Emrê te emrê gûlika biharê be, tarîfa xwarina gûlikê


Hûn hazir in, ji we re behsa xwarinek bikim; Gûlik. Xwarina mehên baharê. Bi sivikbûn û erzaniya xwe dikare li ser kuçikê her malê bipije.

Bi navê xwe yê latînî Asphodelus, bi navê tirkî jî çiriş otu an jî yaban pırasası li bilindahiyên piraniya bajarên Kurdistanê şîn tê. Hêşînayiyeke gelek emirkurt e. Heta li ser gotinên wek "emrê te emrê gûlika biharê be" hatî gotin. Ji ber vê yekê jî divê meriv dereng nemîne jê re.

Xwedêjêraziya diya min çend roj berê ji min re nanê tenûrê, kilor, penîr û qatix şandibû. Qasê du kîloyan jî gûlika çiyê xistibû ber. Bo xira nebe min jî rabû ji xwe re(çima ji we re!) çêkir. Çend roj şûn de jî ezê tarîfa savarê bi gûlik bidim we.

Wextek tê xwarinên te di zarokatiya xwe de jê hez nedikir ji te re dibe meraq û hewesek. Ji bo min jî gûlik wisa ye. Min zarokatiya xwe de nefretê jê dikir lê niha heweseke ye. 

Amadekirin: 10 Deqe
Bo çend kesî: 3-4
Pijandin: 25 Deqe

Melzemeyê xwarina gûlikê:

          I. Kîloyeke(1) Gûlik
      II.                         II. Serîkî(1) Pîvaz
    III.                         III. Xwoy
    IV.                         IV. Pûl Biber
      V.                         V. Rûn
    VI.                        VI. Du heb hêk


Beriya her tiştê seriya pîvazê xwe hûr bikin û di nav rûnê qijiliye de hetanî rengeke sorayî bigre biqijilînin. Paşê gûlika we şûştî bi qasê ji sê yeka pêçiyek hûr kiriye berdin serê. Lê divê hûn koka wî jêbikin. Li gora dilê xwe xwoy û pûl biber jî bireşînin ser. Hewce nake hûn hinek av berdin ser, ava gûlikê bixwe têr dike. Bîstûpênc(25) deqeyan li ser agir bihêlin û herdû(2) hêkê xwe bişkînin. Melzeme divê hûn bikar bînin tenê ev e. Li gora dilê xwe hûn dîsa ger bixwazin dikarin qatix an jî qatixê bi sîr jî li kêlekê daynin.
















Noşîcan be.


3 yorum:

  1. Ez bi vê xwarina gûlîkan pê nehisiyam.. îro ji diya xwe bipirsim spas sihet xwes:)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Tu hinek dereng ma bo îsal, lê saleke din gulikê ji destê xwe bernede :)

      Sil
  2. Tiskî din Ev gotina ku dibêjin “emrê te weke emrê gûlikê be” qenc e an na fêm nekir:) xeberdana diya min hate bîra min ..emir kinbûye weke vê gotinê ye qey :))

    YanıtlaSil

Blogger tarafından desteklenmektedir.