Sînemaya kurdî ji asta destpêkê derbas bû


Her ku diçe li çar perçeyên Kurdistanê karên sînemayê pêş dikeve û di qadên navnetewî de derhênerên kurd xelatên giranbuha distînin. Ligel van pêşketinan di navbera sînamegerên kurd de astengiya hevnasîn û pêwendiyê heye. Ji ber ku sazîkî hemû sînemageran bigîhîne hev nîn e ev astengî berdewam e. Derhênerê Rojhelatê Kurdistanê Celal Saedpanah yek ji wan derhênera ye ku fîlmên serkeftî kişandiye lê zêde nayê zanîn. Saedpanah herî dawî bi fîlma xwe ya Reş û Spî beşdarî Festîvala Fîlmên Stenbolê bû û em jî bi wî re li ser sînemayê axivîn.

Jiyanek di nav sînemayê de
Saedpanah, bi dehan derhênerê navdar yê Îranî re kar dike û di piraniya fîlmên wan de karê alîkariya derhêneriyê de cîh digre. Serkeftina derhêneriya wî jî ji van xebatên wî yê cûr bi cûr tê. Ew jî bi xwe destnîşan dike ku van projeyên ewî tê de cîg girtiye ji bo wî bûye dibistanek sînemayê. Saedpanah dibê ku derfet bibînim ez ê fîlmek dirêj jî bikşînim lê her wisa kurtefîlmên xwe jî berdewam bikim. Saedpanah derbarê fîlmên xwe yê heta niha kişandiye de waha dibêje: “ ‘Serîlêdan’ (mulaqat) fîlma min kurt a yekemîn e. ‘Televîzyon di xeyal de’ fîlma duyemîn e û ew jî kurt e. Ev fîlm ji hin serpêhatiyê zarokek ku dixwaze televîzyon temaşe bike pêk tê. Belem li gund televîzyon nîn e û ji bo vê xwasteka xwe bi cîh bîne hewl dide. Ya sêyemîn ‘Dengê Sazê’ ye. Ev fîlm jî li ser binesaziya muzîkê li Rojhilatê Kurdistanê, madeyên hişbir û têkiliya wî bi muzîkê re ye. Piştî wî min fîlmek li ser kîmyabarana Helepçe çêkir. Ev fîlm di sala 2008’an de hat kişandin û navê wî jî ‘Kesî hez nakin’ bû. Ef fîlm li ser keraseta piştî kîmyabarana li Helepçe û guherîna jiyanê, xem û kulên şêniyên wir dide ser perdê. Dû re bi navê ‘Dengê Baran’ê di 2011’an de kurtefîlmek din kişand. Ev fîlm teybettir bû li gor fîlmên min yên din û gelek bi nav û deng bû. Dikarim bibêjim ku zêdetir înternesionaltir bû û di gelek festîvalan de xelat vergirt. Fîlma dawî ya min di 2014’an de kişand bi navê ‘Reş û Spî’ Ev berhema Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê şaxa Duhokê bû.” Fîlma Reş û Spî li Duhokê beşdarî festîvalê bû û xelata baştirîn fîlma Enstîtuya Goethe stend. Li festîvala Esfehanê baştirîn xeleta Mindalan ya Baştirîn Derhêneriyê vergirt. Li Ermenîstanê xelata fîlma baştirîn bi wate girt. Li festîvala Dramayê Yenanîstanê baştirîn fîlm hat hilbijartin. Li Festîvala Navnetwî ya Bangkokê ket dereceyê û niha jî beşdarê çend festîvalên din bibe.

Li Îranê sînemageriya kurdan cîhek girîng digre
Wek ku tê zanîn di van çend salên dawî de sînemaya Îranê li hemû cîhanê navdartir bûye û gelek jê tê behskirin, Saedpanah vê bi kevnbûna dîroka sînemaya Îranê ve girê dide û dibê ku bi teybetî din av sînemay Îranê de derhênerên kurd balê dikşînin. Saedpanah: “ Behmen Qubadî, Şahram Elîdî, Cemîl Rustemî, Salim Salawatî û bi dehan kesên din li dinyayê xelatan vergirtin. Meriv dikare bibêje ku derhênerê Îranê jî li gor xwe xwemalbûn, wek Angelopoulos, Emir Kusturica teybetiyê wan yê kesane hebû.” Saedpanah, dibê ku her çiqas li Îranê kurd di warê sînemayê de bi bandor bin jî pêşî li wan tê girtin. Saedpanah: “Her dem pêşiya sînemaya kurd li Îranê tê girtin. Mesela fîlma min li bajarê Esfahanê xelat vergirt lê destûr nedan ku li cîhên din bê nîşandayîn. Heman tişt têne serê derhênerên din jî.”
Wek kut ê zanîn ji şert û mercên diyar piraniya sînemagerên kurd û temaşevan hev nas nakin û ji hev bê hay in. Her çiqas li her perçê Kurdistanê derhênerên serkeftî hebin jî derfet nabînin ku ji hêla perçeyên din bên nasîn. Li ser pirsa me ya sînemaya Bakur çawa dibîne Saedpanah, dibê ku li bakur fîlmên serkeftî tên çêkirin. Saedpanah: “Min li festîvalên Başûr derfet dît ku sînemaya Bakur nas bikim. Ez dikarim bibêjim ku serkeftîne. Helbet kesek wek Yılmaz Güney li Bakur derketiye û divê asta ewî bilind kiriye bê parastin. Di fîlm kişandina min de jî bandora Yılmaz Güney hebû. Li bajarê Sînê min fîlmê wî temaşe kiribû. Bi rastî ji bo kurda cîhê şanaziyê ye, ji ber ku di salên berê de kurdek fîlmê wiha bi qalîte saz kiriye.”

Destpêkirina kurdan di sînemayê de bi awayek serkeftî bû
Li ser sînemya li Başûr tê çêkirin jî Saedpanah dibê ku, di demek kin de behremên deng bidin were kişandin û vêya jî bi şanoyê ve girê dide: “Li Başûr jî dîroka sînemayê kevn e ji ber ku li Başûr dîroka şanoyê jî kevne. Herdû beş bandor li hev dikin û hebûna şanoyê dibe sedem ku sînema jî di warê çavkanî, teknîk û lîstikvaniyê de ji xwe re bingehek bibîne. Lê bi taybetî piştî deh salan ku rêveberî bi tevayî ket destê kurdan pêşketinenik berbiçav çêbû. Teybetîkî derhênerê Başûr heye ku zor di tesîrê karasatê li ser kurdan hatine kirin de mane. Piraniya wan li derve dijîn û di bin bandora sînemaya welatê ku lê dijîn de mane. Di hin aliyan de em dikarin bibêjin ku ev bandorek baş jî kiriye.”

Saedpanah destnîşan dike ku, sînemay kurdî di dema xwe ya destpêkirinê de ye û destpêka wî jî ne yê wek gelên din, bi awayek serkeftî dest pê kiriye. Sedema wî jî bi nebûna karê sînemayê yê bi salan ve girê dide. Saedpanah binê wî xêz dike ku têgeha sînemaya kurdî di hêşê mirovan de rûniştiye tenê karê maye tîjekirina hundirê wî ye.

Celal Saedpanah kî ye? Celal Saedpanah Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sîne(Senedaj) di sala 1966’an de tê dinê. Di salên 1990’î de dest bi xebatên sinemayê dike. Di serî de şanogerî dike û ev karê şanogeriyê du sal berdewam dike û di heman demê de ji beşa şanogeriyê destûrname verdigre. Di serî de bo kurtefîlmek Behman Qubadî lîstikvaniyê dike û diçe mala sînemayê li Sîne. Ev der bo fêrkirina derhêneriyê, fotoğraf û lîstikvaniyê hatî vekirin û ew jî karê xwe li wir didomîne. Di sala 1993’an de di beşa Sînamegerên Ciwan de destûrnameya sînemayê verdigre. Piştî wî li Mala Sînemaya Îranê kar dike. Di piraniya fîlmên derhênerê Îranê de wek asîstanê derhêner kar dike. Di fîlmên Behman Qubadî yê Nîvê Heyvê û Kusî jî Dikarin Bifirin de wek alîkarê derhêner kar dike.

1 yorum:

  1. Pirr baş bû û kêfa min ji xwendina vî re hat.
    Spasiya te dikim.

    YanıtlaSil

Blogger tarafından desteklenmektedir.