Bavê min hat girtin û ew nozdeh salan venegeriya


Erebê Şemo û keça wî ya mezin Vera. Rewan Ermenîstana Sovyetê, 1966

Bavê min di serî de ji bo Partiya Komunîst bixebite hat gundê Ezdî ên li Rewanê. Şêxên me li hemberî kolkhozan -çewlikên kolektîv bûn. Xelkê me her dem, ji bo her tiştê girêdayiyê wan bûn û wan nexwestibûn rola wan ji holê bê rakirin.

Li gorê bavê min ji bo feqîran kolkhoz fikreke baş bû. Wî dibistanan vekir, ji bo zarokan kitêp nivisî, dest bi kolejeke kir û wî paşê rojnameya Rêya Taze weşand. Wan deman Partiya Komunîst dixwest ku Ezdî jî bibin parçeyeke civakê û ji bo sosyalîzmê bixebitin. Bavê min dixwest miletê wî bê perwerde kirin û bê pêşxistin.

Di sala 1937an de, di pîrozbahiya sersala me ya nû de, ew li Lenîngrdê bi zarokên xwe (ji jina wî ya ewil) re li mal bû, hin zilam hatin û ewraqên wî yên KGB nîşanî wî dan. Ewan dest bi lêgerîna odeyan kirin, li kitêban nêrîn û nameyeke ji Hanjan ku wê demê serokê CP ya Ermenîstanê bû dîtin. Di nameyê de dihat gotin ku zarokên kurd ên ku di dibistana duyem de ne ji pirtûkên bi zimanê xwe bêpar in û divê ew binivîsîne. Digot "tu endamekî koma me yî, heger tu nenivisî em ê te ji Akademiyê hilgirin."

KGByîyan digotin; Hanjanê komeke li hemberê Partiya Stalîn û Yekîtiya Sovyetê ava kiriye û bavê min endamekî wan bûye. Ew ji Hanjan bi gûman bûn. Ji ber têkiliyên wî bi Daşnakên li Amerîkayê re hebû. Bavê min hat girtin û ew nozdeh salan venegeriya. Pênc salên pêşî li girtîgeha Lenîngiradê bêyî ku were mehkeme kirin di hucreya yek kesî de ma. Paşê wî rêkirin Sîbîrya. Piştî deh salên girtîgehê destûra wî ya zewacê li maleke jêrçavî de hat dayîn. Herdû keçên wî ji jina wî ya Ûris Manefa bû. 

Piştî mirina Stalîn, rûmet û giramiya wî lê hat vegerandin. Biryar da neçe Lenîngiradê, li Rewanê di nava gelê xwe de bimîne. Dema ew vegeriya tev li siyasetê nebû, tenê ji xwe re nivisî.

Hevpeyvîn ligel Zîna Şemo (Shamîlova) keça Erebê Şemo ya li Rewanê dijî. Ermenîstan, Tîrmeh 1996

Çavkanî: Werger ji pirtûka Kurdistan In the Shadow of History

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.