şermokî û lerizîna maça yekem ji min re mîras ma

tîbûna perperokê du.yanzde.2017/Stenbol
* Tu ji min acis bû got kurik di yekem hevdîtina wan de. Keçikê got; îşev her tişt xweş e lê niza'm belkî sibê li ezman ewrê reş tije be an jî maşîneya me di rê de xira bibe.

* Tekane wênekêşê navçeyê li malbata hember kamerayê nihêrî  û ji alîkarê xweyê piçûk re wiha got; Tu dizanî ez di rûyên wan kesên wêne dikşînin de çi dibînim. Xwasteka bi bîra kesî ketinê ya bêçareyî.

* Wisa elimîbû tenêtiyê ku dema bi şev hat malê nexwast lampeyê pêxe, tirsiya ku siya wî çêbe û tenêtiya wî xira bike.

* Li meyxaneyeke banê wê niwz de feylesofê mezin jê re got; fikrên cara pêşî  tên hişê meriv fikrên derbarê fantaziyên pêknehatî de ye. Ew jî wisa fikirî; ji ber wê ye, însan bi hezkirin û nefretên xwe dileyze.

* Berdestê berber bi rûyeke ciddî ji hostayê xwe pirsî; ji bo çi por û rîhê însanan cardin derdikevin û ewqas dirêj dibin. Hosta bi keneke hûr got; ew jî şansê me ye.

* Kaxizê topavêtinê ji destê jina xwe ya ji ber girînê çavên wê werimîne girt û bi dengeke hêmîn got; ji bo cardin destpêkirinê ji binî ve xirabûnê baştir rêyeke din tune ye.

* Ev çar car bû her sal li ser gora kalikê xwe dareke çinarê diçandin. Her sal bi bîdonan avê vala dikirin koka darê lê dar dîsa jî di dawiya salê de ziwa dibû. Nizanibûn ku weca kalikê wân ewqas rabûye.

* Ez êdî naxwazim te bibînim, kurikê ji keçika  ji axaftina zêde westiyayî re got. Keçikê ji garson re destê xwe li ba kir û got "çayeke dîtir".

* Xortê nû dest bi nivîsandinê kiribû dema pirtûka di destê xwe de qedand û danî kêlek li notên xwe yên ji çîrokê girtibû nihêrî, di dilê xwe de got; ji vê çîrokeke nû derdikeve.

* Min bi têra dilê xwe te kêfxweş nekir got mêrik. Jinikê bi keneke di rûyê wê de gul vedike got; şermokî û lerizîna maça yekem ji min re mîras ma.

* Peyama dawî: Maçûmaç

Hin notên min ên di demên cihê de wek çîrokên mînîmal di telefona xwe de girtibû û li bendê bûn bibin çîrokên dirêj. Çend heb jî jê bûn çîrok jî.

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.