- ez birçî me, got.
Ji wan şevên dirêj ên zivistanê de min li ber ronahiya mûmê zorê
dida xwe çend rûpelên dawî yên romanê
biqedînim. Ji min re wisa hat ku deriyê hesin lêdixe. Bala xwe nedayê. Hê
nehatibûm dawiya hevokeke nû bi zelalî dengê nigên keseke ku ji derî dûr diket hat
min. Dema min derî vekir lampeya otomotîk hê netemirî bû. Min serê xwe ber di
valahiya pepelûkan de xwar kir. Ew bû. Min got;
- Bi ku de diçî Baran?
Hata lampe bitemire di çihê xwe de sekinî. Dûre, bê axaftin
du qat derket jor û li ber min sekinî. Dema min derî ser me de girt xwe evêtibû
ser qoltixê.
- ez birçî me, got.
Bê şeraba ji sibê de devê wî vekirî tu tişt tunebû. Di
dolabê de jî hinek gûz û bastîqên ji gund hatibûn şandin derket. Ez jî birçî
bûm.
Serma bi têra xwe hebû bo em neaxivin. Jixwe zûda me hev
nedîtibû jî. Rabûm çarşefa nivînên odê guherand. Ji dolabê pîjame derxist û
danî ber serê wê.
Vegeriyam salonê û rahiştim pirtûkê. Mabû deh panzdeh rûpel
xilas biba. Mûmê vêxist û lampeyê temirand. Min ji serî de dest bi romanê kir.
- ez birçî me, got.
Reviewed by xewname
on
Şubat 25, 2018
Rating: 5