Sala em jehrî ketin: 2018


Ferhenga Oxfordê ya ji bo her salê peyvek diyar dike ji bo sala 2018an peyva "toxic" hilbijart ku tê meneya jehrî, jehrîbûyîn. Li gor wan rihê salê ev peyv zêdetir dide der.
Lêgerîna peyva "toxic" di nava ferhengê de ji %45 zêde bûye û  de lêgerîna tora înternetê de jî derketiye pêş. Ev peyv ji bo gelek rewş, mesele û tiştan din tê bikaranîn. Ne tenê di wateya jehrîbûn û tiştên bi jehrî her wiha ji bo hin têkiliyan, mêranî, siyaset, jiyana rojane, çand û tiştên wek wê tê bikaranîn.

Peyvên din ên berendam û popîler in jî ev in: Peyva "techlash" ku tê meneya dijteknolojî, peyva "gaslighting" ku di meneya destpêka ji xwe bi gumanbûnê, "orbiting" di meneya yekê/î girtina markaja nêzik, "overtourism" di meneya cihek ji hêla turîzmê de gelek bal dikşîne.



Ferhenga Oxfordê ji bo sala 2017an peyva "youthquake" hilbijartibû ku tê wateya"guherîna hejîner ya li ser bingeha ciwaniyê an jî ciwanan" û ji bo sala 2016an jî "post-truth" wek peyva salê hatibû hilbijartin ku tê meneya "ji bo çêkirina raya giştî ji rastiyên berbiçav zêdetir bandora hest û nêrînên kesane. Hûn dikarin pêlê lînkan bikin û li wan jî binêrin.

Ji bilî Ferhenga Oxfortê gelek ferheng û saziyên din jî peyva salê diyar dikin. Ji bo kurdî jî tiştek wiha bê çêkirin çi xweş dibû. Ka îsal jî derbas bû belkî salek din xewnameblogspot.com peyva salê ji bo kurdî diyar bike :)

Videoya Oxfordê amade kiriye: https://youtu.be/udOLSkDRjbE

1 yorum:

Blogger tarafından desteklenmektedir.