Def; amûra resen ya muzîka kurdî


Her kurdê ku jiyana xwe li Kurdistanê derbas kiribe def ji bo wî cîhek girîng digre. Di dema germa havînan de çend derwêş gund bi gund digeriyan û bi efsûniyek weşartî pêçîkên xwe yê ji def jentinê bûye şaraza, li defê dixistin. Ku meriv wan kesên defjen didît hîs dikir ku van kesan amûrek beriya dîrokê bi kar tînin. Dû re wan kesan hêdî hêdî wenda bûn û niha kêm caran xwiya dibin.
Def çawa tê çêkirin? Qasnaxa defê piranî ji daran tê çêkirin. Çermê bo lêdanê ji cermê heywanan tê çêkirin. Di van dawiyan de yên bi plastîk ve jî tên çêkirin heye lê ev qasê yê çermê heywanan guncav nînin. Çermên heywanan yê ji bo defê tê amadekirin pêşî tê germkirin bo şidiyayî be. Bo şidandinê hin caran ava germ tê bikaranîn hin caran jî nêzê agir tê danîn hetanî hat halê tê xwestin. Her çiqas defên bi çermê heywanan tê çêkirin dijwar be jî bo qelîta deng derxistina wî hêja ye. Di hindirê qasnaxê gilover de helqeyên metal hene, bi saya van helqeyên metal dema defjenînê def alî jor û jêr de tê hecandin û rîtma tê xwestin tê bi dest dixin. Her çiqas rehet bixuyê jî ji ber van teybetiyên wî jentina defê gelek zor tê qebûlkirin. Di defên niha de piranî tenê alîkî qasnax bi çermê heywanan girtî ye lê di çavkaniyên dîrokî de em rastê defên du aliyên wî bi çerm girtî jî tên. Di heman demê de xebatên arkeolojîk te em rastê defên çargoşe jî tên ku niha defên bi wî rengê nîne tên. Def piştî kurdan bi rêya erebên bakûrê Afrîqayê derbasê Îspanyayê bû û ket nav muzîka Awrûpayê û wek tambour û basque hat navkirin.

Defjenên jin yên beriya zayînê
Ku meriv şeklê defê difikire bêjinga arvan tê ber çavê meriv. Bêjing jî wek defê     gilover e û alîkî wî girtî ye. Meriv ku li ser bêjing û defê difikire, rê derdikeve ser jinê. Li gor lêkolînvanên dîrokzan her çiqas def niha amûrek ku zêde mêr bikartînin jî be di demên pêşîn de bêtir jinan dijenand. Defa ku ji serdema antîk vir ve amûra rîtuelan e di heykel, nîgar û çavkaniyên niviskî de bi jinê hatî zanîn. Di kolandinên bin erdê de xwedavendên bi def hatine dîtin û ev jî nîşan dide ku def him tiştek pîroz e û tiştek jinanî ye. Piştê ku mislimantî hate Kurdistanê defjeniya jinê nema. Defjenî ket tekela mêran û ev rewş hetanî roja me berdewam e.

Pîroziya defê di baweriya Ehlî Heq de
Di dema zikran de bo muzîkê def tê bikaranîn û ev wek pîroz tê qebûlkirin. Ji ber ku amûrek pîroz tê dîtin; def di nav zikrvanan de tê gernadin her kes destê xwe lêdixe û bi rêzê defê paçî dikin. Di baweriya Ehlî Heq de dema cemê de beşdarvan bi awayek daîre rûdinên û bi hev ve ya bi rêya kemberek an jî bi rêya potek tên girêdan. Bi vî awayê ji însana şiklek gilover derdikeve holê û hemû însanên zikir dikin bi hev be tên girêdan. Vê giloveriyê şiklê defê tîne bîra meriv û teybetiya gilovertiya şeklan di baweriya ehlî heq de dide nîşandayîn.
Di baweriya Ehlî Heq de diayên “Muraqebat” bi muzîkê tê xwendin. Hin kesên di dema van diayan de dikevin rihekî tirans û dikarin li ser komira vêdikeve de derbas bibin û ara vêketî li canê xwe bidin. Hinek derwêş tiştên ecêptir dikin wek bi naqarata “la illaha ill’allah, la illaha ill’allah” şûran di canê xwe de diçikînin, agir vedixwen, li hewa difirîn û hwd. Hin kesên nexweş jî bi rêya defê tê tedavî kirin. Serokolên yeresanan her dem kesên muzîkjen bûne û bawer dikin ku bi rêya muzîkê xwe bigihînin sirên baweriyê. Kesên beşdarê cemê dibin bi rêya muzîkê xwe digihînin sirê rastiyê. Ji hêla din ve yek jî peywira muzîkê bilindkirina nirxên manevî ye. Di baweriya Yeresanî de rih bi rêya muzîkê neqlê Adem dibe.
Wek Ehlî Heq di ezdîtiyê de jî cîhê defê girîng e. Di ayînên olî de kesên bi navê “Qewal” ku vana him muzîkjen in û him jî wezîfedar in li defê dixin. Di van ayînan de kesên bi navê “Koçek” jî wek alîkarê qewal beşdarê merasîma muzîk û reqsê dibin. Ku meriv li qewlên di van merasîman de tê xwendin dinêre koka wan diçe hatîna serdema navend û ev jî nîşanê me dide ku reqs û muzîka ezdiyan bingeha xwe ji çanda paganîst distîne. Hetanî 50 salan def xêncî ayînan li derve nedihat jentin. Di jiyana rojena de jentina defê wek heqaret dihat hesibandin. Di van salên dawî de ev ji holê rabû lê dîsa jî muzîk û diayên nirxbilind di jiyana rojane de nay gotin.

Def:Amûra mûzîkê ya netewa kurd

Tişta ku defê di nav kurdan de derdixe pêş ew e ku; def amûrek netewa kurd e û li tu cîhek din li gor teybetiya defa kurdan nîne. Koka defjeniyê di nav kurdan de diçe beriya zerdeştiyê, bi hatina mislimantiyê wekê hemû amûrên muzîkê def jî hat qedexekirin. Lê wek hin edet û baweriyên beriya mislimantiyê bi hin guhertinên piçûk ket nav baweriya mislimantiyê. Wek hemû gelên din di nav kurdan de jî şopên beriya baweriya mislimantiyê tê dîtin. Ji ber ku di baweriya kardan ya beriya mislimantiyê de def xwedî bandorek mezin bû piştê qebûlkrina mislimantiyê jî bandora defê berdewam e. Di piraniya tarîqatên kurdan de def di zikr û ayînan de tê bi kar anîn û cîhek girîng digre lê ef defjenî tenê di cîhê girtî de tê lêxistin. Derbarê resentiya defê de di nav kurdan de defjenê navdar yê navnetewî Huseyin Zahawî van agahiya da me: “Her miletên li dinyayê bi amûrên xwe yê teybet hene. Di muzîka kurdî de şêweya lêdanê xweser e û amûr jî her wiha resen in. Tu wê amûrê li cem mileteke din nabînî. Mesela di nav ereban de jî def heye lê defa wan li gor ya me gelek cihê ye. Yek ji alî arşîtekt cihê ye, yek jî ji alî jenînê de cihêtî heye. Di nav kurdan de def bi feqî û derwêşan de destpêkirî ye. Li nav her miletê de amûrên resen yê wan heye, di nav kurdan de jî amûra herî balkêş û resen def e. Def li hemû perçê Kurdistanê tên lêdan.”

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.