Têgeha Sînemaya Kurdî li cîhê xwe rûdinê
Wek ku tê zanîn dîroka sînemayê 100 sala xwe derbas kir û sînemaya kurdî jî di dema xwe kifşkirinê de ye. Ku bi teybetî em sînemaya kurdî bifikirin astengî diyar in; ji kêmasiya aboriyê bigre heta astengiyên siyasî, ji nebûna lîstikvanan bigre hetanî biçûktiya piyasê. Li hember van astengiyan em dikarin bibêjin ku di 20 salên dawî de sînemaya kurdî dema zêrîn e.
Her çiqas fîlmên kurdî di festîvalan de xelatên payebilind bistînin jî gelek caran li holan derfetên nîşandayînê nabînin. Haya gelek kesan ji van fîlman nabe. Bi vî hincetê li Stenbolê, di bin bana Weqfa İsmail Beşikçi de di sala 2012’an de Koma Lêkolînên Sînemaya Kurdî hat avakirin û her hefte fîlmên kurdî nîşan didin. Bi awayek valahiya sinemaya kurdî li Stenbolê tije dikin. Em jî wek BasNûçe bi endamê komê re axivîn.
Fîlm, derhêner û temaşevan digîhin hev
Endamê komê Esra Şahin, ji me re behsa komê dike û dibê ku ew her hefte roja çarşemê dicivin û biryar digrin ku kîjan fîlmê nîşan bidin. Şahin dibê ku heta niha bi gelek derhêneran re ketine pêwendiyê û waha didomîne: “Em salê du dewr, her dewrê jî 12 hefte fîlm nîşan didin. Her hefte roja înê êvarê li hola Weqfa İsmail Beşîkçî bi beşdariya nêzikî 50-60 kesî fîlm tên nîşandayîn. Ku derfetê derhêner hebe ew jî tê û moderatoriya kesek ji komê em li ser fîlmê diaxivin. Bi vê awayê fîlmên ku derfet nabînin di holên sînemayê de bê nîşandayîn li vir derdikevin pêşberî temaşevenên xwe.”
Muhammed Gözütok jî diyar dike ku armanca wan; danîna arşîveke sînemaya kurdî, nîşandana fîlmên kurdî li Stenbolê, derxistina kovareke kurdî li ser sînemayê û birêvebirina hin projeyên perwerdehiya sînemayê ye. Gözütok: “Me heta niha bi berdewamî fîlmên kurdî nişandana û piştî nîşandana fîlman bi tevî derhêner, berhemsaz an jî lîstikvanên van berheman re li ser sînemayê hevpeyvîn li dar xistiye. Arşîveke baş der heqê sînemaya kurdî de pêk aniye. Li ser projeyeke perwerdehiya derhêneriya sînemaya kurdî jî dixebitin.”
Gözütok diyar dike ku her çiqas danîna holên teybet zû be jî li Stenbolê pêdvî bi nîşandana fîlman a berdewamî heye. Gözütok: “Le belê gelek kes dixwazin fîlmên kurdî temaşe bikin, derhêner û lîstikvanên wan nas bikin, bi wan re li ser sînemayê bipeyvin. Me bi qasî ku ji destê me hat di bin banê Weqfa İsmail Beşikci de ev rol pêk anî. Bi vî awayî derhêner jî helwesta temaşevanan û fikrê wan hîn dibin. Di nav civakê de berhemên sînemaya kurdî bêtir li ber çavan dibe û balê dikşîne. Bêguman ev xebat cihê şanazî ye ji bo me.”
Wek ku tê zanîn li Stenbolê serjimara kurdan zêdeye lê li hember vê zêdebûnê festîvalek fîlmên kurdî nîşan bide nîne. Ku ji vî aliyê de kom vê valahiyê bi awayek dadigre. Gözütok dibê ku dema dest pê kiribû, lidarxistina festîvalek nedabûn pêşiya xwe. Gözütok: “ Rastî pêwîstiyeke wiha jî heye. Lewre qasî du mîlyon kurd li Stenbolê dijîn, gelek sînemager û xwendekarên kurd li vî bajarî ne. Her wisa Stenbol paytexta rewşenbîrî ya tirkan e. Gelek kes dixwazin birhemên sînemaya kurdî temaşe bikin. Lewma niha em wek kom li ser projeyekê dixebitin. Bi tevî hin saziyên sînemayê ya Kurdistana başûr em hewl didin ku festîvaleke sînemaya kurdî li Stenbolê bi rê ve bibin.
‘Fîlm jî kurdî ye, şîrove jî’
Fatoş Yıldız, binê wî xêz dike ku çalakiyên wan bi tevayî kurdî ye û waha dom dike: “Têgeha Sînemaya Kurdî ku hê nû pêk tê, em jî di bin banê Weqfa İsmail Beşikçi de fîlmên kurdî nîşan didin û piştî nîşandayîna fîlman rexneyên xwe bi kurdî dikin û ji bo me jî ev tiştek pir girîng e. Kurd niha li ser berhemên afirandine bi kurdî diaxivin û tişta divê bibe jî ev e. Ji hêla din ve mirovên cihê li vir fîlmên cihê dibînin û bi derhênerê hemû perçeyan re dibin nas. Bi nîşandayîna fîlman têgeha Sînemaya Kurdî jî tê rûniştandin. Fîlm bi hemû zaravayên kurdî tê nîşandayîn, şîrove bi kurdî tên kirin, bi awayek sînemaya kurdî serencema van pêkhatinan in.”
Sînemaya kurdî dema xwekifkirinê de ye
İlyas Kaya, balê dikşîne nedewletbûna kurdan û astengiyên li ber bikaranîna ziman û dibê ku ‘ev jî dibe sedem ku sînemaya me paşve bimîne.’ Kaya: “Sînemaya me piranî wek sînemaya sirguniyê, sînemaya gerîlatiyê hat binavkirin. Ku em Herêma Kurdistanê nehesibînin sînemaya gelek bê sitatû li holê ye. Ev jî sînemayê kiriye qadek tekoşînê bo gelê kurd. Her çiqas diyardeyên hevpar yê sînemaya dinyayê hebe, kurd ji hin aliyan ve ji wan diqetin. Di sînemaya kurdan de “ji ku lênêrîn” pir girîng e. Ji ber ku ev pirî tiştan diyar dike. Her çiqas fîlma Zere hebe jî bi min divê em sînemaya kurdî bi Yılmaz Güney bidin destpêkirin. Ez dikarim bibêjim ku ji nû ve xwe avakirina sînemaya kurdî jî di salên 90’î de dest pê kir. Ku em sed saliya sinemayê difikirin, derengmayînek xwuya dibe.”
Kaya, diyar dike ku di roja îro de pêşveçûnek di sînemay kurdî de heye û ev ne tenê bi kişandina fîlma; bi festîval, vekirina navendên perwerdeyê û çalakiyan e. Kaya: “Niha sînemaya me di dema xwe kifşkirinê de ye, helbet bi dehan problem hene. Ji vana ya sereke kurd li erdnîgariya xwe di bin hukmê dewletên din de dijîn, ev jî dibe sedem ku sînemaya kurdî ji hev qetiyayî be. Di hêla aborî de jî astengî hene, ji ber ku sînema karek buha ye. Ji ber aboriyê hin fîlmên kurdî di holên sinemayê de cîh nagrin û xwiya nabin. Ji bo wî divê rêyê akternatîf bê dîtin û em jî bi wî pêwîstêyê dixwazin qada vala tije bikin.”
Gülsüme Demîr, ser alternatîfbûna komê diaxive û dibê ku bi saya nîşandayîna fîlman gelek fîlmên ku qet nehatî nîşandayîn bi saya koma wan tê nîşandayîn. Demir: “Ji ber ku li çar perçeyê welat û li dîasporayê sînemagerên kurd ji hev qut in û sazîkî ku wan bigihîne hev nîne, ku li perçeyek fîlmek tê kişandin hayê perçeyên din jî wî fêlmê nabe. Ji ber ku di holên sînemayê de jî nay nîşandayîn, bo nîşandayînê tenê festîval dimînin. Ji ber ku li Stenbolê festîvala fîlma ya kurdan fîlm xwe naghînin temaşevanên xwe. Bi awayek koma me vê valahiyê dadigre.”
Hiç yorum yok: