Îstasyona dengên teze: Radyoya Êrîwanê
Di sala 1955’an de dema ku Radyoya Êrîwanê bi anonsa
‘Yêrêvan xeber dide, guhdarên ezîz, naha bibîzin deng û behsên teze’ dest bi weşanê kir, kesî bawer nedikir ku ji bo mûzîka
kurdî wê bibe akademiyek bê ser û ber. Ji roja avabûna radyoyê vir de hê jî bi
zindîbûna roja xwe ya ewil di bîra kurdan de cih digre.
Piştî ku radyoya Êrîwanê bi anonsa xwe ya ku li
Kurdistanê weke pêşgotinekê niştecih bû bi dest bi wêşanê kir, êdî kar û bar û
jiyana rojane li gor seata wê dihatê organîzekirin. Ji berk u Radyoya Êrîwanê
ji bo kurdan bibû qonaxe hebûna wan ducar dike.
Bayê Êrîwanê mêjiyê
kurda hênik dike
Guherînên civakî li gor guherînên siyasî dereng dibin. Pirî
caran pergela siyasetê civakê duguherîne û jê re pêşengtiyê dike. Radyoya Êrîwanê
piştî biryarek siyasî hatibe vekirin jî civaka kurda ji serî hetanî binî
guherand. Dema radyoya Êrîwanê di 1955’na de dest bi weşana xwe ya test kir
kesî nizanibû ku wê di mêjiyê kurda de cihek evqas mûhîm bigre. Dema radyo dest
bi weşanê kir li tevayê Kurdistanê bêdengiyek giran hebû. Li bakur devleta
Tirkiyê bi zext û zordariyek giran dihat ser kurda. Li rojhilat Komara Mahabadê
têk çûbû û hemû liv û tevger hatibûn rawestandin. Li başûr bi çûyîna Mele
Mistefa Berzanî ya ber bi Sovyetê ve tevgera kurd di dema sekanê de bû. Rodyo
di bêdengiyek bi vî rengî de deng veda. Di serî de heftê çar roj û rojê 15 deqe
weşan dikir. Tenê di nava xaka Ermanîstanê de dihat bihîstin. Pişt re ji weşana
test derket û bi rêk û pêk di mêjiyê kurdan de tehmek hevpar hîşt. Piştî çûyina
Mele Mistefa Berzanî a ber bi Sovyeta ve bi daxwaz û alîkariya wî dema weşanê
derket her roja heftêyê. Bi roj seet di
4’an de, bi şev di seet 9’an de dibû mêvanê malên kurdan. Wê mêvanê bi xwe re
“deng û basên” xerîb lê bi zimanek ji malê tanî. Di odê de cihê wê mêvanê herî
jor bû. Zû bi zû firekans li ser radyoya Êrîwanê nedihat guherandin.
Dîroka radyoyê
Yekem car di sala 1895'an de mûcîd Guglielmo Marconi yê îtalî bi rêya bêtêlê mesaj şand. Marconi
Wek mûcîdê radyoyê hat pejirandin. Her çendî hin kes bi îdiaya radyoyê wan
dîtiye derketibin jî patent li ser navê Marconi ye. Piştê wê ji alî kesên din ên
wek Alexander Popov, Nikolia Tesla, Olive Lodge
û hwd. ve radyo hat pêşxistin. Herî pir di dema şer de girîngiya radyoyê
hat fêmkirin. Bi şerê cîhanê yê duyemîn de radyo di asta xwe ya herî girîng de
bû û piştî wê jî bi salan bandora wê berdewam kir.
Dîroka radyoyên kurdî
Radyoya Bexdayê, di 19-ê Kanûna sala 1939'an de, dest bi weşana kurdî dike.
Di serî de tenê 15 deqeyan weşanê dike û tenê kesekî bi navê Kamil Kakemîn di
wê radyoyê de dixebite. Radyoya Bexdayê li tevayî Kurdistanê dihate guhdarkirin.
Radyoya Yafa (Heyfa) li Filistînê di destpêka sala 1942'an de ji aliyê dewleta
İngilistanê ve, li girava Heyfayê tê damezirandin û çend rewşenbîrên kurd tê de
dixebitin. Piştî ku şerê şerê cîhanê yê
duyemîn bi dawî dibe weşana wê radyoyê jî tê rawestandin. Radyoya Beyrûtê di
5'ê Adara sala 1941'an de ji aliyê Dr. Kamuran Bedirxan û bi alîkariya dewleta
Fransayê hat damezirandin. Ew radyo beşek ji radyoya fermî ya Lubnanê bû û di
nava hefteyê de tenê du rojan û bi qasî 30 deqeyan weşan dikir. Weşana wê
radyoyê heya yekê nîsana 1946'an dewam kir. Radyoya Dengê Kurdistanê di 30'ê
Nîsana 1946'an de dest bi weşanê kir. Ew radyoyek navçeyî bû û tenê li bajêrê
Mihabadê dihat bihîstin. Bi hilweşandina Komara Kurdistanê, weşana wê radyoyê
jî hate rawestandin. Di 24’ê Hezîrana 1952'an de li Sînê ji alî Îranê ve
radyoyek bi kurdî tê vekirin. Piştî bi pêşketina teknolejiyê bi dehan radyoyên
kurdî tên vekirin.
Li Ermanîstanê weşanên radyoyên kurdî
Di sala 1930’î de li paytexta
Ermenîstanê radyoyek kurdî di bin banê dezgeyên dewletê de dest bi weşanê kir.
Li gor radyoyên cîhanê di demek nâ de frekansên xwe belav kir. Nivîskar Temûrê Xelîl derbarê vî radyoyê de dibêje ku: “ Ev radyoyek lokal bû tenê
li Êrîwan û çend gundên dor û berê wê hatîye bihîstin. Ji ber ku satelit tunebû
firekansên wî xwe nedigihand dûr.” Xelîl derbarê weşana radyoyê de bi
me dide zanîn ku: “Ew radyo di heftêyekê de rojek tenê û bi
qasî 10 deqe weşan dikir. Di vê radyoyê de Hecîyê Cindî, xanima wî Zeyneva Îbo
û hin kurdên din dixebitîn. Zeyneva Îbo di nav kurda de wek yekem bêjera jin tê
qebûlkirin. Di sala 1924’an de li Kurdistana Sor jî radyoyek kurdî
hebû. Lê ji ber ku li parçêyên din ên Kurdistanê vergirên radyoya tunebûn dengê
radyoyê nedigîşt wan deran.
Di radyoyê de rola jina
Her çiqas ku wê demê di nava civakê de jin li
paşbûna jî ku meriv li xebatkar û sitranbêjên radyoyê dinêre bi rehetî dibîne
ku rola jinan a di radyoyê de ne hindik e. Temûrê Xelîl dibê ku “Meseleya
dengbêjên jin pir zehmet bû. Birayên wan, mêrên wan, mirovên wan nedihîştin ku ew
di radyoyê de bistirên.”
Tevî ku rewş wihabû jî bi saya rêvebirên radyoyê dengê
wan dengxweşan wek bayek qedîm hê jî di guhê me de dike pistepist. Temûrê Xelîl jî bal kişand ser vê û got, “Lê Xelîlê Çaçan
wisa kir ku dengê hemûyan jî qeyd kir: hinek mirovên wî bûn, wek Zadîna Şekir,
hinek bê mêr bûn, wek Sûsîka Simo, hinek pêşketî û xwendî bûn, wek Kubara Xudo
û Aslîka Qadir, yên din jî bi dizî dengên wan qeyd dikirin, navên wan
diguhastin, ku tu kes nizanibe ew jina kê ye, an xûşka kê ye.” Ji roja ku radyo
hat avakirin vir de jina Xelîlê Çaçan Eznîva Reşîd 27 salan bêjertî kir. Li gel
Eznîva Reşîd hin caran Sêvaza Evdo, hin
caran jî Lusika Huseyn û Gulîzera Casim bêjertetiya radyoyê dikirin. Dengê hin dengbêj û sitranbêjên wek
Aslika Qadir, Susika Simo, Xadina Şekir, Meyrem Xan, Asa Evdille, Belga Qado, Ayşe
Şan, Fatma Îsa, Dîlbera Wekîl, Xana Zazê, Şibliya Çaçan, Gulîzera Etar, Werda
Şemo, Cemîla Çavuş jî di nav gelî û çiyayên welatê kurda de belav bû.
Di parastina mûzîka kurdî de rola Radyoya Êrîwanê
Bi frekansên radyoyê deng û nameyên mûzîkjenên kurda
li seranserê Kurdistanê belav dibû. Hin stranbêjên kurd yekem car di vê radyoyê
de dengê xwe belavkirin. Aslika Qadir ku bi strana xwe ya navdar “Welatê Me
Kurdistan e” li tevayê Kurdastanê hat naskirin. Ji van mûzîsyenan yek jî
solîstê Koma Wetan Kerem Gerdenzerî ye. Gerdenzerî derbarê radyoyê de hestên
xwe waha da der: “Radyoya Êrîwanê ji bo miletê me gelek baş bû, xebatkarên
radyoyê xebatên gelek mezin dikirin ji bo miletê me kurda. Ez çawa dizanim
emekê Xelîlê Çaçan Mûradov di Radyoya Êrîwanê de geleke pir e. Di her malê de
her tim dengê mûzîk û stranên kurdî dahat.”
Gerdenzerî di derbarê albûma wan a yekem a bi navê
‘Baê Paîzê’ ku pir dixwestin ku bişînin radyoyê de jî çend gotin bi me re par
ve kir. Gerdenzerî, “Me gelek dixwest ku me albûma xwe bişanda Radyoya Êrîwanê
lê çênebû. Min albuma ‘Baê Paîzê’
şande radyoya Êrîwanê û sal 1986 bû. Lê albûm negihiş Êrîwanê.”
Li gor daxuyaniyên ku
ji alî xebatkarê radyoyê ve hatine kirin, zêdetirî 1600 stranên kurdî niha di
arşiva radyoyê de qeydkirîne û ev hemû jara yekem di radyoyê de hatine weşandin
lê bele piştî vê li tu deran nehatine weşandin.
Naveroka Radyoyê
Bi zêdebûna dema weşanê re naveroka radyoyê jî li gor
salên pêşî dewlemend bû. Bi belavbûna dengê radyoyê ji guhdarvana jî name ji
navenda radyoyê re dihatin şandin. Ji bo van daxwazên guhdarvanan bernameyek
teybet bi navê ‘Fikra Guhdarên Me’ hate çêkirin. Daxwaz û ramanên ku wê demê di
wan nameyan de cih digirtin niha jî di arşîva radyoyê de hene. Ji ber ku pirê
kurdên Êzîdî, û ermeniyên Kurdistanê li pişt xwe malbatên xwe yên belawela û wenda
hîştibûn û çûbûn Ermenîstanê, ji bo van kesên wenda û malbatên wan bernameyek ‘Xerîbên
Xwe Digerim’ hatibû çêkirin. Bi saya vê bernameyê hin kes digêjiyan malbatên
xwe yên ku ji ber şer û kaçberiyê wenda
kiribûn. Bê van bi navê ‘Serhildanên Kurda’, ‘Rojnîşa Çandê’, ‘Zimanê Teyî Dê’,
‘Pênçşema Edebiyatê’, ‘Rasthatin û Bîranîn’ bernamayên dewlemend dihatin
çêkirin û helbet mûzîk.
“Me mûzîk ji Êrîwanê guhdar dikir”
Radyo di hişê guhdarvanên bakurê Kurdistanê de
jî piranî bi mûzîka niştecî bûye. Ji
guhdarvanên radyoyê yên wê demê Brusk Solduk ku wê demê li Amedê xwandekar hestên
xwe yê derbarê radyoyê wiha rawa dike: “Dema 80’yî de min li radyoya Êrîwanê guhdariya
mûzîka kurdî dikir. Tenê di hişê min de mûzîka wan maye”.
Ka kî di radyoyê de tunebû?
Egîdê Cimo bîranîna xwe yên di derbarê radyoyê de waha
anîn zimên, “Sala 1955’a bû, radyoyek min hebû. Min ji vê radyoyê tim Radyoya
Bexdayê guhdar dikir. Rojekê min pêla wî guherand û bi carekê re kurmancî hat
guhê min. Wêşana wan wê demê tenê 15 deqe bû. Min got gere ez herim radyoyê.”
Piştî wê Cimo
di beşa sazbendiyê de dest bi kar dike. Piraniya sitranbêj û sazbendan piştî
bihistina denge kurdî berê xwe dane radyoyê û denge xwe qeyd kirine. Şeroyê
Biro, Seîdê Şamedîn, Karapetê Xaço, Reşîdê Baso, Memê Kurdo, Efoyê Esed, Egîdê
Tacir, Memoyê Silo, Şibliyê Çaçan, Egîdê Cimo, Aramê Tîgran, Silêmanê Mecîd,
Şamilê Beko, Xelîlê Abdûllah, Ahmedê Mîrazî, Seyadê Şame, Davîdê Xilo, Taharê
Emer, Xelîlê Evdile, Wezîrê Usiv, Şamilê Beko, Mehmedê
Mûsa, Bela Qado jî di nav de, bi dehan stranbêj û şexsên ku li tevayê
Kurdistanê têne naskirin di radyoyê de avayêkî cih girtine yan jî xebitî ne.
Rewşa
niha ya radyoyê
Piştî ku Ermenîstan ji Rusyayê veqetiya Radyoya Êrîwanê
ket tengasiyek mezin. Fînansa dezgeyên kurdan li Ermenîstanê hat birîn. Ji ber
nebûna aboriya radyoyê xebatkarên radyoyê û dema weşana radyoyê kêm bû. Têmûrê
Xelîl li ser rewşa radyoyê ya vê hêlê jî wiha got: “Niha dewsa 9 xebatkarên
berê tenê 2 kes mane. Ermenî dibêjin em nikarin alî we bikin, niha Kurdistana
we çê bûye, bira ew alîkariya we bikin. Ango rewş niha ha ye: Ermenîstan nikare
alîkarî bike, Kurdistan jî nake.”
Weke Xelîl jî dibêje, rewşa radyoya ku ji bo kurdan
xwedî wateyeke xeyalîbû di halekî xemdar de ye. Vê gavê di radyoyê de çend
xebatkar tenê mane. Ji van Keremê Seyad ji roja ku radyo ava bûye vir de
bêjertî dike. Kurê Keremê Seyad Tîtalê Kerem, qîza wî Leylaya Kerem, Sîma
Samend, Cemîla Celîl hê jî xebatên xwe di radyoyê de berdewam dikin. Qeydên radyoyê ku bi nirxên zêrê reşadî de ne nuha di arşîva radyoyê de ne. Xelîl
derbarê arşîvên radyoyê de jî dibê ku “Arşîv di cîyê xwe da ye, kî bixweze hemû
stranan kopî bike, bira pêwendîyan bi radyoyê re dêyne emê ji wan re bibe
alîkar.”
Îstasyona dengên teze: Radyoya Êrîwanê
Reviewed by xewname
on
Ekim 20, 2016
Rating: 5