji min re
Ez nola miltecîkî hejar
Bi hêviyên bargiran
Ber bi dilê te de dimeşim
Tirs hêdî hêdî diniqute dilê min
Û ji çevê min lehî radike
Deryaya hêviyên winda
Bi pêlên xwe
Hêviyên min
Dikşîne bêbinîbûna xwe
Ku di wî bêbinîbûnê de
Bi hezaran evînên têkçûyî
Cûr bi cûr kavilên dilê şikestî heye
Nêzê tixûbê qedeqe derbasbim
Di vagona dilê te de
Ji bê hewabûna difetisim
Hiç yorum yok: