Ji bo kurmê ewilîn goştê min bikurisîne

Di dîroka wêjeyê de belkî îthafa herî artîstîk Machado de Assis, nivîskarê "Ji Gora Xwe Dinivîsim" nivisandiye: " Ji bo kurmê ewilîn goştê min bikurisîne" Çawa be ji gorê bo me dinivîsîne, helbet pirtûka xwe diyariyê hevalên xwe yê herî nêzik bike. Lê bi min hemû xwînerên romana wî ji bo wî kurm bûn û bi xwendina serpêhatiyên wî goştê wî dikurisandin. Min jî da ber geza, bi çêjek xweş...

Bras Cubas, lehengê piştê mirina xwe çîroka xwe ji me re dibêje, ji gora xwe. Ji ber vê yekê jî serê romanê dawiya romanê ye, dawiya wî jî serê romanê ye. Ne ku beriya bimre dest bi nivîsandinê dike. Dimre, piştî wî destê xwe davêje pênûsê. Tabî em nizanin bi çi awayê vê pirtûkê ji gora xwe gihandiye me, ji xwe ew bi xwe jî divê 'goh nede tiştên waha, bila pirtûk tena serê xwe têra te bike.' Hin deman di nav kêfxweşiyê de xemgînî, hin deman jî berovajiyî wî hîsek dide me. Rojek îniyê piştê nîvro saet di dudiyan de çîroka Bras Cubas bi mirina wî dest pê dike û piştî 160 xalan li xwe zêde bike diqede. Her çiqas lehengê romanê bibêje roman dê reşbîn be jî -divê çawa be ez kesek mirî me û ji gora xwe dinivîsim, ka hûn tiştek din çawa hêvî bikin- em bi vê aciziyê nahesin. Aciziya li vê dinyayê bi bêxemiya xwe ya di gorê de xira dike. Di heman demê de henekê xwe bi jiyana xwe û bi me xwînerê xwe dike. Kêmasiyên xwe bêyî firsend bide me, ew bi xwe îfşa dike. Bi vê jî nasekine, gotinên xwe ji kesên pirtûka wî rexne bikin re pêşin pêşin dibêje. Tabî hin caran jî lêborîn xwestinê jî ji bîra nake. Erê di gorê de ye û ji gorê bo me dinivîse lê ew kesek li kolanan ne an jî cîraneke me yê em wî pir hindik nas dikin. Xwe dide hezkirin û em jî jê hez dikin. Çima em jê hez nekin! Kesek mirî ye û em pê bawer in ku nakeve pey hesabên piçûk. Ew jî dizane ji bo hezkirinê ev tena serê xwe bes e. Lehengê me Bras Cubas bi xwînerê xwe re diaxive, bi awayeke ciddî. Di beşa yekem de divê, xwînerê hêja bo ez te aciz nekim naxwazim pêşgotineke dirêj binivîsim. Hin deman jî ji xwînerê xwe alîkarî dixwaze, hin deman jî bi serê poz diaxive...
Kêm kurm dikarin xe bigihînin goştê Bras Cubas, ez jî yek ji wan im. Noş!

"Assis, nivîskarê herî mezin ê Amerikaya Latîn hetanî niha derxistiye ..." Susan Sontag
"Machado de Assis, wek mûcîzeyeke..." Hareld Bloom
"Hûnermendeke mezin ê îroniyê û komedyeneke trajîk..." Philip Roth

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.