Niviskarek û kêfxweşiya vexwarina qehweyê
By @daria_solak_illustrations |
Robîn dîsa wek her hefteya dihat wir xwe bera nav odeyê da û
bi nêrîna xwe ya şîregermî silav li psîkolog kir. Wek ku bixwaze bibêje; emê
derbasê odeyê nebin li piya ma. Herdû bê gotin ber bi odeyê ve çûn û derî bi
ser xwe de girtin. Wek her çardeh hefteyên derbasbûyî her yek dîsa li heman
cihê xwe rûniş. Di destê Robîn de desteyek kaxizên sipî ku nivîsên bi daktîloyê
li ser hatibû nivisîn hebûn. Bîna di destê xwe de bîra kiribe digirt. Lê ev
rewş li ba psîkolog berewajî întîbayek ku deste-kaxiz girîngin çêkir. Robîn
bêyî ku xwe tev bide dest bi axaftina xwe kir. Dema diaxivî wek ku peyvên ji
devê wî derdiketin hê bi firê neketina digirt û cardin dixist hêlîna wan.
Dubare dicût û li ber psîkolok radixist.
- Wek tu dizanî ev hefteya me ya çardehemîn û ya dawî ye. Pir
hindik êdî tu bi min dizanî. Wek te xwest ez ê hefteya dawî çîroka xwe, nizanim
tu ji vê re dibêjî nexweşî di serî de ji te re bibêjim. Di ser de ji her carê
zalatir.
Axaftin qediya û bi tijebûna tîrêjên rojê ên dawî aramî
zêdetir dihat hîskirin. Ger kirpandina çavên psîkolog û tîqetîqa saetê neba
meriv dikaribû bigota wexta her li çargaviya ye sekiniye. Çend kêliyên bêdeng
wisa derbas bûn. Robîn xwe li cihê xwe xweş kir û wek ku bi niyet be dest bi
axaftinek dirêj bike bêhnek kûr kişand nava xwe.
- Ez dinyayek ku kesek nikare biaxive xeyal dikim, ji peyvan
xalî. Dinyayek bi peyv kêm, bi awir û nivîs dagirtî. Nizanim ji ber di
zarokatiya min de wisa bû her qedrê gotinê li ba min kêm e. Ji xwe bi dîtina te
çi hat serê min û nexweşên te yên din ji zarokatiya wan nîne! Ez diramim ka
dinyayek ji axaftinê xalî tiştek çawa ye, nizanim çima tiştek wiha xeyal dikim
lê di baweriya min de em her jiyana xwe li ser xeyalek di hundirê me de aj daye
berdewam dikin.
Dema şevê dehfik li ber siwariyên dawî yên rojê vedida bavê
min li odeya xwe, li ser maseya xebatê xwe xûz dikir. Bi saetan tu dengek ji
malê dernediket. Hew dengê telikên diya min dema ji bavê min re vexwarinek dibir
derdiket. Bê wî heta derengiya şevê deng destên xwe dixist tengala xwe, gotin
di kozika xwe de diman.
Hin kes dibin nivîskar û îdaa dikin ku hevokên li ser nayê
nîqaşkirin li pey hev rêz dikin. Ev qet tiştek xweş nîne. Bavê min jî yek ji
wan bû. Şev û roj di nav bêdengiya nivîsandina bavê min de derbas dibûn û
helbet di nav pirtûkên wî yên dabû hev de. Di nav refên pirtûkên wî de ku hişê
min ê têra nivîsandina romanek serkeftîtir ji ya bavê xwe dikir, toza wan ew
hiş jî ji min stendin. Ez beriya dema xwe kemilîm û di nav sadetî û rehetiyê de
xeniqîm. Li ba min li hember bêdawîbûnê tu daxwazek tunebû. Hesta valahî û
nebûnê zêdetir rihê min ditevizand. Ez ji stêrkan aciz dibûm.
Dema min xwe gihand 11 saliya xwe jiyana di nava pirtûkan de
bi hemû tazîbûna xwe derket ber min. Dîsa wekê her şevên bêdengiya nivisandina
bavê xwe min li odeya wî guhdar dikir. Ji metbaxê dengê şelpeşelpa telikê nigên
diya min hat. Dema di ber odeya min re derbas bû ku li kêleka ya bavê min bû qasê
çend kêliyan sekinî. Min di dilê xwe de digot anha na anha diya min deriyê min
veke û bikeve hundir. Lê na, pêjna nigê wê ji min dûr ket. Bi vizînek piçûk
deriyê odeya bavê min, ewa bêdengî jê dirijiya hat vekirin. Min bala xwe dabû
dengê nigê diya xwe ku ber bi maseya bavê min ya nivîsandinê ve diçû. Piştî
kurtedemek danîna qedehê ya li ser masê ket guhên min. Çizîniyek ku wek yek
xwestibe qedeha li ser masê ber xwe de kaş bike an yek xwestibe qedehê ber bi
yekî de ten bide hat. Ez li bendê bûm ku diya min bifetile û wek nexwaze bavê
min bi xwe bihesîne ji odeyê derkeve. Wek hercar derî di ser çavkaniya
bêdengiyê de bigre. Lê îcar wisa nebû. Her diçû pistepistên li odeya kêlek
bilind dibûn. Dengên di ferhenga min de tune bûn diketin guhên min. Min zêdetir
guhê xwe bel kir. Nalînên diya min û qêrînên bavê min bêdengiyê diqelaştin û li
hemû koşeyên malê belav dibûn.
Her çiqas Robîn westiyabe jî, xwest nava xwe bi hilmek din
biwerimîne û sedemên wî anîye vir yek bi yek rêz bike jî, psîkolog ket navberê.
Ne ku bi dilxwazîkî rastîn gotinên Robîn birî, xwest pê bide hîskirin ku li vir
kesê teşhîsa pirsgirêkê datîne ew bi xwe ye.
- Ka tu çima ji hevşabûnên dê û bavê xwe wiha aciz bûy an jî
ecêpmayî mayî? Ev tiştek xwezayî ye û di rastiyê de herkes pê dizane, hele
kesek wek te sîh salî teqez hay bi vêya heye.
Robîn serê xwe bilind
kir û wek çend gotinan bibêje lêvên wî çûn û hatin.
- Bi salan mêrek dibe evîndarê jinên di tabloyan de, jinên di
romanan de dijîn. Piştî demekê ku ev hezkirina wî digihîje asta herî bilind pê
dihese ku ji hevşabûnê di destê wî de kîr û qûzek dimîne, kîr û qûzek ku ew pê
hatî çêkirin. Ez jî yek ji wan kesan im, baweriya min bi wan jinên di tabloyan
de bûn dihat. Lê di rastiyê de jin ji xwiyabûna xwe zêdetir nînin ger meriv
bikaribe li bendê bisekine.
Çend salan berdewam kir ev xemgîniya min a bi bêdengiya bê
ser û bê ber re. Her ku diya min derî vedikir min guh dida dengên hevşabûnê yê
li odeya kêlek. Bê tevdan di cihê xwe de radiwestiyam. Êdî di nav bêdengiya
mala me de, dengê hevşabûna diya min û bavê min cihê xwe girtibû. Ew dem ji bo min
dibû dema bêdengiyê, bêdengiya bêbinî.
Rojek havîna germ de ku şevê bi şevşevokên xwe li kêleka min
dirêj kiribû, nêçîr ketibû pey nêçîrvanê xwe, pezkuvî xwera serê xwe bi zikê
gur rehet dikir. Di wê şeva her tişt berewajî bibû de mim û bavê xwe heman
kabûsê dîtin. Me bi serpiştî xwe di nav nivînên her diçû ber bi binê erdê ve
noq dibû de derêj kiribû. Bavê min ne dikaribû rabe ser xwe ne jî dikaribû
tiştek din bike. Ez rabûm û bi ser de sekinîm. Destên xwe bi hêviyek di çav de
dijî dirêjê min kir. Lêvên wî diçûn û dihatin lê min ji dengê hevşabûnên di
guhên min de olan didan nizanibû çi dibêje. Diya min jî li hember min li kêleka
çalê sekinîbû. Min serê xwe bilind kir û li hêsrên wê nihêrî. Tu hestek ku
daxwaz alîkariyê bi meriv re çêke tê de tunebûn. -Hêsrên ji çavên wê dibariyan
di rengê keskek nexweşik de bûn, hê jî ew keskayî di hişê min de bi zalalî
xwiya dibe.- Ji xwe dest û milên min jî pir piçûkbûn, min bixwesta jî nikaribû
dest dirêjî wî bikira. Hestên ecêp di min de şiyar dibûn; verişîn, mêtin,
azwerî, fetisîn, hîs, tirs, poşmanî, hesûdî, metirsî, bê hestî, trajedî… tev de bi min re tevliheviyek ku min
xemgîn dikirin çêdikir. Wê êvara havînê û rojên pey wî her ji bo min hênik bûn.
Bo bikaribim di dinyaya xwe de bijîm bi neçarî min ê tiştê li ba xwe kêm bû
temam bikira.
Bukowski's "Of cats and men" by @sam_kalda |
Ez êdî li odeya bavê xwe li ser maseya wî dixebitîm. Her roj
min bi saetan dengê hevşabûnên wî yên bi ser bergê pirtûkan ve zeliqîbûn paqiş
dikir. Hin pirtûk wisa bi van dengan hetikîbûn ku heta kite û xalan jî dengê
hevşabûnê zeliqîbû. Bi taybetî jî pirtûkên bavê min bi xwe nivisandibû. Min
tevan bi agir paqiş kir. Lê min tu çareyek ji wan dengên di hişê min de
digeriyan re nedît, bi tu avê min nikaribû wan zelal bikira.
Odeya bavê min êdî ji bo min bibû kozika kêfê. Li ser maseya
xwe rûdiniştim, maseya min di nava avahiyek de, avahî di nava bêdengî û
bêserûberiyek de ye. Her li ser maseyê rûdiniştim û bi saetan bi nivîsandinê
mijûl dibûm. Ne ku min ji nivisandinê kêfek xweş distend. Her ku deriyê min
vedibû û diya min di destên wê de bi qedehek qehweyê dihat û dibû şelpeşelpa
dengê telikên wê ez jixweber diketim nav kêfek nayê tarîfkirin. Ne wek li ser
maseya xebatê bim, wek di nav cihan de bi keçikên herî xweşik re kêf û zewqê
bikim, rehet û sist dibûm, ava di zarokatiya min de kom bibû di darika min de
diherikî. Ez jî bibûm nivîskarek, ne ku nivîskarek di hişê wî de planên du sê
romanan heye, hew nivîskarek li benda qedehek ku kêfek bêhempa pê dide jiyandin
bûm. Ezê tu carî nikaribim bibim nivîskerek serkeftî ji ber ku tu carî di
bêrîkên min de senaryoyên din nînin.
(havîna sala çûyî, ya ji bîr neçûyî)
(havîna sala çûyî, ya ji bîr neçûyî)
Niviskarek û kêfxweşiya vexwarina qehweyê
Reviewed by xewname
on
Mart 01, 2017
Rating: 5