Şevşevokê rewşeniya rojê me!
çarşef-perdeyî |
Min
nedixwest derkevim derve lê bêhntengiya min jî min acis dikir. Nêzikî du mehan
bû bê kirina tiştên pêwîst min gav neavêtibû derva. Çand carên bi zorên hevala
ku ew jî min bêzar kiribû em nejmêrin her di odeya xwe de mabûm. Ji xwedê de
balqoneke min ya piçûk hebû min çend kulîlkan çandibû û çend şitlên sebzeyan.
Her ji xew şiyar dibûm min wan av dida. Li mezinbûna wan li ser betonê temaşe
dikir. Hin carên min ji firûnê nan jî distend ji min re dibûn eziyet.
Dema
di nav nûçeyan de diçûm dihatim çavên min li posterê nîşandayîna şanoyê ket. Îro
berêvarê wê bihata leystin. Li deftera vekirî ya li ser maseyê navnîşana cihê
nîşandayînê qeyd kir. Ber bi mitbaxê de çûm û taştêya xwe ya her carî bi nanê
ji doh maye amade kir. Dîsa wek hercar
ji bo çay ji mislixê av tije kir û danî ser agir. Ji dolabê tebaxek
derxist û peynîrê ji kupê derxist da ber avê. Çend balicanên piçûk û xiyarek
hûrkir.
Bû
berêvar, li gor plana min ya beriya taştêyê çêkiribû divê ez li şanoyê bûma. Lê
çawa şevşevokên şevê teqet di xwe de nebînin derkevin ber reşwniya rojê ez jî
wisa bê xwe ji cihê xwe bileqînim di odeya xwe de ma.
Hiç yorum yok: