Tiştê bingeha wî tunebe sibêya wî jî tuneye


Di van salên dawî de her çiqas di mûzîka kurdî de berhemdayînek zêde derketibe holê jî di her diçe qalîtê kêm dibe. Mûzîka tê çêkirin piranî bêbingeh û popîlîst e.  Kesên mûzîka kurdî dikin ji çanda dengbêjî ya kurdî bêhay in. Li hember van kêmasiyan sazî û akademiyên mûzîkê jî nîne ku xebatên bi rêk û pêk bike. Her çiqas rewş ewha xirap xwiya bibejî komên wek Siya Şevê dilê guhdarvanên rehet dike.
Siya Şevê piştê derxistina albûmên Zeng, Pûç û Bêyom anha amadehiya albûmek nû dike. Li kêleka albûma nû hersê albûmen ku hatibûn belavkirin ji cardin werin belavkirin. Ji ber ku endamê komê li derên cihê cihê ne û di hin karan de dixebitin pirî cara hatina wan ya cem hev dijwar e. Li hember van astengiyan bê alîkariya piyasa mûzîkê xebatên xwe dimeşînin. Li ser mûzîk û xebatên Siya Şevê me bi solîstê komê Gökçe Selim re hevpeyvînek kir.

Endamê koma we li cihên cihê cihê ne û bê mûzîkê karê din jî dikin. Dema amadekirina albûman de hûn di pêwajoyek çawa de derbas dibin?
Astengî pirin. Ku em albûmek derdixin salek me digre, mehek qeyda gîtarê digrin, mehek din bas gîtar... Hêla aborî de jî astengî pirin. Em zêde nikarin werin cem hev, heval dişxulin. ku yek vala dibe yê din dişxule, ku ew vala dibe ez dişxulim. Anha ez heme, Cahît heye, Umut, Mahmut û carna Serhat bi me re dibe.
Hûn mûzîka kurdî di çi rewşê de dibînin û hûn mûzîka xwe li ku derê didin rûniştandin?
Rewşekî ne başdeye. Qadên akademîk tune yan jî pir kême. Repertuarek hatî komkirin tune.  Dilşad Seîd dixwast li başûr akademiyek, qonservatûarek veke, projeyek wî hebû anha nizanim di çi hawîdeye. rewşa muzîka kurdî anha ku em televîzyonên kurdî vedikin dibînin çi rewşê de ye. Koka muzîka kurdî  pir dewlemend e, hêla dengbêjî, hêla wêjeya devkî de pir zexm û bi quwet e. muzîka kurdî mîna darek koka wî pir mezin e, pir qalind e lê li şaxê vî darê de pel tune, yan jî pir zirave. Îro ew pelên zirav emin! yanê aniha muzîka ku tê çêkirine!
Ku meriv li dema dawî ya mûzîka kurdî dinêrin dibînin ku ji kîsê xwe dixwe û zêde afirînerî tune. Mûzîka kurdî ji vî tengasiyê çawa xilas bibe?
Di xwezaya hûnerê de pêşengtî heye. Gerek hûner li pêş gel be lê ême hûner di paş gel de tê. Wekê poçik li dû gel dikevin. Gere hûner ji siyasetê jî û ji her tiştê jî pêşdetir be. li her derê bi vî şiklê bûye lê anha di civaka me de pir li paş e. Li pey tiştê hêsan ketine. Carna dibên heme bila tiştek bibe em li ser wî sitranek çêbikin; ‘çiya, zinar, şoreş’ nizanim çi çi…  lê tu li bingehê dinêrî tu tiştekî jî tune. Hunera kurdî bi di her derê de cih bigre lê dibê ramana wî bi her awayê serbixwe be û xurt bingehek wî gerek hebe , ev di xweza wî de heye. Hewce nake tu di nava tişteke de bî, dibe ku tu li kêleka wî bi jî dibe…  Xebatên çendî û hûnerî bi her awayê dikarin pêşengtî bikin. Dikare ji vana re rê veke, pêşenktî bike, wan dehf bide. her kes kişiya ye qalikê xwe. Minakek mesela  di mîtolajiya yunan de, Mûzîk ji mûzê tê. Armanca mûzê ewe ku tiştê îro ji sibê re beşêre. Tu ji do bi awayek xurt hatî hetanî îro lê îro qiyamet diqete tu radibî tiştê wisa hêsan û beredayî, bê kurahî dibêjî. Tu nikarî bi vî bê kurahiyê tiştan biguhesî sibê. Ev kar bi navendek çandê nabe divê saziyên mezin bê avakirin. Van tiştên ku ji do hatiye  tu nikarî derbasê sibê bikî li hemberê te çol heye. Divê çandek bê avakirin. Wêjeya devkî hetanî îro hatiye, tu dêlma ku dakevî koka vana lêkolîna bikî, lê  hetanî ji destê te tê tu xerc dikî. Bo van tiştan em bikaribin veguhezin sibê dibê awayek baş bê arşîvkirin û  atmosferek hûnerî were peydakirin  ku  hûnerjî derkeve holê.
Ku em ji Koma Wetan bigrin hetanî niha hûn dikarin ji bo rocka kurdî çawa dibînin?
Kerem Gerdenzerî, Koma Wetan destpêkek xurt e. Dû re tiştên bê bingeh, tiştê arabesk, tiştê popîler derkete. Belkî anha bi gotinên xwe, bi mûzîka xwe xweş dixwiyê li hûnera kurdî de cih nagrin. Vana tiştê hêsanin, bingeha wî tune. Tiştê bingeha wî tunebe sibê ya wî jî nabe. Tiştê îro dibe tiştê bi bingeh nîne. Anha çend mûzîsyenê baş heye,  lê vî karê bi çend kesan nabe, dibê bi sazî û akademî be. Anha em herin Kadikoy yan jî Taxsîmê dikarin dused tane komên rock bibînin. Di mûzîka kurdî de em nikarin sê tane kom bijmêrin û bînin cem hev. Sahne nikarin bibînin.
Ku meriv li sitranên we dinêre li cem hostetiya mûzîkê temek wêjeyî jî distîne, hûn têkiliya di navbera wêje û mûzîkê de çawa dibînin?
Ez dikarim bibêjim wêje, mûzîk û hûner bingeha jiyanê ye. Bê wêje, bê hûner, bê nêrîn mûzîk çênabe. Divê bingehek hebe. Divê wêje û mûzîk bi hev re bin, meriv wan ji hev cihê nikare bibîne. Em gotinan bi hev re dinivisînin, tenê yek nanivisîne. Nivisandina gotina kareke qolektîf e. Tiştê em di jiyana xwe de dibînin, tiştê em di nav de ne dinivisînin.
Ku meriv bi piyasa mûzîkê re nexebite, xebatên xwe li mala xwe çêbike çiqas dikere xwe bi cih bike di nav behra mûzîkê de? û çima hûn xebatên xwe bi tena serê xwe dikin?
Di serî de em çûn sitûdyokî şixulîn. Me xwest em rock mûzîk çêkin, elektro gîtar, bas gîtar... Wî demê aranjorê me got ezê ‘bilûr bi kar bînim, li vir dawilê lêxim’. Me got em rock çêdikin bi gotinê we nabe û nebû jî. Hûner gerek ji hindirê mirov were. Ya me bi xwe derxista yan jî me bigota temam nabe em dev jê berdin. Me qeyda li mala xwe çêkir. Tu dikarî çentê xwe, telefona xwe emanetê yekî bikî hûnera xwe tu nikarî bidî yekî. Ewê bigre bi hestê xwe, bi nêrînê xwe bela wela bike. Belkî balkêştiya mûzîka me, gotinên me ji vir tê. Sitrana me ya Sitê heye donzdeh qite bû. Mi ji arnjor re got ezê viya bêjim got ezê sitranê kinkim qebul nakim. Lê bi xwe tiştek nizanî bu Ev sitran eve yanê.   Minakek bêjim Rojkî xizmetkarê Balzac diçe deriyê wî vedike, dinêre Balzac digrî. Divê ezbenî xêre tu çima digrî. Dibê lehengê romana min mir. Divê romanê hûn dinivisînin lehengê xwe nekujin. Dibê ku lehengê min nemire ev roman nabe roman. Em diçin sitûdyoyê arnajor dibê gere leheng nemire, na babo viya gere bimre. Me viya qebûl nekir û me viya kuşt di mûzîka xwe de. 
Ku meriv li ser navê we û albûmê difikire hizrek bedbînî xwiya dibe. Hûn dixwazin Bêyomiya Zeng'ê û Pûç'bûnê ji holê rakin?
Di wî warê de Albert Camus dibêje ger dinya xweş û ronîbûya hûner peyda nadibû. Bedbînî di rastiya me de heye. Di hêla hûnerî de, di hêla ziman de qedexikirin heye, li çar perçe şer heye. Di vî halî de em nikarin bibêjin her tişt xweş e. Ez anha li Stenbolê dijîm lê bi her awayê bandorê li me dike. Em nikarin xwe bixapînin anjî yê me gohdar dike bixapînin. Bedbînî di jiyana me de heye. Divê em viya bidin nîşandayîn belkî ji holê rabe. Ku tiştek ney dîtin tu nikarî wî xilas bikî. Çi hebe em wî dibêjin. Dibe ku nêrîna me, şîrovê me ne xurtbe lê em çi dibînin wî dibên.
Wek pirsa qlasîk di pêşerojê de çi xebatan bikin?
Anha em albûmek nû çêdikin, albûma çaremîn. Em wiya jî li mal çêdikin. Em wan hersê albûmê berê jî di sitûdûyekî baş mîksa wî, mastira wî çêdikin. Emê  hersî albûm û albûma nû giştî bi hev re derxin.

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.