KES ÊDÎ BENDEWAR NEMÎNE LAS ÇÛ MİRİNÊ!

“Vegeriyam da ku kûçikên welatê min bi ser min de bireyin. 
Da ku kûçikên welatê min zenda lingê min bigirin.”
Gulên Şoran yekem romana Eta Nehayî ye. Roman di navbera salên 1993 û 1995 hatî nivisandin. Roman bingeha xwe ji stranak gelêrî, ji “ Las û Xezal” digre. Roman bi vegera Las a piştî 15 sala dest pê dike. Ev heman deme de salvegere mirina wî ye. Di serî de tu agahî derbarê jiyana wî ya pêşîn de nayê dayîn, paşê bi paşveçûyînan bûyerên qewimîne tê gotin. Bi saya van paşveçûyînan vegotin zindî dimîne û nivîskar xwandevanan dikşîne nav bûyeran, lê ev di hin ciya de pirsgirêka girêdana bûyera derdixe holê. Las sê roj beriya ku artêşa Ûris bajarê Banê dagir bike tê dinê û ji ber Ûris bajêr dişewitînin koç dikin, di vî koçê de rastê gelek zor û zehmetiyan tên. Dema artêşa Ûris ji bajêr vedikişe, vedigerin û jiyana xwe ya rojane berdewam dikin. Bi hilweşîna dewleta Îranê re xebatên damezirandina Komara Kurdistanê dest pê dike. Las di pêvajoya damezirandina komarê de cih digre. Bi hilweşîna komarê re Las direve  Iraqê û 15 sal di zindana Silêmaniyê de dimîne. Piştî hilweşîna Komarê tu xeber ji Las nayê girtin. Wî wek mirî dihesibînin, ji ber ku “Baweriya xelqê bi mirinê ji baweriya wan ji jiyînê, zêdetir e.” Pişte çûyîna Las kurê wî Yadgar tê dinê. Xanzad û Ferxe bi hev re dizewicin û Diya Gulê wan ji mal diqewirîne. Keçek wan bi navê Hêro dibe. Yadgar dawiyê bi  vegera bavê xwe dihese û bê biryare ku bavê xwe bibine an nebine. Las pişte 7 rojan fam dike ku êdî nikare li wir bijî biryar dide ku “here mirinê.” Pişte çûyîna Las 3 roj şûnde Yadgar ku li bavê xwe digeriya li gundeki rastê tabûtê bavê xwe tê.
    Nahayî di kesayeta Las de pêvajoya afirandina netewperweriya kurd li Kurdistana Îranê û tramvaya hilweşîna Komara Kurdistanê vedibêje. Pişte bayê netewperweriyê, dewletan xwastin civakek homojen biafirînin. Cûdatî û teybetiyên kêmjimaran ji xwe re wek asteng dîtin û xwastin van teybetiyên gele din di nava xwe de bihelînin. Dema Las diçe dibistanê li ser derî nivîsa “farisî biaxivin” dibine, dema vedigere malê ji malbata xwe daxwaz dike ku farisî biaxivin. Bûyera herî Las xemgîn dike û fikrên netewî pêre şîn dike jêkirina navrana zilamek kurd bû. Ji ber ku zilamek şalvarê kurdî li xwe kiriye di nav bajêr de bi desten hêzê dewletê navrana şalvarê wî tê jêkirin, ev di nava civaka kurd de piçûkxistinek mezin e. Piştî van bûyeran Las di xewa xwe de jî fermandarek bi simêl ku jê re ferman dike farisî biaxive dibine. Li hember van astengiyan reaksiyona gele din, li dijî vana derketine û di binî de xwedî li van teybetiyan derketine. Las herî pir dixwaze dibistanê xilas bike da ku cilên kurdî li xwe bike. Di romanê de rêça li hember netewperestiya dewletê afirandina netewperwerîkî kurd jî tê dîtin.
    Nahayî karakterên di romanê de pirî caran wek metefor bi kar tîne. Dara tûyê ya di hewşa mala Wuso Axa de, Haşim Ahmedzade di berhema xwe ya “Netew û Roman” de wek “jiyanê” dibine. Ne diyare ku darê kî daniye, dema artêşa Ûris bajarê Banê dişewitîne dar jî tê şewitandin dûre bi deste Apê Nayer tê çandin, cara dûyemîn ku bajar tê şewitandin dar jî dişewite. Di dawiya dawî de Diya Gulê ji Yadgar –ku ew bi xwe nifşê nû ye—dixwaze cardin darê şîn bike. Her çendî Ahmedzade dara tûyê wek jiyanê bi nav kiribe jî meriv bi awayekî meteforîk wek Kurdistanê bibîne baştir dibe. Her çiqas Kurdistan hatibe kavilkirin û şewitandin jî li hêvya nifşê nû ye –ku ew bi xwe Yadgar e—ku cardin weke şitlek nû were şînkirin. Metefora herî diyar di kesayeta Hîwa de hêviyên Las e. Ku Las tevlî refên komarê deye birayê wî dibe, ew ji malbata xwe dixwaze navê wî daynin Hîwa ku “hêviyên wî pê mezin bibe.” Lê piştî 15 salan ku têkçûyî û hêvî şikestî vedigere malê Hîwa jê re pîs û nexweş dixwûyê. Di heman berhema xwe de Ahmedzade Apê Nayer jî wek qederê bi nav dike.
   
Di pirtûkê de mijarek balkêş jî jin in. Her çiqas Nahayî di hin ciha de ramanên femînîzmê bi kar anîbe jî meriv nikare beje ku ev di hemû romanê de belav bûye. Dema Las û Xanzad li malin û dibihîzin destdirîjî li hin jina hatî kirin, Xanzad dibêje ku “Kiryar ku dagirkirin û talankirina bi kotekî bû? Biker ku dagirker û talanker herdem mêr bû? Yên talankirî, jinek bê deshilat û bê guneh.” Dûre difikirî ku Las ji ber mêr e ji xwe diqehirî? Van fikrên Xanzadê fikrên femînîzma herî nûjen e. Lê di heman rûpelê de Las di mijara destdirêjkirinê de, ji jinê pirtir ji bo “xweyî yê jinê” xemgîn dibe.

    Belê Las cardin çû lê ne ji bo “tasek avê bîne da ku agirê welatê xwe pê vemirîne” bo “biçe bimire.” Bi awayekî têkçûyî, bi awayekî qidûm şikestî çû ku kes êdî bendewarê wî nemine.

Ev nivîs di 8. hejmara kovara İzafi de hatibû weşandin.

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.