DI NOVILA MOROF DE REWŞA CİVAKÊ ANJÎ ÎDEALÎZEKIRINA NÊRÎNA ÎDEOLOJÎK

Mirov berhema civaka xwe ye, li gorê şert û mercên civakê yên aborî, siyasî û erdnîgarî şikil digrin. Ciyê belesebeb negotine "erdnigarî qeder e." Mirov ku bingeha civakê ye, li gorê guherînên civakê ew jî diguhere. Novila Morof ya Eliyê Evdilrehman jî guherînên civakî yê serê sedsala bîstemîn di kesayet û tevgerên  "Morof" de ji me re  dibêje. Destpêka sedsala bîstemîn tam demek aloziyê bû, bi taybetî  bo Kurdistanê dikare viya bê gotin. Împaratoriya Osmaniyan di hemû qadan de têk çûye, erdê dagir kiribû yek bi yek ji destê wan derketibûn. Milletên rojhilata ewrûpayê yê di bin fermandariya wan de bû yek bi yek serî rakirin û serxwebûna xwe bi dest xistin.  Dewleta Osmaniyan li rojava hetanî Stenbolê paşve kişiyan. Ji van sedeman Osmaniyan berê xwe guherandin rojhilatê; Kurdistanê, Ermenîstanê, Asyaya Piçûk.  Di serî de bi nêrina "ummetê "  xwastin gelê di bin fermandariya wan da ye neylên serî rakin, lê ermenî nediketin nav sînorên "ummetê." Ji ber vî sedemê divê ermenî ji holê bihatana rakirin. Fermana qirkirina ermeniyan hat dayîn. Lê dem dema nêrinên netewperestiyê bû. Ji bo wî postê "endezyariya civakê" li xwe kirin û xwastin herkesî bikin yek netew. Piştê qirkirina ermenîyan berê xwe fetilandin kurdan, xwastin wan bikin tirk. Her çendî bi qodên civakî yê gelê kurd leyîstibin û hin nirxên wan xira kiribin jî, meriv dikare bibê je ku bi tekoşîna kurda ya îroyîn ew bi ser neketine.
    
Morof şivanê Xalit beg e li qezaya Bedlîsê. Dê û bavê wî dema ew piçûk bû ji alî beg ve hatî kuştin. Rojek  ku Morof pez diçêrîne berdîrek ji gelî de dikeve û nigê berdîrê dişkê, Xalit beg dema berdîra nig şikiya yî dibîne li Morof dixe û wî davêje "Geliyê Qetlê." Şivanên gund Morof dibînin û alakîriya wî dikin ku ji wir bireve. Beg ji vî sedemê wan jî  îşkence dike. Morof bi halê xwe yê birîndar diçe mala nasekî hevalê wî yê şivan Şemo. Memo, Morof wek kurê birayê xwe yê winda dide naskirin û di mala xwe de bi cih dike. Morof dibe endamek malê û Mamo re diçe şivaniyê. Dengbêjiya wî di nava milet de belav dibe û diçe gohê Selîm beg jî, beg dixwaze wî bike dengbêjê diwana xwe û jê dixwaza bizewice. Memo û jina wî Eyşê qîza xwe ya mezin Nûrê bi Morof re dizewicînin. Morof ku beg re ciya digere hay wî ji şoreşa palê li welatê Sovyetê dibe û bi gundiyan re biryar didin ku ji bin zilma axa û begleran koçê wir bikin. Novil ji van serpêhatiyên Morof pêktê.
Novila Morof yekem berhema Eliyê Evdilrehman e. Novil di sala 1957 de hatî nivîsandin, bê vi novila Evdilrehman her sê romanê wî yê din( Xatê Xanim, Şer Li Çiya de, Gundê Mêrxasan) jî hatî latînîzekirin. Novila Morof ji kirîlî Midya Têmûr û Dîdara Têmûr tîpguhezî kirîye latînî û Kawa Nemir jî pêşgotinek ji çapa Lîse re nivisandî ye.
     
Di novilê de tiştekî balkêş ew e ku peyvên tirkî bi formek kurdewarî tê bikar anîn, mînak: obe, alt kirin, başqebaşqe, neynesî û hwd. Ev di pirî nivîskarê serhedî de wek taybetiyek  e.
    
Di novilê de kûrbûnek civakî kême. Derbarê civakê de tenê têkiliyên di navbera axa û gundî û xulama de agahî tê dayîn, lê derbarê serhilaldanên kurda de, komkujiya  ermeniyan de ti agahî nayê dayîn. Meriv dikare bêje ku lehengê romanê hişmendiya wî ya kurdatiyê tune,  lê ci ecêp e ku şoreşa  Sovyetîstanê dibe leheng bi carek dibe "lehengek rasteqîn ê civakê", gel moralîze dike, bal dikşîne ser şoreşê.  Di novilê de raste rast propaganda ya komînîzmê, şoreşa 17 oktobirê tê kirin. Ev dibe ji bo derfetê çapkirina novilê bi dest  bixe hatî kirin. Di kurdên sovyetê de û di hemû         nivîskarên sovyetê ê wî demê de ev rêbaz heye. Ji bo bikaribin mafê çapkirinê ji wezareta çandê bistînin probagandaya sovyeta tê kirin. Mînaka herî navdar  nivîskarê nobelî  Borîs Pesternek û çîroka romana wî ya bi navê Dokter Jîvage ye. Mijara romanê dema sovyeta de derbas dibe ji ber ku ji nêrînên sovyetê re çep tê pirtûka wî nayê çapkirin, ew jî pirtûka xwe di sala 1957 de (di sala Morof hatî çapkirin)li Îtalya yê  çapdike û salek piştê wî xelata nobelê digre. (helbet di girtina wî xelatê de bandora îngîlîzan û CIA yê tiştek dine)  Evdilrehman li civakê bi çavek şoreşgerî dinêre û li gor rêbazên şoreşgeriyê rol dide kesên civakê. Axaya wek bûrjûva,  şivan û gundiyan jî wek proleteran dibîne. Tevgera şivan a li hember axa û began tevgerek şoreşvanî dibîne. Lehengên Evdilrehman ên gundî - ku ew proleterin- bi her awayê başin, ku gundîkî keça xwe dizewicîne rizaya keça xwe distîne û bi jina xwe re şêwir dike.(nivîskar rêvebirina sovyetan wek şêwir bi nav dike) Lehengên axa û beg - ku ew bûrjûva ne- bi her awayê xirabin bo berjewendiyên xwe xirabiyan dikin, keçên xwe bo deshilatiya xwe fireh bikin didin kesên bi hêz.

Di novilê de ti hebûnek dewleta osmaniyan û komara tirkiyê nayê dîtin. Her çendî dema di novilê de tê behskirin dema herî zêde zordariya dewletê be jî ev di novilê de cih nagre. Nivîskar bi nêrînek netewî zêdetir bi nêrînek çînî dinêre.  Nivîskar di nasnameya xwe de kurdbûn, kurdperestî yê zêdetir şoreşgeriyê dibîne, ji bo wî ji palê şoreşê dikin re dibê "bira"
    
"Dema" di novilê de tê behskiririn di navbera salê 1900-1920an e. Wî demê Enqere ne navendekî sîyasî ne jî navendek danûstandinê bû,  lê nivîskar wek dema novilê nivisandiye(1957) daye ber çav û Enqere yê wek navendek daye nîşandayîn. Bê wî jî  şivanek ku bê bajarê xwe tu cihê de neçûye çawa London, Moskov û bajarê din dizane?
    Bê novila Morof du nivîsên derbarê jiyana Evdilrehman de di pirtûkê de cih digrin. Di nivîsa "Bextê wî zilamê" de Evdilrehman jiyana xwe ya zoroktiyê, dibistanan û serpêhatiyên radyoya êrîvanê dibêje. Di nivîsa dûyem a bi navê "Bextewariya emir" de  bi çavê keçek pêvajoya zewaca xwe dibêje.

Ev nivîs di kovara "ciwanzar" ya di bahara 2013'an de hatibû çapkirin de hat weşandin.

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.