Dilopên Avê...


Rabûm ser xwe û ber bi tuwaletê de çûm. Di gava pêşîn de şewişîm. Hinek nigên xwe difirkînim tiriyên xwerabûyî yên di tebaxê de mane davêjim devê xwe. Ewqas dirêjkirî mame ku pişt û nigên min qerimîne. Ê ne meriv panzdeh beşên rêzefîlma Frends ser hev temaşe bike hal dimeriv de bimîne. Bi tirsa destikê derî di destê min de bimîne derî vedikim. Ev mehek e ji xwe re dibêm destikê derî bijdînim lê ka...

Li ser kevirê tuwaletê rûdinêm. Dikim nakim mîza min nayê lê çend deqe ewil ji ber êşa mîzê min fîlma xwe di nîvî de hişt. Dev jê berdidim. Gotinên Enes difikirim; yên li ser romana Rênas Jiyan ya dawî, Bacanên Pelciqî. Gelek jê acis bûye wek min. Jê re behsa pirtûka Ahmet Aras dikim, pirtûka wî ya bi navê Serhildana Seyîdan û Berazan. Ecêb dimîne ji têkiliya navbera herdû pirtûkan de. Hinek êşên xwe û êşên Mencinikê dike yek. Ew jî wek gelek xwînerên edebiyata kurdî gazindê xwe ji nivîskarên dixwazin bidin hîskirin ku pirtûkên tirtire xwendine û her û her li ser hev navên wan di romana xwe de dinivisînin dike û dibê "me jî xwendiye babam." 

Gohê xwe didim dilopên avê yên li serşokê. Ji devê muslixê sê xuleka careke ji koka muslixê pênc xuleka careke dilopeke dipale ser kevirê sipî. Dibêm gelo ji devê muslixê ku sê xuleka careke dilop dike amaneke di saeteke de tije be, ji koka muslixê ku pênc xuleka careke dilop dike çend saetan de tije dibe. 

Dengê dilopan nava min dilivîne û hema jixweber mîza min tê. Pêlê sîfonê dikim û derdikevim.

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.