Mînakeke Şaredariyê ya Kurdan: Kêm derfetî û xebatên bo pêşerojê

Serokê Şaredariyê Mahmut Subaşı
Li Bakurê Kurdistanê ezmûna kurdan di şaredariyan de di salên notî de dest pê dike. Her çiqas salên beriya wî jî navên wek Edip Solmaz û Mehdî Zana seroktiya şaredariyan kiribin jî bi awayeke sîstematîk ev ezmûn dereng bûye. Di hilbijartinên dawî de jî kurdan bi BDPê 103 şaredarî bi dest xistin. HAK-PAR jî di hilbijartinê de tekane şaredariya xwe bi dest xist. Ev jî ji bo herkesê bû sûprîzeke û di çapameniyê de gelek cîh girt.
Min jî bi serokê şaredariya Anzarê Mahmut Subaşı re hevpeyvîneke derbarê xebatên şaredariyê û xebatên din kir. Mahmut Subaşı ku di nav gel de wek Mele Mehmûd tê zanîn 1968an de dema li Dêrika Çiyayê Mazî feqîtî dikir bi saya hevalekî xwe yê feqî doza kurdan nas kir û ji wê rojê wir de di nav tekoşîna Kurdistanê de ye. Di salên notî de bi neçarî derket dervayê welêt. Di hilbijartina pêşiya me de nafikire bibe namzetê şaredariyê.
Şaredariya Anzarê ku  tekane şaredariya di destê HAK-PARê de ye. Di hilbijartina 2014an de ji 1891(1472 deng hat bikaranîn) dengan 876 deng vegirt û bi rêjeya 59 bû yekem.
Şaredariya ku navenda wî li gundê Anzarê (Konukbekler) ye û ji gundên Dom(Körpeağaç) û Palasê (Yeloluk) pêk tê di sala 1990an de bû şaredarî. Li gor daneyên 2015an 1405 jê jin, 1426 jî mêr, bi tevahî 2831 kes tê de dijî. Ji ber ku sê gundên ji hev cihê ne di hilbijartinên herêmî de ji dînamîkên îdeolojîk zêdetir kesên dikevin hilbijartina girîng e. Heta niha di hemû hilbijartinan de partiyên navendî serketine û bi hilbijartina dawî re ev rewş guherî.
Di hilbijartina dawî de bi giraniya kesên li wir dijîn namzetê xwe Mele Mehmûd hilbijartin û xwestin ku di lîsteya BDPê de bikeve hilbijartinê. BDP ku li Kurdistanê partiyeke giraniya wî heye ye qebûl nekir. Li hember wê hema hema tevahiya gundiyan dengê xwe kirin yek û Mele Mehmûd hilbijartin.
Şaredarî bi biryara meclîsa şaredariyê navê gundan guherand. Navê şaredariyê kir "Şaredariya Anazarê" û di tabelayên devê rê jî bi kurdî navê gundan nivisî. Her çiqas ev bi ji hêla dewletê ve nehatibe qebûlkirin jî gavek sembolîk bû.
Şaredarî her wiha bi xebatkarên xwe yên sendîkayî re peymana xebatê girê da ku ev jî gaveke girîng bû.



Ku mesele bibe şaredariyên piçûk tişta herî girîng û li ber çav xizmeta hatî kirin e. Ku hûn jî serokê şaredariyeke piçûk in, dema hûn hatin hilbijartin wir ve we çi xizmetan kir û astengiyên li hember we bûn çi ne?
Me Palas û Domê xist îmarê, ev yek. Me nimrê kolan û malan çêkir. Me qalîrofer avêt camiyan. Însanên me misliman in, mêja xwe dikin. Mele bi lava û ricaya ji gundiyan pere kom dikin bo kirîna komir ûşewatên din. Ji yekî re dibê tu 50 panot bidî, ji yekê din re dibêje tu 100 panot bidî. Ji hen kesan dixwazin sobê vêxin. Mele çima li pey kesan bikeve? Hadê em bibêjin mele sebebiyet kir û şewatê anî, ka çima temîz nebe? Xelq çû hîvê lê camiyên me hên bi sobeyan vêdikevin, bi daran û sergînan vêdikevin. Salê bo her camîkî çar ton komir didim.
Emrê çêkirina qanalîzasyona Anzarê berê hatibû lê ez li ser sekinîm û me çêkir. Girêdanên ji berê de kêm mabûn min çêkir û xilas kir. Boriyên ava ji çiya vediguhezînin nava Anzarê 18 kîlometre ye, bi tevayî aspes bûn. Aspes nexweşî çêdike. Ji sisiya dudu û nîvê wî me guherand.
Di şaredariya me de kevirê parke qet nehatibû bikaranîn. Me nava domê bi tevayî kevirê parke kir. Rêya diçû camiya Anzarê pir teng bû, du wesayît nikaribûn di ber hev de derbas bibûna. Hin kesan sûra xwe dirêj kiriye heta nava rê. Me bi lava, rica, daxalet û zorê hemû sûrê wan para da û rê fire kir. Niha sê çar erebe dikare ber hev re derbas bibe. Me parqa erebeyan jî çêkir. Me li pêşiya şaredariyê parqa ji bo erebeyên ji derva tên çêkir.
Şaredarî bi xwe dilop dikir, ban qul bibû. Dema şilî bibariya dilopan dikir. Hundirê şaredariyê bîna kadîn bû. Ji bo xebatkaran cihek çay vexwarana û bêhna xwe berdana tunebû. Me di binî de odeyek ji bo wan veqetand û eşyayê bo rehet bikin raxist. Berê di nava şaredariyê de cihek xebatkar lê rûnişta tune bû, te diçû li qehwê wan didît. Min qalîroferê şaredariyê guherand. Qazan daîresiyê jî nû kir û sîstemeke ku komira xwe bixwe eyar dike çêkir. Me her tiştê şaredariyê teze kir.
Ev tiştên naxwiyên in. Kes nayê nava belediyê nabîne. Îmara gundan, nimra kolan û malan, sîstema germkirinê bo camiyan nayê dîtin. Tişta dixwiyê tenê rê ye.
Li pêşiya camiya Palasê me parqeke çêkir ku berê li wir bazmalix hebû. Me erdeke nû kirî û da xwediyê bazmalixê. Rêxê li ber deriyê camiyê rakir. Dev û dora camiyê fire kir û kevirê parke kir. Me qlîrofer kişand camiyê. Tenê îsal min li nava gund 900 qamyon stabilîze lêxistiye. Rêya ku bê stabilîze nemane.
Me 10,5 kîlometre asfalt rijand. 22.000 metre qare me li Domê kevirê parke çêkir. Texmîna min de me li Palasê 5.000 metreqare kevirê parke çêkir. Di Anzarê de jî me berê 3.000 metreqare çêkirbû û îsal jî  10.000 çêkir. Li Anzarê bi dirêjahî 6.000 metre û bi firehî di navbera 6 û 9 metreyan de jî me asfalta germ çêkir. Me sûra devûdorê rê ku sibê ro neyê tengkirin çêkir.  Rêyên çolbir hebûn û heta niha qet nehatibûn çêkirin. Me wen jî çêkir. Hejmara wî tam nayê hişê min lê nêzikî 150-200 heb menfez me bi cîh kir. Gelek bûzan ebatê wî 80 cm jî me avêt. Me du heb jî pire çêkir.
Şaredarî her çiqas ji sê gundan pêk were jî, cihê bicîhbûnê tenê gundek hatî nîşandayîn. Bo em gundên din jî bixin îmarê, 120.000 TL me da bo îmarê, 60.000 TL bo labaratûarê da.
Salê ji bo serê merivê 30-32 milyar pere tê. Dema min şaredariyê dewr girt 150.000 deynek hebû, deyneke kêm. Me du milyon qiredî stend. 380.00 KDV ye. Milyon û 620.000 ma. Milyomekî û 320.000 pê 10,5 kîlometre asfalt çêkir, me 300.000 jî pê kevirê parke çêkir. Ji xwe dema tu îhale çêdikî ew pere dîrek ji mutahît re diçe, nay destê me. Em nabin muxatab.
Ortalama ji me re mehê 100.000 TL tê, mesela vê mehê ji me re 91.000 TL hat. 60.000 TL maaşê personela, ceyran, sîgorte, vergî daîresî û emeklî sandixî re diçe. 12.000 TL ji qanalîzasyona Anzarê re diçe. 5.000 TL ji bo ceyranê diçe, ji ber ku em avê bi ceyranê didin gundan. Dimîne 14.000. TL tu bi vê perê dikarî çi xizmetê bikî? Mazota me, temîrata me di vêya de ye. Mesela hin me 66.000 TL hatiye û em deyndar derketine. Salê du caran jî ji me re pereyê denkleştirmê  tê. Ew jî texrîben 200.000 TL ye. Xezmetê me tevî bi vana tên kirin.
Mesela ji şaredariyên din re qamyon bê pere tê.  Mesela şaredariya ji kêleka me re di rojeke de du kemçe hat. Her wiha melzemê yedek jî. Ereba cinaze şûştinê, ereba rê paqişkirinê, ereba çopê, îtfaye dan temamî şaredariyan lê ji me re neşandin. Mesela Midiriyeta Rêyan ji şaredariyeke re ji kîsê xwe asfalta germ çêkir. Çima wiha dibe, ji ber merivin îqtîdarê ne, di AKPê de ne. Ez jî di HAK-PARê de me. Ka edalet hebû, heq û hiqûq hebû?
Dibêjin HDP destek dide PKKê û pere ji wan re dişîne. Ew wisa dibêjin. Pekî em çi dikin? Li gorê nêrîna wan em tiştek wisa jî nakin. Me jî ji wan naqetînin. Sîstemeke demokratîk tune ye. Heta ev sîstem rûnenê em nikarin rehet bin û bi hev re biratiyê bikin.

dîmeneke ji gundê Domê Çavkanî: qanqol.blogspot.com.tr

Nêrîna milet ji bo xebatên şaredariyê bi çi rengê ne?
Miletê me bindest e. Bi salan e bi awayeke hatine xapandin. Wisa hatine hînkirin ku heta zirar negîje wan xwe ji cihê xwe tev nadin. Mixabin ev milet hê balix nîne, ne kemiliye. 70 salî be jî nekemiliye. Di xizmetê de tiştên şexsî tê xwestin. Mesela rêya gund tune ye, dibê tu dikarî hineke mazot bidî min. 600 mal e, ku tiştek bidin wî, tiştek bidin ên din emê bi çi rê çêkin. Ji ber ku heta niha milet wisa hatî hînkirin wisa ye. Dibêjin însan li ser dînê rêvebirên xwe ne. Ew çawa bikin, xelq jî li wan binêre. Rêveber durist nebûne, berjewendiyên wan li ku bûne xwe ber bi wir de dane. Ne li berjewendî lê sîstema wed dike bê nêrîn di cîh de ye. Başbûn li gor qistasên rê çêkiriye, xizmet kiriye, ji bo vê xelqê xebiteye, ezyet kişandiye nîn e, çiqas kêrê berjewendiyên min ên şexsî hatiye ye. Kê ji bona vê xelqê rastiyê gotiye ew baş e.

Heta niha bi giranî şaredariyên BDP tê de bi tevahî kayyûm avêtin 117 şaredariyan û dest danîn ser. Tirseke bi we re çêbû bo vê û hûn çi difikirin li ser mesela kayyûma?
Tirseke bi min re çênebû. Ku şaredariya me bihata girtin bahaneya îqtîdarê j destê wî diçû. Bi PKK re têdikoşe û dewlet dibê girêdana wan bi HDP re heye. Bi pîsokolojîk ji hev re destek in. Bi min li wan heqsizî hatî kirin, tu tiştek nedîtine jî dîsa dest danîne ser. Bi bahaneya alîkariyê didin PKK li ser wan de diçin. Ji xwe li Tirkiyê ez bi tenê me, li min jî bi meneyeke wisa nikarin çêbikin. Ger rêyeke bidîtina min jî davêtin. Çûnkî ez jî qeydê wan nafikirim.
Waliyê berê Seddar Yavuz ji min re got ku di referandumê de bibêje "erê" Min jî jê re got ez nabêjim. Got tu dibînî çi tê serê şaredariyên HDPê, ew nay wê meneyê ku tu jî nabî wek wan.
Bi qineta min ez di HAK-PARê de tenê me, ku werim girtin zêdetir tê ber çav ji bo wî jî min ji kar negirtine. Wê bibêjin te fitwakî ji HDPê re derxist ku tu dibêjî alîgirên tekoşîna çekî ne. HAK-PAR tu car tiştek wisa negotiye ku em çekan diparêzin, ka tu vê çima digrî. Texmîna min ji bo vê me negirtin.

Ji Awrûpa an jî Herêma Başûrê Kurdistanê tu alîkarî ji bo we hatî kirin û daxwazeke we ya bi vê rengê çêbû?
 Me tu têkilî bi Ewrûpayê re nedanî. Têkiliyê min beriya ku ez bibim şaredar jî bi başûr re hebû. Ger em biçûna wir me dikaribû alîkarî jî bistanda. Tam di dema me de pêvajoyeke nebaş dest pê kir. Meseleya derbeyê, şerê di navbera dewlet û PKKê de, referandûma başûr û tiştên din nehîştin em û ew ber xwe bibînin. Dibên agir bi mala yekî ket ew jî diçû nokên xwe diqeland. Me nexwest ku em jî bibin bar.
Min ji dewletê xwest lê tu alîkarî nedan me. Min ji Wezareta Hawîrparêziyê erebeyeke çopê xwest nedan me. Dewlet bi xwe jî dizane ku perê dişîne têrê nake. Ger tiştên em dikin bi pêwendiyên me yên şexsane nebe, em bi rica û minet hin tiştan nekin perê dişînin qet têra tiştekî nake.

Hûn çareseriyeke çawa dibînin ji bo Bakurê Kurdistanê?
Kurd bindest in, di dema Osmaniyan de jî niha jî li wan zilm tê kirin. Ereb, Tirk, Faris ji hev hez nakin lê ku mesele dibe kurd tên ba hev. Bê mijara kurdan tu carê nabin hevalê hev. Kurdistaneke heye û ew jî hatî perçekirin. Ku tu vê rastiyê bi lêv bikî te davêjin hundir. Di dîrokê de kurd her li vir bûne lê di cîhê xwe de bindest in. Her tiştê wan qedexe ye. Bi terorîstiyê nav dikin. Şêx Seîd Efendî li hember wan şer kir navê wî terorîst nebû, Îhsan Nûrî Paşa, Seyîd Riza, Elîşêr li gor wan terorîst nebû? Kî terorîst nebû bo wan.
Tu xelqekî di dinyayê de nebûne birayê hev, bûne cîranê hev, bûne dostê hev. Bi biyolojîk meriv ji dê û baveke be dibe birayê hev, ger meriv du cîranên baş be rêya çê ew e. Merivê te qebûl neke, bi te re biratî nake.
Him wek partî û him jî wek ferd bê federasyonê qet bi tiştek razî nînim. Em federasyon dixwazin. Federasyonekî bi rêk û pêk. Çanda min, zimanê min, polêsê min, rêvebirê min gerek her tiştên min hebe. Temam, em dîsa bi hev re bijîn lê divê zimanê min fermî be. Gere li Kurdistanê zimanê kurdî yê yekem be dûra tirkî were. Em ji federasyonê jêr nayên.

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.