Andrei Tarkovsky: Divê em tecrubeyên xwe bijîn; tecrube ji kesên din wek mîrate namîne


Şert û mercên Rublev(*) tê de dixebite ne rewşek awarte ye. Hunermendek tu carî nikare di bin rewşek îdeal de bixebite. Ger ji xwe li dinyayê rewşek wiha îdeal hebûya, pêdivî bi hunermendan nedima. Divê hunermend ne dorhêlek vakûm de bijî û divê hin dehdeyên li ser wî/wê bo bidestxistina afirîneriya wî/wê guncav bin. Dawiya dawîn de, ji ber ku dinya ne cihek bêkêmasî ye, ji însana cûreyek wek hunermendan derketî ye. Ku dinya cihek bê kul û dert bûya, dê hunermend jî qet dengê xwe dernexista û jiyana xwe di nav wê ahengê de derbas bikira. Tişta em dibêjin berhama hunerî, ji dinyayekî nexweş dizê û ji wir li dervayê xwe xwîya dibe. Pirsgirêka di Rublov de; lêgerîna hevahengiya di nav pêwendiyên mirovan de her wiha di nav huner û jiyanê de, di nav dem û dîrokê de ye. Mijara fîlmê ev e.
Tecrubeyên mirovahiyê mijareke din a girîng e. Niyeta min ya di vê fîlmê de nîşandayîna bêîmkaniya veguhestina tecrubeyan bo kesek din an jî bêîmkaniya hînbûna tiştek ji kesek din e. Divê em tecrubeyên xwe bijîn; tecrube ji kesên din wek mîrate namîne. Mirov bi piranî dibêjin ku tecrubeyên kalik û bavikên xwe bikarbînin. Ev rêya herî hêsan e lê divê her kes tecrubeyên xwe biafirîne. Ji hêla din ve ku em dibin xwedî tecrubeyek, wexta me ji bo bikaranîna wê namîne û bi awayek mafdar nifşên nû guh nadin wan. Dixwazin tecrubeyan bijîn lê ew jî dimirin. Ev e qanûna jiyanê, wateya rasteqîn a jiyanê; bi awayek zorî em nikarin tecrubeyên xwe veguhezînin mirovan an jî em nikarin hestên ku civak divê bê hîskirin bi wan bidin hîskirin. Em tenê bi tecrubeyên xwe yên kesane dikarin ji jiyanê fêm bikin. Keşeyê Rublev jiyaneke tevlîhev borand; di Sêbereya Pîroz de bi hoste Radonevsky re xebitî lê ev dijî doktrîna wî ya jiyanê bû. Neçar bû ku dinyayê ji çavê hosteyê xwe bibîne. Hew di dawiya jiyana xwe de wek xwe jiya.
----------
(*) Andrey Rublev fîlma Andrei Tarkovsky ye ku di sala 1966’an de çêkirî ye. Fîlm ji ser jiyana nîgarçêkerê îkona Andrey Rublev, dîroka welatê Ûrisan a di Heyama Navendî de radixe pêşberî me.


Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.