Peşêw: Piştek birîndar ku li ber qamçiyê xwe rabûye

Helwest-helbestê Peşêw bi salan bo civaka kurd çirayek ronak bû ku hêjî venemirî ye. Helbestên wî yê rewşa kurda vedibêje li piraniya zimanên cîhanî hat vergerandin. Peşêw netewperweriya xwe ji Hecî Qadirê Koyî standî ye gihandiye roja îroyîn. Helbestên wî nexşeyek civaka netewa kurd e ku li gel başiyan civakê dikarin xerabiyên wî jî bibînin û wan tedawî bikin.

Qedirzanek ziman û gelê xwe
Peşêw di 1963’an de tevlî şoreşê dibe lê ji ber ku hevdîtin bi general Arif re destpê dike vedigere û xwendina xwe didomîne. Peşêw wan rojan û bandora li ser jiyana xwe di hevpeyvîna xwe ya kovara Armanc re waha bi lêv dike: “Erê ez wextekî  pir hindik din av şoreşê de mam lê şopa wî di dilê min de ma û ji bom in bû tecrûbeyek mezin. Êdî min bi çavê xwe dît ku Kurdistan welatek dagirbûyî ye...” Di demên pêşî de ji ber ku derfetên helbestê xwe belavbike tunebû bi rêya dezgeyê partiyan pirtûkên xwe çap dike. Helbet bi dehan helbestên wî wenda dibin. Peşêw serboriyek wendabûna helbestên xwe waha dibêje: “ Nivîsên min yê di navbera salên 1961-65’an wenda bûn. Çimkî careke polîs girt ser mala me, da ew nekevin nav lepê wan min defterên xwe hemû şewitandin. Ligel ku nivîsên min yên wê heyamê hîn xavbûn jî, lê kudi destên min de bimana minê îstîfadeyek baş ji wan bidîta.”
Tiştê Peşêw dike Peşêw ew e ku tu carî li hember hizbekî û hêzekî ji rastiya xwe veneqetiya ye û serî li ber wan netewandî ye. Ji bo vî sirgûnbûna ji welatê xwe jî daye ber çav. Peşêw di axaftineke xwe ya li bajarê Hewlêrê de fikrên xwe yê derbarê destkeftiyên kurdan de waha tîne ziman:”Divê li Kurdistanê deskeftî para her kesî be, ne ku bo kesekî hebe û ji bo kesekî nebe. Herwiha her zarokekî ku li Kurdistanê çavê xwe veke, divê mafî wî/wê hebe. Ev welat yê hemûyan e û xêr û bereketa wê jî divê bo hemûyan be.’’
Peşêw bi zimanê kurdî dijî û fikra têkçûna ziman wî bêzar dike. Peşêw di axaftina xwe ya li bajarê Silêmaniyê de waha digot: “ Gava ziman tune dibe, êdî hemû tişt ji dest diçe, çiku bêyî ziman, netewe û dewlet dirust nabin. Ditirsim çend salên din em ji hev fêm nekin, çiku dixûyê kodên zimanê kurdî ji nav diçin.” Peşêw dibê ku rojek min Roj TV’yê temaşe dikir, di cîhek de gerîlayên PKK’ê firokeyek tirkan dixistin. Çi kesek kurd be li hember vê kêfxweş dibe lê di berdewa wî de gerîlayan kêfxweşiya xwe bi zimanê tirkî dan der û digotin “düştü, düştü.” Ev jî bedbextiya me ye.

Xweşandina sirgûniyê
Peşêw ji kiryarên birakujiyê ewqas bêzar e ku di helbestek xwe de dibê; “Ewê kurd be û kurd bikuje/ Pîç e, teres e, qewad e. Peşêw xwe nagre, di helbestek xwe ya din de pozê serokên kurdkujiyê dike dişibîne “Cotek pêlavên bi pîne, erzan, gemarî, sivik û heram.” Peşêw dibê; belê misîbet pêsîra me girtî ye û ku em rûtir in ji kevirê çiya di ser de jî kurd; “Li ser kurtî û dirêjiya mûyê dûvê dewêr” “Xwîna hevdû fir dikin.” Peşêw bi fikrek Frantz Fanonî li hember hevdû kuştina bindestan derdikeve, tûndiya li hember hev bikaranînê mehkûm dike.
Peşêw kesin kes şerê birakujiyê qebûl nake, çi gotinên gemarî hebe ji bo wan bi kar tîne. Dibê “ez dijminekî mezin ê birakujiyê me û waha behsa kurdkujan dike: “Tu tişt birakujiyê li ba min pak nake. Gemartirîn şer, namerdanetirîn şer, bêşereftirîn şer, şerê birakujiyê ye.” Peşêw ji zaroktiya xwe vir ve ligel kesên dûrê serdestiyê sekinî ye, di helbestek xwe ya din de xwe dişibîne zarokek netebitî û “kevir davêje malê şûşebendê mezinan.”
Peşêw tenê nanivisîne, helbest ji bo wê ne tenê nîşandayîna hestan e; bi gotinên wî yê qada Hewlêrê beriya ku here sirgûniyê kiribû qîje qîj helwesta wî diyar dike: “A ku li ber destê te ye berî helbestê helwest e. Dema min ew nivisî li ber çavê min xeyalê hejarekî Şêxelayî hebû, ne yê yekî ji şiîrê têr û ku lê serwer bû. Ev şiîr ji mîkrofonê re hatine nivisîn, ne ji xwendina bêdeng re. Qêrîne ne piste pist, rakirin e ne rûniştin, bez e ne meş. Qûre qûr e ne hîske hîsk. Ji bo yekî li ber xeniqandinê awayê qîrînê ne girîng e. Xurtiya qêrînê pê girîng e. A ku li ber destê te ye qîjîn e.”
Par, Komeleya Nivîskarên Kurd (Kurd-Pen) Peşêw  ji bo Xelata Nobelê ya Edebiyatê namzed nîşan da û sevanamzednîşandayîna wî çend rêzeçalakî li hat li dar xistin. Peşêw derbarê namzednîşandana xwe ya ji bo Xelata Nobelê de wiha got: "Xelata Nobelê meseleyeke siyasiye. Heke meseleya Kurdistanê çareser bibe, Ebdulla Peşêw nebe jî dê Ebdulla Peşêweke din derkeve holê. Heke xelatê nedin min, ez bawer dikim ku dê 20 an jî 50 sal bi şûn de kurdekî din dê Xelata Nobelê werbigre."


Evdila Peşêw kî ye? Evdila Peşêw, di navbera salên 1946-47’an de li gundê Bêrkot ku girêdayê Hewlêrê ye tê dinê. Du di saliya xwe de Peşêw bavê xwe wenda dike, li nik mala mamê xwe dimîne. Zor û zehmetiya zarokatiyê bandorek mezin li ser wî dike ku naxwaze zarokatiya xwe bîne bîra xwe. Di sala 1961’an de helbesta xwe ya yekem di kovara Hewlêr de belav dike. Peşêw li Hewlêrê dibistanê diqedîne û li gundek nêzî bajêr dest bi mamostetiyê dike. Sala pey wî diçe Rûsyayê û di 84’an de li Moskoyê Enstîtuya Zimanên Beyanî, beşa wergeriya îngîlîzî û rûsî diqedîne û teza xwe li ser Pîremêrd dinivîse. Di navbera salên 1985-90’an de li Libyayê bajarê Trablûsê di zanîngeha El Fatîh de mamostetî dike û di 94’an de vedigere Kurdistanê. Niha li Fînlandê dijî.


Kurdistana min î enfalbûyî enfal dibe

Dîrok! Binvîse ku bêdeng nemam
Şiîr! Bibûre min tu gelek westand
Pexşan! Gelek spas tu hatî hawara min.
******

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.