Axaftina lehengên ji romaneke li ber xilasbûnê

-  Ez êdî westiyam ji fêmkirina her tiştî. Nivîskar qudreteke wisa daye min ku bi her tiştê dizanim, wek xocê xizir xwe digihînim her kesên di tengayiyê de. Ji her nehiniyên pêşiya min haydar im, tu macerayeke jî nakeve para min, got lehenga sereke yê romana nivîskarê niha di xewê de ye. Pêlavên xwe derxist û xwe li ser nivînên xwe yê di nava romanê de ye dirêj kir.
Lehenga di rûpelên dawî de tevlî romanê bibû wiha bersiv da; Wisa rehet nîne meriv di romaneke de bibe lehengê sereke. Ger ne wisa ba tu jî wek min biba kasiyereke. Qet nebe xwarinên xweş dixwî û bi mêrên herî qeşeng re hevaltî dikî.
Lehenga sereke pîçîkên nigê xwe mizda û destên xwe li nava wan gerand. Westiyabû. Nivîskar îro wê gelek li kolanên bajêr li pey bidawîkirina bûyerê gerandibû. Wê jî hîs dikir eceleya nivîskar ku dixwest dawî li romanê bîne.
Ji bêrîka xwe pakêta cixareya xwe derxist û pêxist. Dûmana cixareya wê bi ser pirtûkê ket û li nava odeya xebatê ya nivîskar û di tarîtiya şevê de belav bû. Hê xuliya cixara xwe danewşandibû lehengê nivîskar wî du roj berê bi destê araxvexwurê kolanan birîndar kiribû û niyeta wî hebû çend rojên din jî wî ji çîrokê bavêje der bi hêrs bang li lehengê sereke kir.
- Keçê dîqat bike, tu me teva li vir nekî qirik, agir bi pirtûkê nexî!
Lehenga sereke bê axaftin xwilîdanka destê xwe ber bi wî ve hejand. Ber bi kendalê pirtûkê ve çû û li rûpelên vala yên heya çend rojan ji hêla nivîskar ve werin tijîkirin nihêrî. Saet ji nîvê şevê derbas bibû.

Xoşewîstê keça nivîskar dema ji şibaka vekirî ket hindir bo biçe nav nivînên wê hemû lehengan bi bêdengî xwe li xewê danîn.

4 yorum:

  1. 😍😍 kuro çi vegotineke hêja û xwedî şêweyeke cuda û balkêş.. Bi Xwedê heta hevoka dawî min bêhna xwe berneda.. 😊

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Hahah, bi rastî kêfxweş bûm bi gotinên te. Noş û noş.

      Sil
  2. Xwedê wekîl bo nivîskariya Kurd hêviyek mezin didî me stûxwarên ber diwaran... Hêvîdarim ku tu ciwan bî û gelek salan bi vî jîrtiya bêhempa bimînî...

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Hêviya we hêzê dide min û rê li ber min vedike bo nesekinim. Spas bo şiroveya te ya xweş û emrê min hê çend û şeş e :)

      Sil

Blogger tarafından desteklenmektedir.