Jiyanek serfiraz, xebatên dûdirêj: Huseyn Huznî Mukriyanî


Hin kes hene ku bi salan ji bo dev û dora xwe xebatan dikin û nizanin rawestandin çiye. Ku kesek bipirse netewperwerî çiye meriv dikare bibijêm ku yek derketibe ser emrek mezin û pêdiviya wî bi tu tiştek tinebe lê hin hin tiştan ji bo gelê xwe bike ew kes e netewperwer. Ku meriv li eynik-jiyana Huseyn Huznî Mukriyanî dinêre tiştek bi vê rengê dibîne. Tiştê Huseyn Huznî Mukriyanî  derdixe pêş ew e ku cara yekem di nava kurda de matbayek moder ava kiriye û bi hezaran pirtûkên kurdî û zimanên din çap kirî ye.
Huseyn Huznî Mukriyanî di 12 Îlona 1893’an de li Rojhilatê Kurdistanê li gundê Hecî Hesena ku girêdayê bajarê Mehabadê ye tê dinê. Wekê her kurdeke wê dewrê perwerdeya xwe ya yekem ji bavê xwe distîne. Bavê wî Qasim Seîd ligel perwerdeya bi xwe dide kurê xwe wî dişîne medreseya xalê wî Mihemed Sadiq ya li gundê ji dayîk bûye. Piştî çend salan dest bi perwerdeya fermî dike. Di sala 1905’an de bi daxwaza bavê xwe ji gundê xwe diqete û dikeve rêyek dûr û dirêj, her bajarek ku diçe jê re dibe dibistanek, li her bajarê zimanek hîn dibe. Piştî ji Mehabadê diqete cara pêşî derbasê peytextê Îranê, Tehranê dibe, ji wir jî berê xwe dide bajarê Tebrîzê û ji wir jî derbasê Erîvanê dibe. Hetanî sala 1910’an li Erîvanê dimîne û li vir di dibistanan de perwede dibîne. Ji Erîvanê derbasê Rusyayê dibe. Li Rusyayê di dibistanên bajarê Moskow û Senpetersbûrgê de sal û nîvek dixwîne û rûsî hîn dibe. Ji wir derbasê Kabîlê dibe û di demek kin şûn de jî diçe Hîndîstanê. Li vir zimanê sankirîtî hîn dibe û bi ziman û felsefeya Asyayê re dibe nas. Piştî Hîndîstanê çend welatê Asyayê digere. Bê van welatan hetanî 20 saliya xwe Misir, Lûbnan, Yemen, Hîcaz û welatên devdor digere. Di gera van welatan de zimanê wan jî hîn dibe. Bêyî kurdî; bi erebî, hîntî, farisî, rusî û tirkî dikare binivîse û bixwîne.
Çûyîna wî ya Stenbolê
Piştî ev qas bajaran Huznî Mukriyanî berê xwe dide navenda pêşveçûnan û di sala 1913’an de digîje peyyextê Osmaniyan. Li vir bi dev û dorê siyasî yê kurdistanî re dibe nas. Huznî Mukriyanî li Stenbolê di saziyên kurd yê wî demê de cîh digre û xebatên xwe didomîne. Bi Mihemed Mîhrî Hîlav re di bin banê Cemiyeta Hêvî  di 6 Hezîrana 1913’an de dest bi derxistina Kovara Kurdistanê dike. Bi nasîna wan devûdoran bala wî diçe ser çapemeniyê û van bûyerên li vir jiya di jiyana wî ya mayî de bandorek mezin dike. Çapemenî di siyê wî dibe bû bar û heta dawiya emrê xwe bi serbilindî vê barê tîne cîh. Piştî salek ji Stenbolê derbasê Fransa û Almanyayê dibe. Li van deran pêşveçûnên derbarê çapemeniyê de bi çavê xwe dibîne û dixweze bêparbûna kurda ya vê qadê bi awayek tije bike.
Di çapameniya kurd de dewrek nû.
Piştî ku Huznî Mukriyanî derket Avrûpayê bi 120 lîrayê makîneyek çapkirinê kirî. Li gor hin lêkolînvanan yekem car pirtûkek di çapxana xwe de li Berlînê çap dike. Li gor dîroka çapameniya kurd ev dîrok, dîrokek zûye û vê bûyerê Huznî Mukriyanî dixe nava rêza yekemîn. Piştî makînê çapê dikire ji ser Stenbolê derbasê Helebê dibe û li vir cîhek dikire. Vê çapxanê di dîroka kurdan de wek “matbaya yekem ya moder” tê hesibandin. Ji ber ku matbaya bi kar dianî li gor tîpên erebîbû û ji zimanê kurdî re kêm dihat cardin vegeriya Almanyayê û qalibên nû kirî. Di nava van qaliban de tîpên wek; ç (ﭺ), g (ﮒ), j(ﮊ), p(ﭖ), v(ﭪ) ku di di elîfbaya erebî de tunebû tevlî kir. Vê bûyerê bandora xwe hêjî didomîne ku ev elîfbaya ku Huznî Mukriyanî rast kiriye hêjî li Başûr, Rojhilat û hin cîhên din tên bikaranîn. Bi saya Huznî Mukriyanî standartiya elîfbaya aramî ku niha li Herêma Kurdistanê alîfbaya fermî ye cîhê xwe digre.
Belavkirina kovar û pirtûkên kurdî
Huznî Mukriyanî bi rastikirina qalibên matbayê di sala 1915’an de dest pi çapkirina pirtûkan kir. Di serî de Mem û Zîna Ahmedê Xanî di matbaya wî ya Helebê belav bû. Çapxana ji kurdên wê derê re bû sîwanek û cîhê civînê. Huznî Mukriyanî tenê li Helebê bi karê çapxaneyê re mijûl nebû di heman demê de gund bi gund li Kurdistanê geriya û ji çand û folklora kurdan berheman li hev civand. Dest bi derxistina kovara Çiyayê Kurmanc kir û ev kovar di nava rewşembîran de deng veda. Di ber kovara Çiyayê Kurmanc kovarên bi navê Botan û Soran jî hat belavkirin.
Di 1925’an de Serîhildana Komîteya Azadiyê ku di bin seroktiya Şêx Seîd de dest pê kir Huznî Mukriyanî jî li çapxaneya xwe dest bi derxistana kovara bi navê Diyarbekir kir. Ev kovar bi zimanê kurdî û fransizî dihat belavkirin. Kovar bûyerên ji bereya şer bi probagandaya kurda dikir. Bi piştgiriyek zelal ji kurdan û ji dewletên wek Fransayê dixwast ku alîkarê serhildanê bibin. Bi saya vê kovarê gelê kurd yê li Başûr û Rojhilat jî ji şerê li Bakur haydar dibûn. Piştî ku serîhildana li Bbakur têk çû bi daxwaza Tirkiyê, Fransa zext û zorê da ser çapxana wî. Çend çaran çapxana wî hat girtin û dest danîn ser qalibên wî yê çapê. Li hember van zoriyan çend mehan dîsa li Helebê ma. Şevek bi dizî makîneyê matbaya xwe girt û berê xwe da Bexdayê. Her çiqas demek kin li vir mabe jî rehetî nedan wî û mecbûr ma ku berê xwe bide Rewandûzê.
Jiyanek bi lez û bez û bi sedan berhemên çapbûyî
Li Rewanduzê hinek rehetî dît. Di 25’ê Gulana 1926’an de li Rewanduzê dest bi derxistina kovara Zarî Kurmancî kir. Kovar di dema xwe de bandorek mezin kir û hetanî sala 1932’an 24 hejmar derket. Di kovarê de bi piranî li ser dîrok, ziman û bûyerên rojane dihat sekinandin. Huznî Mukriyanî di sala 1933’an de derbasê Silêmanî, ba Pîremêrd bû û bi wî re dest bi xebatê kir. Herdûyan bi hev re di sala 1934’an de dest bi derxitina rojnameya rojane Jiyan’ê kirin. Dû re bi Parêzer Şît Mustafa re di navbera salê 1935-1936’an kovara Ronakî desrxistin. Ji sala 1942’an hetanî sala 1946’an sernivîskariya Dengî Getî Taze kir. Di nivîsên vê rojnameyê de piştgiriya Komara Kurdistanê li Mehabadê kir. Gelek caran kete girtîgehê û derkete. Herî dawî di 12’ê Gulana 1941’an de dikeve girtîgeha Mûsilê û demek şûn de derdikeve. Huznî Mukriyanî sê mehan bi nexweşiya qanserê re dijî û di 20’ê Îlona 1948’an de di 55 saliya xwe de li Bexdayê diçe ber rehma Xwedê. Li gor daxwaza wî li Hewlêrê di goristana Îmam Mihemed de hat binaxkirin. Piştî mirina wî birayê wî Gîv Mukriyanî çapxana wî dikşîne Hewlêrê û li wir çapkirina pirtûkan dewam dike.
Piştî ku makîneya matbayê kirî li ser 400 pirtûkan re çap kir. Bi dehan pirtûkan vergerand zimanê kurdî û bi dehan pirtûkan jî bi xwe nivisand û belav kir.Huznî Mukriyanî di heman demê de navên Huznî û Damawî Mukriyanî jî bi kar dianî. Her çiqas lîsteya pirtûkên di çapxana xwe de çap kirî tunebe jî ya herî tê zanîn Şerefnameya Şerefxanê Bilîsê ku Hejar vergerandibû kurdiya jêrîn e.

Pirtûkên ku Huznî Mukriyanî bi xwe nivisandî û belavkirî ev in: Awirekî Paşav(Rewanduz), Şahînşahanî Kurdî Zendî (1936), Mîranî Soran(Rewanduz,1935), Navdaranî Kurd(Rewanduz,1931), Kurd û Nadir Şahî Hevşar(1936) Kurdistanî Mukriyan(1936), Gevherê Yekane(Heleb,1914), Mêrgeya Dilan(Heleb,1920), Xunçeyî Biharîstan(Heleb,1925), Pêşkevtin(Rewanduz,1927), Mêjûyî Hukumdaranî Baban(Rewanduz,1931), Bi Kurtî Hekayetê Dîrokî Rojnamekan Da (1947), Elemê Kurd, Tarîxî Baramî Çûbîn, Tarîxî Kurdistan, Mêjûyî Koyê, Sablax(Mehabad) û Şêx Ubeydulahê Nehrî, Selahaddînê Eyûbî li Mêjû da, Neteweyê Kurd, Mêjûyî Aşoriyekan, Caf û Dizlî li Mêjû da, Simko û Seyîd Tahayê Şemzînan, Mêjûyî Hewlêr, Mêjûyî Şarê Kerkûk, Mîranî Kurd li Iraqê da, Îmadiye Behdîna Êzidî û Baban, Kurd û Serfirazî, Kurdistan le şerekanî cengî cîhanî yekem da.
Mala Huseyn Huznî Mukriyanî li Rewandizê

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.