Ciribandinên xilasiya ji xwe

-I- Bi careke li ser qenepeyê radibe û cilên xwe ji xwe dike. Pêşî êlegê xwe yê di ser tîşortekî de li xwe kiriye, dure hemû tiştên xwe yên din bi lezgînî ji xwe dike û li nava odeyê şilfîtezî dimîne. Berêvar e. Gewreyî ketiye hewayê. Difikire ka cîran niha di pişt perdeyê de wî dibînin an na. Li pencereya hember dinêhêre lê tu tiştek nabîne. Wisa difikire ku ew jî naxwiyê ji bo wê jî perdeya turunc ya ji çarşefê çêkirî nekşîne. Hê zû ye ji bo wî. Lê di rastiyê de perdeya kişandî zêdetir hez dike. Wisa difikire ku perde kişandîbe zêdetir tena serê xwe dimîne naxwaze bi ronahiya derva re jî rûbirû be. Radibe cixareyeke ji paketê derdixe. Cixareya dawî ye. Hêdîka pakêta vala datîne ser masê û bi kibrîtek serê wê pêdixe. Radihêje xabliya bi pişt derî ve daliqandî û diçe serşokê. Mîza wî tê lê naxwaze li klozetê rûnê. Dikeve serşokê û bi vekirina avê ve mîza xwe jî dike. Cixare hinek jê re zuha tê. Çend gulpên din jî lê dixe. Ava germ hêdî hêdî di bin nigê wî de kom dibe. Cixare nîvî dibe lê dilê wî li hev dikeve. Serê cixarê cardin diweşîne. Xweliya wê dikeve nav avê hêdî hêdî reştir dibe û di nav avê de belav dibe. Diherike ber bi qula li ber nigên wî. Serê cixarê ya sorbuyî dixe nav avê. Bi dengek nivz kizirînek ji cixarê derdikeve, pencereyê vedike û dipekîne nav erdê vala ya kêleka malê. Difikire ger netemiranda û cixareyê di pencereyê de bavêta wê çi biba. Ne tiştek. Li jêr tenê gihayên bi biharê re bejn avêtine û belkî çend çopên ji qatên din ên avahiyê hatine avêtin. Û kûçkek gir yê xwediyê malê. Kûçikê hîn şevan dikir nûzenûz. Dema xwarin ji ber dima di nîvê şevê de bi dizî di pencereyê de diwirwirand ber wî. Kî dizane, belkî kûçik niha xwe ber bi cixareya vemiriye de jî kişandiye. Bêhn kiriye. Ava germ pêşî li nigên xwe dike. Mûyên wî yên her yek bi hêlek de çûne wek bi fermanek berê xwe berjêr dikin û dikevin nav nîzamek. Dûre hêlik û kîrê xwe şil dike. Çi cara bikeve banyoyê wisa dike, heta nig û berjêra navrana xwe şil neke nakare avê di serê xwe de bike. Pirça singê wî ya hindik jî li ber avê şil dibin. Beriya serê xwe şil bike singê xwe miz dide. Pirça wê ya sert dikeve nav destê wî. Çend sal berê dikeve hişê wî, dema hê nû li varqilîbû ku êdî di ser singê wî jî pirç heye. Gelek jê re ecêb hatibû. Hinek li ber xwe jî ketibû. Ne hazirbû qebûl bike mezin bûye. Wek bi carekî yek xebera çêbûna zaroka wî jê re bîne. Lê tenê derdê wî jî ew be ku vê lîstikê ji hevalê xwe bibe. Lê xoşewîsta wî ji van pirçan hez dike. Na, ji vê tam ne bawer e. Ew bi xwe jê hez dike. Her dema piştê hevşabûnê ku bi serpiştî li kêleka hev xwe dirêj dikin destê wê digre û datîne ser singê xwe. Dixwaze mûyên wî bikşîne. Ev êş xweşa wî diçe. Dikişîne! Avê li serê xwe jî dike. Piştê hemû porê xwe şil dike çavê xwe digre û berê avê dide ser çavên xwe. Çend kêliyan wiha dimîne. Xwe xwar dike û şampuanê dixe nav çenga xwe û pê porê xwe kef dike. Hêdî hêdî masej dike serê xwe. Ku êdî qanih dibe rûnê çend rojan ya di porê wî de safî bûye avê lê dike. Kef hêdî hêdî diherike ber bi nigê wî de. Piştî ku qasê deqeyek avê li her derê xwe dike êdî naxwaze cara dudiyan jî şampuanê li porê xwe bike. Derdikeve ji banyoyê. Diçe ber eyneya bi hilmê eksa wî hindik dixwiyê. Destê xwe dirêj dike û li ser eyneyê S yek xêz dike. Dîsa jî baş xwiya nabe tê de. Çenga xwe tije av dike û davêje ser eyneyê. Li firçe û mecûna xwe dinêre. Naxwaze diranê xwe firçe bike lê wisa ji xwe re soz dabû ku çi dema bikeve banyoyê wê diranê xwe firçe bike. An na dizanibû demê din dilê wî li hev dikeve dema diranê xwe firçe dike. Devê mecûnê valaye lê di dawiya wî de hê heye. Wek kir bike mecûnê ber bi dev de ten dide. Beriya bixe ser firçê avê li firçeyê dike. Gulpek av jî dexe devê xwe. Nizam li cihek xwendibû an xweşka wî ya dixtorê dirana jê re gotibû sedema av tê werdanê ev e ku hîsa paqişbûnê bi meriv dide jiyandin. An na tu kêra wê tune ye. Belkî dema wê axaftinê gotibe ez av têwernadim. Ger wisa be vê agahiyê ne li cihek xwandiye ji xwişka xwe bîhîstiye. Ew jî dibê kesîn wisa ye. Avê li devê xwe werdide û tû dike. Dizane ku tûka wî dikeve ser riyê wî . Kulmek av jî li rûyê xwe dike. Li eynê dinihêre dema av hêdî hêdî rûyê wî yê dirêj bûye belkî çend meh e jê nekiriye. Du meh e divê di dilê xwe de, du meh berê ez çûm mal û wê demê min jê kiribû. Rûyê xwe yê dirêj dişibîne wêneyek Jules Verne. Nizane ewê di wêneyê de ew e an na lê di hişê wî de wisa maye. Û dişibîne Evdila Pêşew ku li ser bergê pirtûka wî ya Veger de hatibû çapkirin. Çend xweşa wî diçû ew wêne. Hê jî wisa ye. Belkî jî xwe dişiband Mamê Rişe û rûyê wî. Li hemberê hêzdarbûnê wan di eyneyê de li laşê xwe yê lewaz nihêrî û qeweta wan fikirî. Bêhêvî nebû. Tam bi xwe neda qebûlkirin lê herhalde sedema wî ew bû ku en mehek e dest bi sporê kiribû. Bi xablûyeke mezin xwe zûha kir. Dema bi awayeke tûnd rihê xwe jî bi xablûyê zuha kir û lê nihêrî dît ku çend mû rihê wî weşiya ser xablûyê. Tev reşîqetran. Daweşand. Telika ji nigê xwe kir û çep fetiland bo bipalin. Deriyê banyoyê jî vekirî hîşt bo bihara di hûndir de derkeve. Dizanibû jiyana li malê vegere li tuwaletê ye.

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.