kêliyên herî xweş ên rojê
Telefon li ser masê... Zingezinga wê ye... Destê kurik yê biharê dixe bîra meriv ji nav zivistana di çîrokan de dihat behskirin dirêj dibê... Bêyî ku kêlî pê bihese boyaxa dîwar ya ji ber kifik û tênê nepixiye ket ser kompîtira vekirî ya li kêleka qedeha şerabê... Baya ji nav qelşên dîwar diket odeyê her pelên qerçimî yên gotinên helbest û stranan li ser nivisandî ye û bi dîwar ve hatiye zeliqandin dihejîne...
-Elo...
Bêhna sor ji dev pekiya... bi xilmaşiya xewê...
-Tu îro êvarê tê vir?...
Serê wî yê nîvrakirî cardin ket ser balgiya rengavêtî... Li pêşiya şibakeya ber serê wî perdeyên gulgulî yên diket xewna hemû zarokan gundî tune bû...
Li ser wê fikirî... Bi hemû xweşî û dilnazikiya wê... Gotina wî ya, ez di dêlma te her kesî maçî bikim tu jî ji bo min dêma xwe ya bêhnxweş ramîse... Keçikê lê vegerandibû; ezê bêhnê di paşila xwe de veşêrim heta werim nik te...
Dixwest jê re sûprîzek bike lê xwe negirt û gotinên xwe yên hê nekemilî bûn li ber raxist...
-Min ji te re 50 helbestên bêhna kulîlkan jê te berhev kir... Xweşa keçikê çû... Helbestek din ya bêhnkulîlk lê zêde kir...
Di kêliyên herî xweş ên rojê de keçik bi bayek berêvara rojek havînê ya germ de ket odeya kurik ya bi tîrêjên rojê yên qerisî tije bûye û bi giraniya bêrîkirinek rast xwe li stûyê wî pêça...
Helbestek nêvî ma...
Hiç yorum yok: