"Ez tiştekî binivisînim divê beriya herkesî ez jê hez bikim"
Hesen Ildız, nivîskarekî nû. Pirtûka wî Tirspîvan di 2015an de di nav Weşanên Belkî de hat çapkirin. Niha jî haziriya romaneke din dike. Di ser nivîskariya wî re çend sal di ser hevaltiya me re gelek sal derbas bûn. Divê me çend gotin û gotinokan birijanda ser sergoyê blogê.
Beriya pirtûka Hesen çap bibe min xwendibû û tabî piştî çap bû jî min xwend. Bo hevpeyvînê min got ka cardin ez lê binêrim çi heye ez ji xwe re bikim melzeme. Li ser çîroka yekem ya bi navê "J" min di 2015an de nîşeyek wiha daniye; "Di çîrokê de lehengê wek flaneurê Walter Benjamin dêlma bikeve nav civakê di eynikê de dikeve seyra xwe. Eynik jê re dibe qadeke civakî û bi bêxemiya xwe, bi tema devê xwe yê nexweş di nav hişên însanan de dimeşe." Ev hevok him ji bo Hesen bixwe him jî ji bo çîrokên wî gelek tişt tînin bîra min. Tema devê wî ya nexweş ya ji ber firçenekirina diranê xwe wî dixe nev dudiliyan, ne tenê wî, me xwînerê xwe jî her wiha.
Her çiqas di destpêka çîroka xwe ya "Bota Sscooter" de bibêje "Lehengê vê çîrokê ne kesekî rasteqîn e, gelek kesên rasteqîn in." jî ew jî, ez jî dizanin ku çavkaniya xwe ji jiyana min, ji kulekî min, birînekî min ya hê nekewiyaye digire. Ev vê çîrokê li ber dilê min şîrîntir dike nizanim!
Di axaftinên û henekên xwe de em nifşên xwe wek “nifşên şêwirê” bi nav dikin. Di berhema te de jî bi navê " Anatomiya Şêwirekî" çîrokeke heye û tu di wir de behsa Şêwira Xwendinê dikî. Şêwir çi da te, çi ji te stend?
Em dikarin wiha bibêjin; li Stenbolê gelek kom hene ku çalakiyan derbarê kurdan de dikin, Şêwir jî yek ji wan e ku xwendinên kurdî dike. Hê dema min nû dest bi Şiwêrê kir, min nû jî dest bi xwendinê kiribû. Bi xêra Şêwirê min gelek pirtûk nas kir, min gelek pirtûk xwend. Deriyê dinyayeke ecêp ji min re vekir. Gelek hevaltî peyda kir. Gelek tiştên bi xêra Şêwiran bû û ez dikarim bibêjim hema ez çiqas tişt hîn bibim derbarê edebiyata kurdî de ji sedî %70 bi xêra Şêwirê ye. Ez dikarim bi rehetî bibêjim, ez jî yek ji nifşê şêwirê me, ez vê bi dil û can dibêjim û ji bo min rûmeteke. Hîn ez xortekî 18-19 salî bûm û nû hatibûm Stenbolê, hema min çi bidîta min xwe davêtê. Ger ne Şêwir ba belkî tiştek din ba. Belkî ez di wê rêyê de biçûma û jiyana min bi hawayekî dinê ba. Belkî ez nivîskareke “tirknûs” bama. Min ji zarokatiya xwe de dixwest binivisînim, belkî bi xêra şêwirê ez qanalîzeyê kurdî bûm. Bê wê jî ez aniha dinêrim; hevalên min ên samîmî min bi xêra Şêwirê nas kir. Şêwir gelek hevaltî da me û nivîskariya bi kurdî jî ji me re kar ma.
Yanî cihek sosyalbûnê bû jî?
Erê. Ez dikarim bibêjim hevalên min ên min li Stenbolê peyde kir, dikarim wiha bibêjim, hevalên hatin deweta min ên kurd gelekî wan ji şêwirê bûn.
Ji bo kurdan cihekî alternatîf jî bû!
Li bajareke wek Stenbolê miheqeq alternatîfek e lê em çawa dikarin bibêjim; ku ez çûm wir ne bi niyeta sosyalbûnê lê ev pêvajo bi xwe re ev hanî. Bo sosyalbûnê belkî cihê baştir hebin ji bo kurdan. Waxtê me de wisa bû, lê ez nizanim di Şêwirên niha de çawa ye.
Di hişê te de ye şêwira te ye yekem?
Şêwira Abbas Abbas ya Xewnên Şiyarî bû. Şêwireke xirab bû, ez bawer im piştê wî me Şêrzad Hesen xwendibû û hinek kêfa min jê re hatibû.
Di navbera xwendin û nivîsandinê de, di navbera xwendevanî û nivîskariyê de çi ferq heye? Ger te bizanîba nivîsên te tu carî çap nabin an jî te yê çap nekira dîsa jî te binivisanda?
Ev pirs xweş bû. Beriyê em werin ser xwendevan û xwendinê. Baweriya min waha ye, kesek ne xwendevaneke baş be nikare bibe nivîskareke baş. Ez dizanim hin kesên ku vê hevokê bixwînin di ber xwe de ji min re xeberan bidin, miheqeq ew ê bibêjin em nivîskarên baş in lê ne xwendevanên baş in. Lê hew Rimbaud hebû, ew jî helbestvan bû. Ew jî ji milyonan yek. Wekî dinê ez ne bawer im.
A duda neweşiya jî minê binivîsanda. Bi teredût be jî ez dikarim bibêjim erê. Emil Cioran di hevpeyvînek xwe de tiştekî balkêş dibêje; dibê min çi nivisand ji bo xwe nivisand. Rojnamevan bi henekî jê dipirse; madem tu bo xwe dinivisî te çima weşand? Dibêje ew weşandin jî pêvajoya nivîsandinê ye ji xwe. Ez anha lê dinêrim, pirtûka min çap bû lê ka fêdeyeke wî ya zêde ji min re ma? Belkî sernaveke nivîskariyê da min. Ku ez niha lê dinêrim ew ekla min ji nivisandinê stend beramberî deh qatê weşandinê bû. Min eklek jê girt. Belkî pirtûka min qet nehat xwendin, qet nehat hezkirin, qet nehat belavkirin… Loma jî bi rastî ez qet xemgîn nebim. Wan rojên min bi kelecaniya xwe dinivisand ji min re kar ma. Aniha jî di pêvajoya romaneke de me û ji her hevokeke ekleke gelek xweş distînim. Mesele tu ji meşê hez dikî dimeşî lê bi meşa te re kîlo didî, ev kîlodayîn destketineke duyem e. Ez jî bi rastî ji nivîsandinê hez dikim, çap bibe jî ew jî ji me re kar dimîne.
Mînaka J. D. Salinger tê hişê min, piştî The Catcher in the Rye nivîsand pirtûka wî bi milyonan hat firotin lê bi carekî dev ji weşandinê berda. Dinivisand lê çap nedikir, hevpeyvîn nedida rojnameyan...
Tiştê Salinger kiriye ezê nikaribim bikim, belkî rojeke ez popîler bibim di navnetewî de tiştek wisa tişteke artîstîk e. Bi rastî jî ekleke nivîsandinê ya xweser heye. Ji bo min pir firq nake hevok li ser kaxizên A4 be an li ser rûpelên pirtûkeke weşandî be. Tê hişê min hin deman belkî min tenê hevokeke dinivisand. Waqta ew hevok diqede û ekla dide te hew dibe.
Wê demê tu ji bo kê dinivisî, ji bo çi dinivisî?
Belkî bibe qilîşe lê ez ji bo xwe dinivisînim. Bê nivîsê tiştek din ê li vê dinyayê ez pê debar bikim tune ye. Loma ez ji bo xwedinivîsim. Rojeke xanima min ji min re tiştek got; dema tu tiştek dinivisînî xwendevanê te yên xeyalî heye. Tu dibêjî niha Proust, Sartre, Camus vê bidîta dê biecibanda. Xwendevanê min ên xeyalî, ne yên niha kurdên dixwînin in çi derewa bikim. Xandevanên min ên xeyalî dê tucar nikaribin bixwînin. Bi awayekî ji wan erêyek dixwazim. Yanî ji bo xwe û ji bo xwendevanê xwe yê xeyalî dinivîsim.
Bersivên te rêya pirsên din vedikin. Rast e, tu her çiqas ji bo xwînerên xwe yê xeyalî binivisî jî kesên te dixwînin bellî ne. Bi vê meseleyê ve girêdayî, di haletê ruhiyê nivîskarên kurd de tiştek wiha heye; haya wan jê tune ye ka kê wan dixwîne. Xwendevanê xw nezan, ji wêjeya cîhanê bê haydar dihesibînin. Em wisa dizanin ku kesek bo bikaribe bibe xwendevanê kurd pir hindik wêjeya cîhanê û wêjeya tirkî dixwîne û wisa vedigere wêjeya kurdî. Tu dibêjî çi?
Gotina te got rast e. Heta tu ne xwendevaneke baş ê wêjeya cîhanê û ya tirkî bî tu zû zû nikarî dest bi wêjeya kurdî bikî. Haya nivîskarê kurd ji vêya tune ye. Heta haya kesên pêşgotin ji nivîskar re dinivisînin jî tune ye. Tê bîra te me di şêwirekî de Kobanîya Jan Dost xwend. Ez camêr nas nakim lê pêşgortineke nivîsandibû, gotibû gelo Jan Dost jî Balzacê kurda ye. Min got vê camêra henekê xwe bi me dike. Ya qet Jan Dost nexwendiye yan jî haya wî ji Balzac tune ye. Di wê şêwirê de her kes Balzac xwendiye. Ev camêr nizane kesên Jan Dost xwendine ji xwe Balzac jî xwendine. Loma di şêwiran de min û hin hevalan nîqaşa vana dikir. Digotin bi min tu vê berhema di nav berhemên kurdî de binirxînî baş e. Min got ez naxwazim di nav berhemên kurdî de binirxînim. Ger ez ne ji dêvla wêjeya cîhanê, kurdî bixwînim divê wê tahmê bide min. Li gorê qistasê wêjeya cîhanê dixwînim, ji ber tu wexteke jê re vediqetînî. Bo tu tahmê jê bistînî divê di standartê cihanê de be.
Ku ez werim ser mesela xwendevanên xeyelî; ger Sartre biecibîne tê jî biecibîne. Her dem di xeyalê min de ye û di bin hişê min de cîh digrin.
Ya tu dibêjî berovajiyê pirsa min bi awayeke çitayê bilindkirin e. Ser meselê nivîsandina wateya hin peyvan di nav kevanekê de...
Tiştek wisa ji xwe rezaletiyeke bi min. Nizanim "diya min", di nav kevanekê de "ciya min."
Em werin ser pirtûka te. Te di Tîrmeha 2015an de pirtûka xwe Tirspîvan çap kir. Çi bertek û nirxandin hatin ji bo berhema te? An jî pirsê wiha bipirsim; dînamîzmek rexneyî heye ku bi nivîskarê berhemê bide hîskiririn û hesandin ka çi kêmasî û zêdehiyê wî/wê heye?
Pirtûk di 2015an de derket, dema derket ez 24 salî bûm. 2013an de qediyabû û min di 20 saliya xwe de dest pê kiribû. Pirtûk waxtê nû çap bû ez ne li vir bûm. Qansî ez dizanim di Şêwira Stenbolê de hat xwendin. Hin peyamên taybet ji min re hatin şandin. Qasê min dît ewqas bûn. Ku li ser Facebookê peyamên taybet bavêjin bi gelemperî tiştên pesindayînê ne, ne tiştê rexneyî ne. Beriya min pirtûk çap bikira di bin destê pên-şeş rexnegiran re derbas bû, wan rexneyên xwe kiribûn. Heta ji min hat min rexneyên wan jî da ber çav. Bê wan rexneyeke ez dersekî jê bistînim tune bû a rastî tu bixwazî. Xweziya heba. Waxta anha ez lê dinêrim belkî rexneyên herî giran ez dikim. Îro mesela rexnegiriya kurdî bi du hawayî dimeşe; ya mesela xal û xwarzîtiyê, hin kes pesnê hin kesan dide, an jî qehra hin kesan ji hin kesan heye, dixe binê erdê. Xwezî camêrak yan jî canikeke raba wiha rexneyeke xweş bikira min fêde jê bigirta. Tabî min çiqas goh bidayî nizanim bi rastî.
Ger ne malûmatfiroşî be Flubert wiha dibêje; romanûs ew kes e li piş berhema xwe wenda bibe. Milan Kundera jî dibê; romanên mezin her dem ji nivîskarên xwe baqiltir in. Ger romanûs ji berhema xwe baqiltir be divê pîşeya xwe biguherîne. Di wêjeya kurdî û her wiha di wêjeya cîhanê de berovajiyê vî meylekî heye. Ji mezinahiya berhemê zêdetir li nivîskar tê nêrîn. Tabî ev hinek bi medya, piyasa pirtûkan û bi weşanxaneyan ve girêdayî ye. Bi te çawa ye?
Pirsek hebû, digotin tu dixwazî kê nas bikî? Hinan digotin James Joyce an Ehmedê Xanî. Ez tu carî naxwazim James Joyce nas bikim. Xwendina Ulysses ji nasîna Joyce çêtir e ji bo min. Ez tu car naxwazim Musil nas bikim, dema “Der Mann ohne Eigenschaften” dixwînim bo min çêtir e. Dema ez “The Unbearable lightnes of Being” bixwînim çi pêdiviya min bi Kundera heye. Ji xwe heta niha kê berhemek baş xwendibe û nivîskarê wê nas kiribe hêviyên wî şikestine. Ku nasnameyeke wî ya hunerî li pêşiya nasnameya wî ya şexsî be divê berhema wî girîng be. Ez dixwazim mînakeke bidim, gelek kêfa min jê re tê. Rojeke Proust û Joyce li baloyeke pêrgî hev dibin. Camêreke wêjehez dixwaze wan bi hev bide naskirin. Joyce pir dixwxaze Proust nas bike. Xwe pê dide naskirin. Dibê te pirtûka“Kayıp zamanın izinde” xwend, Joyce dibê min gelek jê hez kir. Proust jî dibê Ulysses baş bû. Di dawiyê de herdû bi ereba Proust ber bi mala Proust ve diçin. Proust ji şofêrê xwe re dibê tu dikarî Mîster Joyce bivî heya mala wî. Qet bi hevdû ra napeyivin. Kesên li wir şaş dimînin. Dibên çima hûn neaxivîn. Proust divê çi ji min re, min Ulysses xwendibe Joyce çi bikim. Bi ya min jî divê roman an jî karakterê romanê li pêşiya romannûs be. Wek te got gerek Kundera li piş Tomas wenda bibe. Ku wenda nebe ne ewqas serkeftî ye. Bi min berhemên serkeftî wisan in. Anna Karenina di pêşiya Tolstoy de ye, Bav û Law di pêşiya Turgenyev de ye, the unbearble lightnes of Being di pêşiya Kundera de ye.
Di wêjeya kurdî de kes tê hişê te?
Janya di pêşiya Rênas de tê.
Ew jî helbest e!
Bi min di romanê de tune ye. Ez her tim vêya dibêjim; Rênas nivîskarê Janya bû lê pirtûkên din hemû ên Rênas in, çirûskîzm jî tê de.
Dîsa em ji Kundera vebigrin, wiha dibêje; Meyla romanê meyleke domdarî ye, her berhem bersiveke ji yên beriya xwe re.
Kundera her vêya dibêje, yekî dîndar çawa salê careke Încîlê dixwîne ez jî wisa Cervantes dixwînim. Ew xwe vek oldarê nivîsê dibîne. Bi xwe dibêje, ger nirxeke hebe ew jî wêje ye. Wek endemeke ola wêjeyê her nivisandineke wekê diayeke meriv dikare bibîne. Bi ya min nivîskareke dest bi nivîsê bike divê armanca wî ew be ji yên beriya xwe serkeftîtir be. Pêk were an neyê lê divê armanca wî wisa be. Qe nebe ê min bi xwe ew e. Dema min nû dest bi romanê kir ku ez zêde ji çîrokên xwe hez nakim, min xwe wek egzîstansiyalîstdidît û dixwest wêjeyeke egzîstansiyalîstçêkim. Min dixwest karaktereke biafirînim lê gerek ev karakter ji yê beriya min çêtir be. Nivîskarên kurd di vir de xeta dikin, berhemên xwe hew bi yên kurd re miqayese dikin. Dema min niyet kir binivisînim qistasê min wêjeya cîhanê bû. Ez tiştek binivisînim divê beriya herkesî ez jê hez bikim. Min karakterên egzîstansiyalîstda ber çavên xwe; ji îvan Karamazov, Marsaullt, Antonio Requentin, Mathiue û ji Tomas çêtir be. Min ev qistas da ber xwe. Wek tu di ezmûneke de bî dixwazî bersiva herî serkeftî bidî. Kesê xwend gere were dagirkirin. Gere niyeta te ev be.
Tabî mesele hinek bi xwendinê ve girêdayî ye jî, ku haya wî ji vê 'mîrasê Cervantes' ku ev 400 sal e dewam dike tune be...
Ji xwe ku te nexwendibe haya te ji wê mîrasê nabe û tu nikarî tiştek jê bigrî. Dibêjin ya; firehiya nêrîna şivên bi qansî qûna miyê ye. Ku qistasê te hew Eloyê beriya te be tu yê jî nikaribî tiştk biafirînî. Loma tu nikarî bi serê romaneke kurdî sond bixwînî.
Wêne: Duygu Earth |
Bi ya min heya însan hebe, ewê meseleyê hundurîn jî ewqas hebe. Jiyana hundurîn ya her kesekî bi temamî cihê ye, mêjiyê nivîskar her wiha mêjiyê karakterên tên afirandin jî cihê ye. Beriya çend salan ve ye tê nivîsandin û hê çend salan jî were nivîsandin dîsa jî safî nabe û bila safî nebe jî. Ji ber ku ez li ser mêjî dixebitim, ji hêla zanyarî de jî; ew ezmûn, biryardayîn, binhişî tu car dawî li wan neyê. Çûnkî haya te bi te dixe. Roja îro de hemû şert û merc te ji te dûr dixe, ku tiştek wisa pêrgî te tê helbet bandorêli te dike. Bi awayeke temasê dinyaya te ya hundurîn dike û ev jî bandorê li te dike. Çima ewqas li ser hin camêran tê sekinandin? Ji ber ew camêran hin noqteyên dunyaya hundurîn zeft kirine. Ya muhîm ew e tu wan noqteyên ji bo her kesî û her wextî ye zeft bikî. Ku te zeft kir her dem tê were xwendin.
Ka em hinekî behsa dixtoriyê bikin. Tu jî dixtor î û çend navên wek Çexov, Mikhail Bulgakov, Friedrich von Schiller jî dixtor in. Heye pêwendiyek di navbera nivîsandin û dixtoriyê de?
Dibêjin Çexov dixtoreke pir serkeftî bûye. Jê dipirsin tu him dixtor î him jî nivîskar î, dikarî dev ji wan yekî berdî? Dibêje yek... (di wê kêlêyê de maliya Hesen, Duygu wêneyê me digre ji bo wê Hesen dengê xwe qut dike heta deqeyek) Dibêje; yek jina min e yek jî metresa min e. Herdû ji halê xwe razîne ji bo min jî problem tune ye. Ez wek Çexov ne romantîk im. Di waxtê wan de nizanim lê niha dezavantajê wî zêdetir e. Wiha bibêjim, nivîskarî çiye? Têkiliyên di nav mirovan de ye. Ez rojê hezar cûre mirovan dibînim. Tu dikarî van çîrokan veguhezînî. Ya duda meseleya maddî ye, ez dizanim tu carî problemeke min ê wisa tunebe. Dezavantajê wî jî ji xwendekariyê bigre heta niha waxteke zêde di jiyana te de digre.
Pekî tu çawa dinivîsî?
Bi xwedê ez di her pozîsyonê de dixwînim û dinivisînim. Lê ez meriveke wisa me baş dixebitim.
Dema tu radizê deftera te li ber serê te ye an na?
Tu car nayê hişê min tiştek min ji xew şiyar kiribe û min nivîsîbe. Belkî ên hin kesan hebin...
Tu ji îlhamê zêdetir xebat dibê?
Helbet. Ez 24 saet li ser pirtûkê dinivîsînim û xêz dikim. Heta bibêjim temam çêbû. Dawî derbasê kompîtirê dikim ku nebû ye. Dîsa di serî de. Deh car, sed car li ser wê hevokê dixebitim. Baweriya min bi wêya heye, ku tiştek were hişê te û tu saeteke din ji bîr bike ne hêjayê nivîsanidnê ye. Helbet planên min jî hene lê ne wisa.
Niha çi di destê te de heye?
Ev sê çar sal e li ser romaneke dixebitîm. Roman qediya. Çend heb rexnegirên ku dizanim gotina xwe ji min nagrin re şand û wan nirxand. Niha jî ji alî giramerê de camêreke li ser dixebite. Ku qediya ez ê bi çend weşanxaneyan re biaxivim. Yek jî dosyayeke min ên çîrokên mînîmal heye. Ka em binerin Xwedê mezin e.
Mala we ava be, siheta we xweş. Min zewqeke mezin ji xwendina hevpeyvîna we girt
YanıtlaSilMala te avatir. Kêfxweş bûm b, şîroveya te.
Sildest û dilê we saxbe..bi ve nivîsandinê kêfxweş bûm..😊wisa bú ku heta xilas bû serê xwe nerakir:)
YanıtlaSilSpas bo şiroveya te ya xweş. Hemin te blog vekirî ka hinek binivisîne :)
SilMerheba Ezîzê hêja!
YanıtlaSilMin bloga te nuh dît. Min bîstekê bala xwe dayê. Te karekî pir baş kiriye. Te pîroz dikim.
Lê bi ya min dibê meriv blogên xurî bi kurdî û tirkî û yên kurdî-tirkî tevlihev neke, dibê meriv bike sê katagorîyên cihê: Blogên xurî bi kurdî, yên tirikî û yên .tirkî-kurdî.
Esas bi baweriya min blogên bi tirkî, xwediyên wan kurd bin jî ne blogên kurdî ne, blogên tirkî ne û dibê meriv wan bi kurdan nedin xwendin.
Merheba mamoste Zinar,
SilMala te ava bo xweşgotinên te.
Bê guman blog bi kîjk zimanê hatibe nivisîn malê wê zimanê ye. Ew lîste hew blogên bala min dikşînin û ez wan dixwînim in.
Spas.