‘Bayê Payîzê’ hîn li ‘Wetan’ê me li ba dibe
Azad Xanzade / Rojnameya BasHaber-BasNûçe
Tê gotin ku, ‘Mûzîk dema bê hîskirin
rasteqîn e.’ Ku em, dema me ya bi bayê bezê derbas dibe bigrin ber çavê xwe
rastiya vê peyvê bi zelalî derdikeve pêşberî me. Piraniya hunera di roja îroyîn
de tê çêkirin xwe nagihîne dilê mirov, derfetê nabîne xwe bigihîne hiş û
kurahiya hestên meriv anjî jixwe di wê qelîteyê de nîne ku xwe bighîne armanca
xwe. Hunera ku îro êvarê tê çêkirin, serê sibê dema ku meriv rabû, ji bîra
mirov diçe. Lê hin huner, hunermend an jî kom hene ku nakevin nava wan
‘Piraniyan’. Yek ji wan jî Koma Wetan e ku her çiqas nêzikî 45 sal berê hatibe
avakirin û berhemê xwe dabin jî hêjî qet ji nav dilê guhdarvanan derneketî
ye.
Dema ku di strana ‘Sînê’ de dibêje;
‘Birîndarim ez mîna teyrê nav ezmanên Kurdistanê’ kesên wê guhdar dikin, li
nava asîmanên Kurdistanê de bask vedidin. Bi strana ‘Elegezê’ em gund û
derûdorê kurdên Sovyetê bi rehetî nas dikin, ‘Elegez’ dibe gundek me ku me di
nav kolanên wî yê bi toz de piyase kiriye. Dibe ku hunermend di strana ‘Esmera
Farê’ de behsa xoşewîsta xwe kiribe lê êdî ew bûye xoşewîsta me jî. ‘Gerdena wê
zer e, çavê wê belek e û em heyranê wê ne.’ ‘Birîndar in em ji bona esmera nola
stêrka sibê.’ Helbet strana ‘Cahiltî’ ku piştî salan jî ji hêla bi dehan
stranbêjan ve tê şîrovekirin cihek cuda digre. Ji xweziya dilê me diherike ku û
em jî dibêjin; ‘Wwezî ez dîsa zar bûma, ber dilê dayîka xwe bûma, berbangê dîsa
hîşar bûma, di mêrg çîmenan de ba bûma’ ku dilê me bi vegera wan demê xweş
rehet bû em êdî dikarin wek Koma Wetan bibêjin ‘Paşê dîsa kal bûma.’
Kom di nava mûzîka dinyayê de jî pêşeng
bû
Kom piranî bi Kerem Gerdenzerî tê zanîn,
ji ber ku endamên din ê komê piştî komê dev ji muzîkê berdan. Derbarê wan de jî
agahiyek ku dilê meriv rehet bike nîn e. Kerem Tahar Gerdenzerî ku solîstiya
komê dikir di 6 Adara 1952’an de tê dinê. Bavê wî Taharê Hacî Gerdenzerî,
dayîka wî Redîfa Nacîvbeg Reşî ku ji Serhedê bûn koçî Sovyetê kiribûn.
Gerdenzerî di biçûktiya xwe dest bi lêxistina amûrên muzîkê dike.
Koma Wetan di sala 1974’an de ji aliyê
çend xortan ve tê avakirin. Wan di serî de bi ruhekî amatorî dest bi xebatan
kir. Dû re di salan 1976’an de navê komê wek ‘Koma Wetan’ diyar kirin. Rafaêlê
Şamilê Dasinî li defê dixe, Lêvon Grîgorî Şaxbazyan li keybordê, Omarê Sebriyê
Recevî jî solo-gîtar û vokalî û Kerem Gerdenzerî jî bass-gîtar û vokaliya komê
dikir. Piştî ku koma ava dibe di mîhrîcan û şahiyan de derdikeve ser dikê. Komê
di sala 1979’an de albûma xwe ya yekem û tekane bi navê‘Bayê Paîzê’ li bajarê
Tiblîsê ji fîrmaya Mêlodiya derxist. Pereyê ku ji firotina albûmê dikeve destê
wan ji bo koçberên Helepçê didin saziyek alîkariya koçberan. Ku meriv dema
derketina komê difikire bi rehetî fikra pêşengtiya komê derdikeve hemberî
meriv. Di wan salan de hêj gelek zû bû ku bi mûzîka rockê kom bi qalîta
xwe bibe pêşengek mûzîka kurdî û ya dinyayê. Kom di sala 1991’an de ji ber hin
sedeman belav bû. Solîstê komê Kerem Gerdenzerî piştî komê rêwîtiya xwe ya
mûzîkê berdewam dike û albûmên Azadî (1998), Hewar (2001) û herî dawî jî Rojbaş
Amed/ Veger di sala 2013’an de pêşkeşî mûzîkhezan kir. Di albûma dawî de him
stranên albûma ‘Bayê Bayîzê’ hem jî stranên nû cîh digrin.
Helbet çend sedemên ku komên wek Wetan
li Rûsyayê derkeve hene; ji vana ya herî bi bandor ew e ku li Rûsyayê mafên
hemû gelên din tên nasîn ku bi çand û hunera xwe tiştan biafirînin û wî pêş de
bixin. Ev jî bû sedem ku Koma Wetan li ‘Derveyî wetan’ derkeve. Sedemek din jî
ew e ku di salên 70’î de bayê mûzîka rock xurt li ba dibû. Li Rûsyayê derfetên
komê hebûn ku xwe bigihînin mûzîka bi ziman û çandên din tên kirin. Ji ber van
sedeman ne suprîze ku Koma Wetan li ‘Derve’ derkeve. Albûma ‘Bayê Payîzê’ di
sala 1986’an de digihîje ber destê berpirsiyarên Radyoya Rewanê û di pêlên
radyoyê de li Kurdistanê belav dibe. Gerdenzerî dibê ku bi saya radyoyê derfet
dîtiye ku stranên xwe bigihînin kurdên ji wan dûr.
Di stranan de kurahiya çanda kurdî heye
Koma Wetan di salên 1970’an de di bin
bandora Jîmî Hendrix û Deep Purple de mabû, dê ev bandor bi komê serdemeke nû
di mûzîka kurdî de vebikira. Kerem Gerdenzerî bo mûzîka navnetewî û bandora
mûzîkê li wan de wiha dibêje: “Me her çiqas stranên biyanî guhdar dikrin jî
dîsa jî xwesteka me ew bû ku aliyeke me ya resen hebe û ji bo vê yekê jî me ji
gelek helbestvanên kurd sûdê wergirt û heşbestên wan striya. Ji vana heşbestên
Mikaîlî Reşît, Karlînî Çaçan, Aliyê Îsko, Ordixanê Celîl û Latîfî Husret û çend
hebên din. Ew helbest bûn jêderka edebî ya rocka kurdî ya modern.” Ku meriv bi
rastî jî li çêj û tema stranên komê dinihêre qelîteyek bê hempa derdikeve
hemberî meriv. Kurahiya gencîneya (Xizîne) çanda kurdî bi rehetî dide
xuyakirin.
Komên nû valahiyê tije dikin
Gerdenzerî diyar dike ku di salên Koma
Wetan de mûzîka rock di nav kurdan de cîhê xwe gelek baş û bi hêz girtibû lê
piştî wî demek dirêj tiştek lê nehat zêdekirin. Gerdenzerî, vêya hinek bi rewşa
rastîn ya gelê kurd ve jî girê dide û dibêje; ‘Perçebûna wetanê kurdan bû sedem
ku bandora koma me li ser gel û mûzîkvanên din ên kurd hindiktir bibe.’
Gerdenzerî her wiha got: “Ku di berdewamiya Koma Wetan komên din jî derketiban
hunermendên me yên ku di warê rockê, blues, rap, hip hopê de hebûna rewş waha
nedibû. Em lê dinêrin ji bilî çend koman kesek tune ye. Niha mirov dikare bes
çend kom û hunermendên wekî Koma Rewşen, Koma Çarnewa, Koma Siya Şevê, Koma
Ferec, Rojan Berken, Artîn, Mirady, Jan Axîn, Ercan Bîngol, Koma Teq û Req û
çendin din bihejmêre, lê divê di nava van 40 salan de bi sedan kom û hunermend
tarz û şêweyên cuda bixebitiyana da ku muzîka kurdî dewlemendtir bibûya.”
Wek peyva dawî her çiqas ‘Bayê Payîzê’
li ‘Wetanek’ sar derketibe û ber bi Kurdistanê ve ba bûbe jî germahiyek
dilhejîn dide guhdarvanên xwe, hêjî di payîzên sar de tîn dide dilê cîhaniyan.
Hiç yorum yok: