"Çar kêm çar zêde" Bindarûka Mem Zînistanî
Yekem
pirtûka çîrokan ya Mem Zînistanî Bindarûk di 2015an de ji weşanên Lîsê hat
weşandin. Zînistanî di çîrokên xwe de atmosfereke dîmenî çêdike û li kêleka
nivisandinê pozê qamerayê jî vedigerîne ser legengên xwe. Bi hûrgiliyên piçûk
xîtabê dîtinê dike ji ber vê jî di çîrokên wî de aliyeke sînemayî jî derdikeve
pêş.
Herdû
bira; Hesen û Huseyn. Lehengê çîroka Ayeta Sî û Sêyem ku çîroka yekem ye
pirtûkê ye. Her yek li ber bayê nêrîneke ketine ku qet nayên ba hev. Hesen
dixwaze kekê xwe ji liv û tevgerên wî vegerîne "ser rêya heq" û
hişyariya xwe ya dawî lê dike. Dema ji gera dervayî bajêr bo qanihkirina hev
vedigerin dest bi axaftinê dikin, mela dest bi azanê dike. Dema mela hindik
maye banga xwe quta bike ji hev diazirin û Huseyn jî ji birayê xwe vediqete û
dimeşe. Kêliya ku bang diqede guleya ji difna tivinga Hesen dipeke hedefa xwe
dibîne. Çîroka Habîl û Qabîl li wareke din bi awayeke din cardin tê nivisandin.
Bi
herikbariyeke nivîskar me dişeqitîne nav çîroka Bindarûk. Ji devê jinên li wir em
hîn dibin ka ji wan kîjan bi çi rengî ye. Wek haya wan ji me tune be nivîskar ji
ser darê wan bi me dide gohdar kirin. Lê her ku em noqî herikîna çîrokê dibin nivîskar
carê careke axaftina wan dibire û berê "qameraya" xwe dide çivîkeke
li nêzê me daniye, ge wê de ge vir de diçe. Car caran jî difetile ser kulîlkên
li ber bê dihecin. Naxwaze axaftina jinên li bin bindarûkê halûahwalên xwe
diaxivin zû xilas bikin!
Meyldariya
di piraniya çîrokên kurdî de derdikeve pêş di çîroka M. de jî heye; ew jî her
çiqas mekan bajêr be, leheng bajarîbin jî mînak ji karên rojane yên gundîtî/gundiyan
tên dayîn. Helbet sedemên vê hene; nivîskarên hetanî niha rabûne ji binemaleke
gundî bûne û haya wan çi baş çi xirab ji "zimanê gunditiyê" hebû û ji
vê paşxaneyê diaxivîn. Gelo xwandevanê halê hazir xwediyê vê zanînê ne? Ser
meselê bajarî ji kermeyan re dibên çi yan bi bihîstina vê peyvê re çi di serê
wan de zîl dide? "Meriv li piştstûya
M. binirre, wê ji basmayekê, ji gomekî zêdetir kerme jê derkeve." Dema
vê hevoka ji pirtûkê dixwînin têdigihên? Dema ez bi hin hevalên xwe yên li gund
an zoman mezin nebûne re diaxivim mecbûr dimînim hin peyvan ji wan re tarîf
bikim. Kerme jî, bazmalix jî ji wan peyvan in. Ger ku lehengê çîrokê bajarî be
û mekana di çîrokê de tê behskirin li bajar derbas bibe wê demê em çi dikarin
bixin cihê kerme? Yan jî peyvên di jiyana rojane yên li gundan tê bikaranîn. Rast
e, heta niha bajariyên Kurdistanê jî nîv gundî bûn û ji wan re ne dûr bû ku
peyvên ji karên di jiyana gundîtiyê de tên bikaranîn fêm nekin. Lê niha hene. Ji
min re wisa tê ku di salên 1900 de li zozanên Açme yê Bayîzdê meriv behsa radyoyê
bike. Erê, di wan salan de radyo hebû lê bi tu awayî di axaftina jiyan rojane
de navê wî cîh nedigirt.
Li
ser kêla gora M. bi tirkî dîroka bûyîn û mirina wî tê nivisîn ku ev cara yekê û
cara dawî ye bi destê şarevaniyê çilkek zimanê tirkî dipeke nav jiyan û mirina
M. Lê li gor nivîskar ew ne zimanê tirkî, zimanê tirkan e. Ev di têbiniyê de
derbas dibe, ji ber tu hişyariyek tune ye xwûyaye ne edîtor, nivîskar bi xwe lê
zêde kiriye. Ger em mesela zimanê Tirkan/tirkî daynên alîkî nivîskar li kêleka
metna xwe bi rêyên din jî dixwaze tevlî tahayyula xwandevanan bibe ev jî bi
rêya parakestê ye. Paratekst têgeheke rexnegir û teorîsyenê Frensî Gérard
Genette ye ku ji bo li kêleka metneke edebî bikaranîna agahî an lêzêdekirinên
dîmenî an niviskî, wek; epîgraf, îthaf, pêşekî, pêşgotin, têbinî, wêne... (bo
zêdetir agahî bnr; Sclbert-Yücel; 71-86) Lê kêlaka van paratekstan di pirtûka
Zînistanî de bê îstîsna li binê hemû çîrokan agahiya çîrok di kîjan demê de li
ku dest pê kiriye û di çi zemanê de li ku qediyaye jî heye. Her çendî Genette nivisandina
dîrok û cihê çîrok lê hatî nivisandin jî wek paratekst nehejmartibe jî, ji ber
"dengê derva" tevlî "hundir" dike meriv dikare wek
paratekst binirxîne.
Ji
bo nifşên beriya me radyoya TRT travmayek mezin e ku di dema xwe de nikaribûn
jê biqeriyana. Li ber dengê xeberên ajansê çend keç û lawên xwe li serê çiya û
nav beyaran de dan xakê. Çi rast çi derew dengê radyoyê xebera bi hezaran
tiştên xirap gihand wan. Gerçî ew deng hê jî qut nebûye. Di çîroka Du Demsal de
jî ew deng bi ya xwe dike, ne tenê bi deng her wiha bi awayeke
"fîzîkî" jî dikeve nav jiyanê. "Aramiya xwezaya zozanên me dîmenên rengîn ên jiyana me ji nişkê ve
tarûmar dike", "Qutiya
joleyê ji destê me dixîne, Her tişt serobino dike ji nişkê ve."
Çar + Çar = Çar
Rihê
hejmara çar digere di nav pirtûkê de. Di sê çîrokan de metefora çar bi awayeke
eşkere xwe bi me dide xwûyakirin.
Dema
min -wek ferdek kurd- dest bi xwendina dîroka Kurdistanê ya nêz kir, her wiha
siyaset û tiştên din jî yên bi Kurdistanê ve girêdayî, her çar dewlet
derdiketin pêşberî min; Îran, Iraq, Sûriya û Tirkiye. Îmaja van her çar
dewletan wek dijmin bûn ku di roja îro de jî dema kurdek diaxive balê dikşîne
ser çar dijminên ku dora me pêçane. Ne tenê wek ferdên kurd dora me pêçane her
wiha li dora "dayîka niştîman" jî xwe dane hev. Dema behsa van
"çaran" tê kirin Kurdistan jî bi dayîkbûna xwe ku di nav dest û piyên
van "çaran" de digevize. Her wiha perçebûna Kurdistanê bi çar beşan
vê hejmarê li kêleka jiyana rojane di qada edebiyatê de jî ji xwe re cîh
dibîne.
Di
sê çîrokên pirtûkê de hejmara çar çi tesadûfî çi jî bi zanetî rê nîşanê me dede;
Jana Çargoşe, M. û Çar Fragman.
Di
Jana Çargoşe de em peyva çar ku di sernavê çîrokê de derbas dibe daynin aliyekî
heft zarok hene li ser dika çîrokê û dayîka van zarokan. Bi tirs in bi xof in.
Tirs ji her derê wan dibare. Her ku çîrok diherike sedema tirsa wan tê
famkirin. Mêrekî biyanî yê çakêtekî sor
ku ji stêrk û heyvên spî pêve ne û potîn li xwe dike dikeve hundir û tedeyê
li dayîkê dike. Axir zarokek deyax nake û li hember mêrik radibe. Lê zarokên
din çi ji tirsê çi ji tiştên din bi ew birayê rabûyî re dest nadin hev. Mêrikê
biyanî jî ji vê pişt digre. Bi çend sahneyan zorok yek bi yek dikevin. Di
dawiya çîrokê de mêrên biyanî dibin çar. Tede û êşkenceya wan li dayîkê
berdewam dike. Her çiqas hin deman bihevkevin jî û her yek ji wan xwe xwediyê
dayîk û zarokan bibîne jî di taliyê de li hev tên. Çar mêrê biyanî û dayîkek û zarokên li ber
lingan çûyî.
Di
çîroka M. ku behsa dînek hezkiriyê kase û tableya ye tê kirin ku karê wî ew e
li nav bajêr tableyan bide hev. Nivîskar û hevaleke wî yê li ser dînan xebata
doktorayê dike jî dixwazin sedema dîntiya M. hînbin. Ji bo vê jî M. hîpnoze
dikin. Bi dayîna kaseya M. dixapînin û bi rêya hîpnozê dadikevin zarokatiya wî.
Li wir rastê sedema dîntiya M. tên; çar mêran li ber çevê M. destdirêjiya diya
wî dikin. Bi vê awayê sedema dîntiya M. derdikeve arasa meydanê. Cardin çar mêr
û dayîkek û zarokek dîn.
Di
çîroka Çar Fragman de jî çar sahneyên li
Otêl Cîhan bi awayeke sînemayî tê vegotin. Di fragmana dawî de çar mêr li
lobiya oteleke erzan in ku em dûre hîn dibin ku mişteriyê Zînê ne. Zîna qehpik
ku Mem li otêlê resepsîyonîstî dike û Beko jî jê re pezevengtiyê. Wisa dixwiyê ku her çar mêrên dagirker ku
mirov "dagir dikin" dixwazin
bi hev re bikevin odeya Zînê bo vizîteyê. Erê li vir Zîn ne dayîk e lê em çi
bikin jî yeka ji me ye û dîsa li hember wê çar mêr hene. Çar mêr, Zînek û em "temeşevanê"
çar fragmanan.
Her
wiha di sernavê herdû çîrokan de peyva "çar" heye; Jana Çargoşe û Çar
Fragman. Di çîroka M. de dînê me bi çar seansan tê hîpnozekirin. Çîroka Çar
Fragman ji çar fragmanan, çîroka Jana Çargoşe jî ji çar sahneyan pêk tê. Di çîroka Du Demsal de jî Vivaldi konçertoya Çar
Demsal dijenîne ku her demsaleke de jî bi heman rengî yeman e.
Axir
Mem Zînistanî çîrokên xwe wek wêne, fîlm, şano yek bi yek li ber me radixe. Her
yek di nava xwe de senaryoyeke dihewîne wek ji sînema an ji şanoyê re çav
bikirpîne. Bi çîrokên wî em "dibînin" lê ger derhêneriyê bike bi qasê
çîrokên xwe bikaribe "nîşanê me bide" ne diyar e.
Çavkanî:
Sclbert-Yücel,
C. (2014). Paratekst û Berxwedan di Pênaseya Edebiyata Kurmancî ya li Tirkiyeyê.
Alan û Öpengin (ed.) Tîr û Armac (rr. 71-86) Stenbol: Peywend
Hiç yorum yok: