Çendî geram le şaran Nem dî kes wek to ciwan bê

Helbet heye di jiyana her kesî de stranek ku jê re rêberî dike û helbet strana tu kesî ji ya kesên din hêjatir nîne. Radyo di jiyana min û di jiyana kesên hevçaxê min de cih negirt. Yanî tu car bûyerek wiha neqewimî; "yaw min tam radyoyê vekir pêrgî dawiya strana ku ez herî jê hez dikim hatim." Lê helbet me çendî negihandibê û guhdar nekiribe jî radyoyên me hene wek a Erîvanê ku "çiya û welatan bilind dikin bi lîlîyên xwe" Strana ku ez guhdar dikim û dibêjim; aha ev e tişta ku ez dixwazim, ew jî strana "birîndar im" e. Sal derbas dibin ew her dimîne di cihê xwe de. Bi heval û hogiran re guhdar dikî ew dimîne di cihê xwe de. Bi xoşewîst û ne xoşewîstan re guhdar dikî ew dimîne di cihê xwe de. Û di sînorê ku tu bibêjî "gelo ez herim ji xwe re qehweyek çêkim an xwe daliqînim" de dimînî û ne qehwe çêdikî ne jî xwe didaliqînî. Radibî ji kompîtara xwe ya ji ariya cixarê têra xwe qirêj bûye strana "birîndar im" ji dengê Homer Dizeyî vedikî û ji tebaqeya xwe ya titûnê ku li ber tavê zûwa bûye û di her nefes kişandinê de dilê te digivêşe, ji xwe re cixareyek pêdixî. Stran digere û tu dig(i)erî, serê te li aliyeke din digere. Her digere.

BIRÎNDARIM (Soranî)
Çendî geram le şaran
Nem dî kes wek to ciwan bê
Kîjole neşmîlekey caran
Çon debê nêwanman wabê
Be yadî seyranekey naw daran
Birîndarim, birîndarim
Dêtewe bîrit giyan
Çaw çawanêy ser banî
Dest le milaney bin dîwaran giyan e
Maç û mûçî êwarey ser kanî
Be yadî ew hemû cêye ciwan e
Birîndarim, birîndarim
Êstaş meylim her mawe
Dil yek e û negorawe
Êstaş deng danewey çirpey diwanit

Le gwême û wekû xoy mawe
Be yadî hemû cêyekey ciwanit
Birîndarim, birîndarim

--------------
BIRÎNDARIM (Kurmancî)
Hindî ez li bajaran gerram
Min nedît kes wek te xweşik bit
Keçika xweşika pêştir
Çawa dibit ku navbera me hosa bit
Bi bîranîna seyrana borî
Birîndarim, birîndarim
Diête bîra te canê min
Çavzilkana me ya ser banan
Dest gerdenbûna bin dîwaran canê minî
Ramûsanên êvara li ser kanîyê
Bi bîranîna van hemû cîyan canê min
Birîndarim, birîndarim
Niha jî her meyildarê te me
Dil hêj yek e û nehatîye guhorrîn
Niha jî dengvedana pispista axivtina te

Di guhê min de mîna xwe maye
Bi bîranîna hemû cîyên ciwanîya te
Birîndarim, birîndarim

tekst û werger ji bloga nistimangulan.blogspot.com hatî girtin.





Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.