Post-truth


"Post-truth" a meriv dikare wek "ji rastiyê wêdetir / piştê rastiyê" bi kurdî bibêje, par (2016) ji hêla ferhenga Oxfordê ve peyva salê hatibû hilbijartin. Di roja îro de ku gelek tişt ji ser vegotinê şikil digre, xwûya ye wê her peyveke li ber çav be.
Di meneya qewimîna piştî bûyereke nîn e berowajiyê wê ger bi peyvek re were bikaranîn, tişta wê peyvê an wê bûyerê dixwaze reva bike bê nirx dike. Ji ber ku zêdetir bi bûyerên bi siyasetê re tê bikaranîn em ji ser wî hinek rewa bikin. "Ji bo çêkirina raya giştî ji rastiyên berbiçav zêdetir bandora hest û nêrînên kesane." dikare bê tarîfkirin. Wek her çiqas rastî li holê be jî, ne ji vê rastiyê bawerkirineke hestî. Kurdên bakur di siyasetê de baştir bi vê dizanin. Heta niha wisa dihat bawerkirin ku mirov ji ser rastî û tiştên bi dest tên girtin biryar didan lê post-truth vê serûbin kir. Êdî ne bi îstatîstîkan, li gor hestan biryar tên dayîn an jî bandora wê zêdetir bûye.

Cara pêşî ev peyv di nivîseke nivîskarê Sirp Steve Tesich ku di kovara The Nation di sala 1992'an de hatibû weşandin de derbas dibe. Wê demê di meneya "piştî rastî hat fam kirin" de ye. Bi pirtûka Ralph Keyes ya bi navê Post-truth Era (2004) re zêdetir tê bikaranîn.

Di kurdî de jî hevokên gelek tên parvekirin jî wiha ne. Wek hevoka "Ger hûn nebin yek hûnê herin yek bi yek" li ser navê Cegerxwîn tê parvekirin bêyî kesek bizanibe ka di kîjan berhemê de hatî gotin an li ku hatî gotin. Wek gotina li ser navê  Ebdurrehman Qasimlo tê parvekirin; "Ka çayekê dagire saqî! Bila wek jina Kurd xweşik û wek bextê wê reş be." Saqî çima ne şerab lê çay dadigre em daynin dera hanê, ev wisa zêde tê bikaranîn, êdî dibe rastiyeke. Hi ji te re post-truth.

2 yorum:

  1. têgiheke gelek enteresan e û wekî te jî got em gelekî di vê haletê de dûçar dimînin.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Meseleya me kurdan jî her wiha ye. Di siyasetê de beriya em bi rastiyan rabin û li gor wê binirxînin bi post-truthî li dinêrin û di nav de dimînin.

      Sil

Blogger tarafından desteklenmektedir.