- ez birçî me, got.


Ji wan şevên dirêj ên zivistanê de min li ber ronahiya mûmê zorê dida xwe çend rûpelên dawî yên  romanê biqedînim. Ji min re wisa hat ku deriyê hesin lêdixe. Bala xwe nedayê. Hê nehatibûm dawiya hevokeke nû bi zelalî dengê nigên keseke ku ji derî dûr diket hat min. Dema min derî vekir lampeya otomotîk hê netemirî bû. Min serê xwe ber di valahiya pepelûkan de xwar kir. Ew bû. Min got;
- Bi ku de diçî Baran?
Hata lampe bitemire di çihê xwe de sekinî. Dûre, bê axaftin du qat derket jor û li ber min sekinî. Dema min derî ser me de girt xwe evêtibû ser qoltixê.
- ez birçî me, got.
Bê şeraba ji sibê de devê wî vekirî tu tişt tunebû. Di dolabê de jî hinek gûz û bastîqên ji gund hatibûn şandin derket. Ez jî birçî bûm.
Serma bi têra xwe hebû bo em neaxivin. Jixwe zûda me hev nedîtibû jî. Rabûm çarşefa nivînên odê guherand. Ji dolabê pîjame derxist û danî ber serê wê.
Vegeriyam salonê û rahiştim pirtûkê. Mabû deh panzdeh rûpel xilas biba. Mûmê vêxist û lampeyê temirand. Min ji serî de dest bi romanê kir.

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.