Evîn dike çend pere!

Ngram Viewer di navbera salên 1500 heta 2008an peyveke çend caran di pirtûkê de hatî bikaranîn nîşan dide. Tu dikarî bi xêra bernameyê di nava 5.2 milyon kîpatê* de li 400 milyon peyvan bigerî û li gor salê belavbûn û rêjeya bikaranîna wî bi awayek şematîk bibînî. Bi awayeke rehetî em dikarin bibînin ka peyveke kengê bûye popîler. Ev proje bi hevkariya Zanîngeha Harvard û Googlê hatî kirin.
Tabî divê em peyvan bi îngilîzî bigerin an na dernakeve. Çend peyvên min meraq dikir li jêr in.

Kurdistan:
Li gor dixwiyê peyva Kurdistanê piştê salên 1800 zêde hatî bikaranîn û bi baweriya min sedema wî jî ew e ku gerok û mîsyonerên Awrûpî gelek pirtûk li ser Kurdistanê nivisîne. Dû re ketiye û ber bi roja me de cardin bilind bûye.

Kurdish:
Kurdî jî wek peyva Kurdistanê rêyek hilbijaritye.
Abdullah Ocalan,Mustafa Barzani,Jalal Talabani
Meriv pir bi rehetî dikare her sê giregirên kurdan di kîj wextê de zêde di rojevê de bûne bibîne.


Evîn dike çend pere:
Şerê di navbera peyva evîn û pere de meriv bi hêvî dike, çawa be di salên dawî de evîn derketiye pêş.



*Kîpat: Yanî kîtab ku biraziya min Meyremxan ji bo peyva kitêb dibêje.

Hûn dikarin ji vir peyvên meraq dikin bibînin: https://books.google.com/ngrams

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.