Kuştina Dr. Şerefkendî ya qomployî

Sê çar sal berê dema di rojnameya heftane Basnûçe de dexebitîm ji bo salvegere kuştina Şerefkendî min vê metnê hazir kiribû. Di maîlê de rast lê hatim. Bila li vir bimîne.


Ku meriv li çîroka serokên Rojhilatê Kurdistanê dinêre têgeha sereke ‘kuştina wan ya li ser maseya hevdîtinê’ derdikeve pêşberî meriv. Li Îranê kuştina mixalifa bûye çandek ku ji demê berê tê. Ksenefon di pirtûka xwe ya Vegera Dehazaran de behs dike ku qralê farisan serleşkerên yewnaniyan vexwandiye konê xwe û wan daye kuştin. Vê çandê di kilamên dengbêjan de jî derdikeve pêşberî me ku serhildêrên kurd piştî serhildana Agiriyê derbasê Îranê dibin dewlet ji wan daxwaz dike ku çekê xwe daynin û wan dikuje. Piştî vê bûyerê kilama Ferzende Beg ji hêla dengbêjan ve tê gotin. Bi heman awayê Simkoyê Şîkakî jî bi bahaneya hevdîtinê tê qetilkirin û piştê wî jî Qazî Mihemed.  Van kiryarên qirêj ê dewleta Îranê herî berbiçav di kuştina Dr. Abdulrehman Qasimlo de derdikeve holê ku wî jî li ser maseya hevdîtinê bi hevalên wî re kuştibûn.

Ji wan kesan yek jî Şerefkendî ye ku ji hêla dewleta Îranê ve li bi siûkastê hatî kuştin  Şerefkendî; di 21ê Çileya sala 1937an de li Bokanê ji dayik dibe. Di temenê piçûk de bavê xwe wenda dike. Di zaroktiya xwe de bi birayê xwe re de dibe şahidê avakirina Komara Kurdistanê li Mehabadê û ew bandorek mezin li ser dike. Şerefkendî piştî xwendina li Bokanê derbasê Mehabadê dibe û ji wir jî derbasê Tebrîzê dibe. Di 1959’an de li Tehranê destûrnameya endezariya kimyayê digre. Çend salan li bajarê Kurdistanê kar dike lê ji ber ku bi xortên kurdan ve eleqedar dibe ji hêla rejîmê ve tê sirgûnkirin. Şerefkendî di 72’an de diçe Fransayê perwerdeya xwe li vir didomîne. Şerefkendî li vir  Abdulrehman Qasimlo nas dike û bi awayek dibe endamê PDK-İ’yê. Piştî têkçûna rejîma paşayetiyê û destpêkirina eşkere ya PDK-Πli Îranê, ew dibe Berdevkê Komîteya Navendî ya Partiyê û di meha Reşemiya sala 1979’an de jî di Kongereya Çarem a Partiyê de dibe endamê Komîteya Navendî ya Partiyê û berpirsiyariya partiyê ya Tehranê dispêrin wî. Piştî ku Dr. Abdulrehman Qasimlo di 13’ê Temûza 1989’an de li peytextê  Awusturya'yê ji hêla ajanên Îranê ve li ser maseya hevdîtinê hat kuştin, Dr. Mihemed Sadiq Şerefkendî di sala 1991’an de bû sekreterê giştî yê PDK-İ’yê.

Kuştina Şerefkendî
Şerefkendî bo beşdarê Enternasyonala Sosyalîst ya di navbera 15 û 17 Îlonê de bibe li Berlînê bû û dixwest li vir bi mixalefeta Îranê re hevdîtinan bike. Dê hevdîtin li restorantek bi navê Mykonos ya Ezîz Gaffarî’yê îranî biba. Îstîxbarata Îranê hay ji Şerefkendî hebû dê were Berlînê û ji bo wî jî komek bo kuştinê şandibû vir. Li serê komê Abdulrahman Banihaşemî hebû nasnavê wî ‘Şerîf’ bû. Banihaşemî bi Abbas Rayyal, Yusuf Amin, Muhammed Atris’ê Lubnanî re ket têkiliyê û di 17 Îlona 1992’an de saet devdorê 22.50’an de çalakiya kuştina Şerefkendî pêk anîn. Li ser maseya Şerefkendî 8 kes hebûn û di êrîşê de ligel Şerekkendî Berpirsiyarê Ewrûpayê yê PDK-İ’yê  Fattah Abdolî, Berpirsiyarê Almanyayê Homayoun Ardalan û Mixalêfê Îranî Nurî Dehkurdî jiyana xwe ji dest da.

Doza kuştina Şerefkendî hetanî 10’ê Avrêla 97’an 246 car hat dîtin û du kesan cezayê muebbetê girt, ev ceza vegeriya 23 sala, yekî 11 sal ceza girt û yek jî hat berdan. Bo serokê îstîhbarata Îranê Elî Fallahiyan jî biryara girtinê ji hêla Înterpolê hat derxistin.

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.