Ez êdî mesiyeke xemgîn nîn im!

Dean Cornwell, It’s Hard to Explain Murder, 1920

Êdî pirs û bersiveke qilasîk e tu kengê bûyî ji kurdeke ku beriya du hezaran hatibe dinê. Li ser gelek henek hatine kirin, bûye mijara gelek ken û laqirdiyan. Lê ev derdê me kurdan xilas nebû. Bi îhtîmaleke mezin gelek ji wan roja ji dayîkbûna xwe nizanin. Hebe kesek ji wan ji dêlma min jî bila destê dê û bavê xwe ramûsin, wellehî heq dikin.

Demek berê, ji demek qesta min neh-deh sal berê ku hê nû nû Facebook ketibû jiyana xortên bîna me û me bi maîlên ecêb hesap vedikir. Ya min jî "yanlizkahraman@hotmail.com" bû. Ê tabî wan deman edetek hebû ku hema rojbûna kî/kê ba li ser demnameya Facebookê dihat pîrozkirin. Xwîna min jî dikeliya û meha çi kesên bi kurdî re eleqedarban ez bi wan re dibûm heval. Hema "1 Ocak" nehata agahiya nêzikî sed dused kesan ji min re dihat. Pîroz dikî nakî xilas nedibû malmîrat.

Dûra edeteke din derket îja gelek kesan roja bûyîna xwe kirin bîstûyekê adarê. Axir niha ew edet heye tune ye ez nizanim lê niha kesin tiştên din cihê wan girtiye. Jixwe behsa mailên bi plaqa bajaran hatî vekirin nakim ku 21 serê wan dikişand.  Tew "paşnê" edeteke din derdiket ku digotin; "memleket 49 mekan 21"

Em jî ji demên dijwar derbas bûne, xwedê me xilas kiriye.

Ez jî yek ji wan kesan im filankesê malbata wî roja bûyîna wî nizane. Yek ji wan kesên; "berf du mêtro barîbû", "me bênderan radikir", "belekî ketibû erdê" dema giha çinînê bû" falan. Her ku ji min dipirsîn min carê rojek, mehek digot. Min dît ku dawî li van gotinan nayê ez jî rabûm min ji xwe re rojek hilbijart. Hevdê adarê. Sedemek ew bû ku nêzê Newrozê ye ya din jî wan deman min bircan û taybetiyên wan nas kiribûn. Hevde adar dibû birca masî û taybetiyên bircê gelek li min dihatin.
Min wisa bawer kiribû êdî hema çi derbarê mesiyan de bibihîsta bala min dikişand. Hevalên min tiştên masî li ser bûn ji min re diyarî dikirin. Ên dizanin dizanin, kesên masî gelek hestiyar in û taybetiyên din jî li dev dor hestiyariya wan tên diçin.

Ez ku vegeriyam welat û hemû kom û kulfet li ser hev de kom bibûn min ji diya xwe pirs kir ka ez kengê bûme. El bersiv; "me hê xwe negihandibû sibatê, du mêtro berf barî bû." Li gorê tarîf kir di dawiya çile û serê sibatê de bûme. Û lê zêde kir; "roja tu bû nizanim jina kî mir." Şans ew e ku xweşka jinika di roja bûyîna min de miriye cîranê me ye. Ka wê diya min jê bipirse, belkî em tespît bikin.

Axir li gor hesabê diya min û taybetiyê bircan ez "birca polan" im. Polan çiye ez jî nizanim, di ferhengê de ji "birca kova" "pirca polan û birca dewlik" hatî nivisîn. Îhtîmal heye ku ez "birca karik" jî bim lê wisa dixwiyê ku ez "kova" me.

Ez ku ji bircan pir hindik bawer dikir jiyana xwe li gir mesiyê dizayn dikir an jî bala xwe didayê niha wek mesiyek ji avê derketibim. Masî îro mir. Bijî dewlik.

yanzde.du.duhezarûheyjde / Mûş

4 yorum:

  1. Saetxweş xewname. Te çîroka gelek kurdan vegotiye. Li ser mesela birca masîyê jî mafdar e. Diguhere her tiştên me
    Masî û rojén bûyînén me jî. Ez jî xwe masî dihesibînim. Naxwazim zêde bi ser de herim ciku dibe masiyê min ê nemoyê wenda veguhere bizineke kol an jî gayekî dîn û ev tiştekî qe baş nîne :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Bi rastî bo min jî şokek mezin bû heta çend rojan ji bandora guherîna birca xwe xilas nebûm. Li Nemoyê Wenda xwedî derkeve, ew delalîka ber dilê me ye :)

      Sil
  2. Ez yeka ku zêde bi birca eleqeder bêjim ji te re ; bawer ke dewlik ji mesî çêtir e :) kêfxweş be heyran :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Te hinek dilê min xwes kir :) bo min jî hêsan nebû, bi salan tu xwe wek masî dizanî û tu wê gelek nêzê xwe jî dibînî, bi careke li rastiyê diqelibî. Ez kêfxwesbûm bênav. Malî ava.

      Sil

Blogger tarafından desteklenmektedir.