Rêwîtiya kevireke sûrên Diyarbekirê!
Telefon dike zingînî. Mêreke porsibî hêdîka destê xwe dirêjê bêrîka xwe dike û telefona xwe ber bi çavên xwe ve tîne. Çend saniyeya hewl dide nav bixwîne. Noqteya kesk ber bi jor de kaş dike. Nabe. Cardin dike û telefonê dide ber gohê xwe:
* Elo
- ...
* Ez baş im.
- ...
* Erê, li Diyarbekir im.
- ...
* Min cîger jî xwar. Bi xortan re govend girt. Ez derketim ser sûran, bi saetan li ser geriyam. Min kevirek jî ji sûrê xist çenteyê xwe bo bibim daynim mala xwe.
Min van hevokan di Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê de, ji mêreke extiyar bihîst. Piştî bername dest pê kir lê hay bûm ku ew kes Mirazê Cemal e ku axaftinên destpêkê li DTSO kiribû.
Hiç yorum yok: