Niviskarek û kêfxweşiya vexwarina qehweyê

By @daria_solak_illustrations

By @daria_solak_illustrations

Demên herî xweş ên rojê hêdî hêdî xwe berdidan nava ofîsa psîkologê ku li benda girtinê bû. Dil dikir ku ofîsê xwe bigire û di rêya herî bêdeng a bajêr de here mala xwe. Hew nexweşê wî yê dawiyê mabû ku îro randewuya wî pêre hebû. Di dilê xwe de digot, xwezî neheta û ez jî biçûma. Lê dizanîbû hinek derengî bikeve jî teqez Robîn bi awirên xwe yê bêhna şermê jê dihatin derkeve û were. Ji medbaxê ji xwe re şûşeyek çay tije kir. Bi nexwastina fikirîna tiştan qet çavên xwe nekirpand, hetanî vegeriya ser qoltixa li holê ku ji çerm hatibû çêkirin û di her tevdanê de deng derdixist rûnişt. Nêrîna xwe berda ser saeta li dîwar ku her perdeya gulgulî li ber pencereyê dihat hilanîn tîrêjên rojê ji nava valahiya avahiyên bilind de ronahiya xwe berdidan ser hêla wî ya çepê. Wek ku ji şevêre bibêje; nîvî ji min, nîvî ji te.  Tîrkê qasê saetek bi pêş ve bir di hişê xwe de. Dema nigê xwe avêt ser hev bi hejîna sehpayê hinek çaya di şûşeyê de rijiya tebaxa du heb şekir li ser bû. Sipîtiya şekiran ket rengê qehweyî. Destê xwe dirêj kir û ji wan yekî di nav pêçîkên xwe de pixurand û bêyî ku bavêje nava çayê cardin danî tebaxê. Şîraniya ku bi pêçîkê wî be girtibû bi zimanê xwe alast û qulpek çayê di ser de kir.

Robîn dîsa wek her hefteya dihat wir xwe bera nav odeyê da û bi nêrîna xwe ya şîregermî silav li psîkolog kir. Wek ku bixwaze bibêje; emê derbasê odeyê nebin li piya ma. Herdû bê gotin ber bi odeyê ve çûn û derî bi ser xwe de girtin. Wek her çardeh hefteyên derbasbûyî her yek dîsa li heman cihê xwe rûniş. Di destê Robîn de desteyek kaxizên sipî ku nivîsên bi daktîloyê li ser hatibû nivisîn hebûn. Bîna di destê xwe de bîra kiribe digirt. Lê ev rewş li ba psîkolog berewajî întîbayek ku deste-kaxiz girîngin çêkir. Robîn bêyî ku xwe tev bide dest bi axaftina xwe kir. Dema diaxivî wek ku peyvên ji devê wî derdiketin hê bi firê neketina digirt û cardin dixist hêlîna wan. Dubare dicût û li ber psîkolok radixist.

- Wek tu dizanî ev hefteya me ya çardehemîn û ya dawî ye. Pir hindik êdî tu bi min dizanî. Wek te xwest ez ê hefteya dawî çîroka xwe, nizanim tu ji vê re dibêjî nexweşî di serî de ji te re bibêjim. Di ser de ji her carê zalatir.

Axaftin qediya û bi tijebûna tîrêjên rojê ên dawî aramî zêdetir dihat hîskirin. Ger kirpandina çavên psîkolog û tîqetîqa saetê neba meriv dikaribû bigota wexta her li çargaviya ye sekiniye. Çend kêliyên bêdeng wisa derbas bûn. Robîn xwe li cihê xwe xweş kir û wek ku bi niyet be dest bi axaftinek dirêj bike bêhnek kûr kişand nava xwe.

- Ez dinyayek ku kesek nikare biaxive xeyal dikim, ji peyvan xalî. Dinyayek bi peyv kêm, bi awir û nivîs dagirtî. Nizanim ji ber di zarokatiya min de wisa bû her qedrê gotinê li ba min kêm e. Ji xwe bi dîtina te çi hat serê min û nexweşên te yên din ji zarokatiya wan nîne! Ez diramim ka dinyayek ji axaftinê xalî tiştek çawa ye, nizanim çima tiştek wiha xeyal dikim lê di baweriya min de em her jiyana xwe li ser xeyalek di hundirê me de aj daye berdewam dikin.

Dema şevê dehfik li ber siwariyên dawî yên rojê vedida bavê min li odeya xwe, li ser maseya xebatê xwe xûz dikir. Bi saetan tu dengek ji malê dernediket. Hew dengê telikên diya min dema ji bavê min re vexwarinek dibir derdiket. Bê wî heta derengiya şevê deng destên xwe dixist tengala xwe, gotin di kozika xwe de diman.

Hin kes dibin nivîskar û îdaa dikin ku hevokên li ser nayê nîqaşkirin li pey hev rêz dikin. Ev qet tiştek xweş nîne. Bavê min jî yek ji wan bû. Şev û roj di nav bêdengiya nivîsandina bavê min de derbas dibûn û helbet di nav pirtûkên wî yên dabû hev de. Di nav refên pirtûkên wî de ku hişê min ê têra nivîsandina romanek serkeftîtir ji ya bavê xwe dikir, toza wan ew hiş jî ji min stendin. Ez beriya dema xwe kemilîm û di nav sadetî û rehetiyê de xeniqîm. Li ba min li hember bêdawîbûnê tu daxwazek tunebû. Hesta valahî û nebûnê zêdetir rihê min ditevizand. Ez ji stêrkan aciz dibûm.

Dema min xwe gihand 11 saliya xwe jiyana di nava pirtûkan de bi hemû tazîbûna xwe derket ber min. Dîsa wekê her şevên bêdengiya nivisandina bavê xwe min li odeya wî guhdar dikir. Ji metbaxê dengê şelpeşelpa telikê nigên diya min hat. Dema di ber odeya min re derbas bû ku li kêleka ya bavê min bû qasê çend kêliyan sekinî. Min di dilê xwe de digot anha na anha diya min deriyê min veke û bikeve hundir. Lê na, pêjna nigê wê ji min dûr ket. Bi vizînek piçûk deriyê odeya bavê min, ewa bêdengî jê dirijiya hat vekirin. Min bala xwe dabû dengê nigê diya xwe ku ber bi maseya bavê min ya nivîsandinê ve diçû. Piştî kurtedemek danîna qedehê ya li ser masê ket guhên min. Çizîniyek ku wek yek xwestibe qedeha li ser masê ber xwe de kaş bike an yek xwestibe qedehê ber bi yekî de ten bide hat. Ez li bendê bûm ku diya min bifetile û wek nexwaze bavê min bi xwe bihesîne ji odeyê derkeve. Wek hercar derî di ser çavkaniya bêdengiyê de bigre. Lê îcar wisa nebû. Her diçû pistepistên li odeya kêlek bilind dibûn. Dengên di ferhenga min de tune bûn diketin guhên min. Min zêdetir guhê xwe bel kir. Nalînên diya min û qêrînên bavê min bêdengiyê diqelaştin û li hemû koşeyên malê belav dibûn.
Her çiqas Robîn westiyabe jî, xwest nava xwe bi hilmek din biwerimîne û sedemên wî anîye vir yek bi yek rêz bike jî, psîkolog ket navberê. Ne ku bi dilxwazîkî rastîn gotinên Robîn birî, xwest pê bide hîskirin ku li vir kesê teşhîsa pirsgirêkê datîne ew bi xwe ye.

- Ka tu çima ji hevşabûnên dê û bavê xwe wiha aciz bûy an jî ecêpmayî mayî? Ev tiştek xwezayî ye û di rastiyê de herkes pê dizane, hele kesek wek te sîh salî teqez hay bi vêya heye.

 Robîn serê xwe bilind kir û wek çend gotinan bibêje lêvên wî çûn û hatin.
- Bi salan mêrek dibe evîndarê jinên di tabloyan de, jinên di romanan de dijîn. Piştî demekê ku ev hezkirina wî digihîje asta herî bilind pê dihese ku ji hevşabûnê di destê wî de kîr û qûzek dimîne, kîr û qûzek ku ew pê hatî çêkirin. Ez jî yek ji wan kesan im, baweriya min bi wan jinên di tabloyan de bûn dihat. Lê di rastiyê de jin ji xwiyabûna xwe zêdetir nînin ger meriv bikaribe li bendê bisekine.
Çend salan berdewam kir ev xemgîniya min a bi bêdengiya bê ser û bê ber re. Her ku diya min derî vedikir min guh dida dengên hevşabûnê yê li odeya kêlek. Bê tevdan di cihê xwe de radiwestiyam. Êdî di nav bêdengiya mala me de, dengê hevşabûna diya min û bavê min cihê xwe girtibû. Ew dem ji bo min dibû dema bêdengiyê, bêdengiya bêbinî.

Rojek havîna germ de ku şevê bi şevşevokên xwe li kêleka min dirêj kiribû, nêçîr ketibû pey nêçîrvanê xwe, pezkuvî xwera serê xwe bi zikê gur rehet dikir. Di wê şeva her tişt berewajî bibû de mim û bavê xwe heman kabûsê dîtin. Me bi serpiştî xwe di nav nivînên her diçû ber bi binê erdê ve noq dibû de derêj kiribû. Bavê min ne dikaribû rabe ser xwe ne jî dikaribû tiştek din bike. Ez rabûm û bi ser de sekinîm. Destên xwe bi hêviyek di çav de dijî dirêjê min kir. Lêvên wî diçûn û dihatin lê min ji dengê hevşabûnên di guhên min de olan didan nizanibû çi dibêje. Diya min jî li hember min li kêleka çalê sekinîbû. Min serê xwe bilind kir û li hêsrên wê nihêrî. Tu hestek ku daxwaz alîkariyê bi meriv re çêke tê de tunebûn. -Hêsrên ji çavên wê dibariyan di rengê keskek nexweşik de bûn, hê jî ew keskayî di hişê min de bi zalalî xwiya dibe.- Ji xwe dest û milên min jî pir piçûkbûn, min bixwesta jî nikaribû dest dirêjî wî bikira. Hestên ecêp di min de şiyar dibûn; verişîn, mêtin, azwerî, fetisîn, hîs, tirs, poşmanî,  hesûdî, metirsî, bê hestî,  trajedî… tev de bi min re tevliheviyek ku min xemgîn dikirin çêdikir. Wê êvara havînê û rojên pey wî her ji bo min hênik bûn. Bo bikaribim di dinyaya xwe de bijîm bi neçarî min ê tiştê li ba xwe kêm bû temam bikira.

Bukowski's "Of cats and men" by @sam_kalda

Bavê min mir. Xwedêkirî mir an jî minê heyfa xwe jê hilaniya û ev jî biba serîrakirinek li hember edaleta xwedê.  Lê tu tişt bi qasê bavek ku kurek li pey xwe hiştiye zû nayê ji bîrakirin. Em du kesên dijberî hev, du tişt û du nivîskar bûn. Bi mirina yekî gere her du hêl jî tune bibûna. Lê na mirina wî ez xilas nekirim, nemiriyê li min zêde kir. Ji xwe bêdawîbûn heta duşemek di nava mehê de berdewam dike, duşemek ku palyaço her têde çav bi hêsir in. Û nizanim ji ber vê ye ku her temenê mezin dibe, meriv zêdetir qedr û qîmet dide demên çûyî.

Ez êdî li odeya bavê xwe li ser maseya wî dixebitîm. Her roj min bi saetan dengê hevşabûnên wî yên bi ser bergê pirtûkan ve zeliqîbûn paqiş dikir. Hin pirtûk wisa bi van dengan hetikîbûn ku heta kite û xalan jî dengê hevşabûnê zeliqîbû. Bi taybetî jî pirtûkên bavê min bi xwe nivisandibû. Min tevan bi agir paqiş kir. Lê min tu çareyek ji wan dengên di hişê min de digeriyan re nedît, bi tu avê min nikaribû wan zelal bikira.

Odeya bavê min êdî ji bo min bibû kozika kêfê. Li ser maseya xwe rûdiniştim, maseya min di nava avahiyek de, avahî di nava bêdengî û bêserûberiyek de ye. Her li ser maseyê rûdiniştim û bi saetan bi nivîsandinê mijûl dibûm. Ne ku min ji nivisandinê kêfek xweş distend. Her ku deriyê min vedibû û diya min di destên wê de bi qedehek qehweyê dihat û dibû şelpeşelpa dengê telikên wê ez jixweber diketim nav kêfek nayê tarîfkirin. Ne wek li ser maseya xebatê bim, wek di nav cihan de bi keçikên herî xweşik re kêf û zewqê bikim, rehet û sist dibûm, ava di zarokatiya min de kom bibû di darika min de diherikî. Ez jî bibûm nivîskarek, ne ku nivîskarek di hişê wî de planên du sê romanan heye, hew nivîskarek li benda qedehek ku kêfek bêhempa pê dide jiyandin bûm. Ezê tu carî nikaribim bibim nivîskerek serkeftî ji ber ku tu carî di bêrîkên min de senaryoyên din nînin.

(havîna sala çûyî, ya ji bîr neçûyî)

2 yorum:

  1. Bila dinya ji dengê te xalî nebe . Serkeftin ji te re nivîskaro...

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Haho! te min kir nivîskar jî :) mala te ava...

      Sil

Blogger tarafından desteklenmektedir.