Ez dixwazim ji te re kulîlkek bikirim.


-Ez dixwazim ji te re kulîlkek bikirim.
Xwe di ser min de xwar kir û bêyî ku destê min berde cara duyem ji min re heman gotinê got; “Ez dixwazim ji te re kulîlkek bikirim.”
Zivistan bû, kîloya balîcana gihabû 6 milyonan. Em li ber deriyê Carrefoursa’yê rawestiyabûn. Li hêlek derî fêkî û hêşînayî hebû lê hêla din jî li ser texteyên qasê mêtroyek bilind çend kulîlkên cihê hatibûn rêzkirin. Ji xwe ez bêdilî ketibûm marketê, bi lez û bez min dixwest xwe bigihînim malê. Ku me li kasayê pereyê tiştikan da û me tûrikê xwe tije kir. Em bi ber derî ve meşiyan. Bi vebûna derî re hewaya sar ya Stenbolê ket nava hinavê me. Hêdîka pêçîkên xwe yên nazenîn berda nav destê min û bi zeft girt, wek em ketibin nav talûkeyek. Kêlî ew kêlîbû ku em ji derî derkevin û herin malê, li ber sobeya daran kêfa Gurê Manco bikin lê bi dîtina kulîlkan bi careke ji cihê xwe veciniqî. Min bi ber wan de kaş kir.
Min êdî nikaribû xwe li keriyê daniya. Cara duyem bû ku got “Ez dixwazim ji te re kulîlkek bikirim.”
Bêyî gotineke bibêjim me li kulîkên meyzand. Orkîdeyên bi çeqlên zirav ve girêdayî û ber bi jor bilind bûne û simbilên ku hê kulîlk venedane. Min bi serê çav lê nihêrî, orkîde qasê barê kerê buha bû, wê jî firq kir û destê xwe dirêjî simbilan kir. Ji nav wan ya herî baş girt û em cardin vegeriyan marketê.
Min dizanibû ku ezê nikaribim li kulîlka kiriye xwedî derkevim. Xwedayê mezin jî bi çingîniya ewran heq dida min.
Her çiqas simbila hê kulîlk venedaye hevşabûna me dereng xistibe jî min danî pêşiya pirtûkên xwe yên kurdî ku hevaleke min qasê sêsid heban beriya ji Stenbolê bar bike diyariyê min kiribû û li rûpela pêşî û li rûpela dawî navê xwe nivisandibû danî. Ji metbaxê tebaxek anî û danî binê guldangê.
Xwedayê mezin min rûreş dernexist. Qasê hefteyek piştî ku ji min simbil kirî bênavber baran barî. Hefteyek dipîdirêj li ber pirtûkan ma û bi tu awayî rûyê tavê nedît. Çend roj ewr vebûn û tavê rûyê xwe nîşan da û kulîlka me geş bû, şax veda. Serê gulyên wî teqiyan û kulîlkên helesor serê xwe dirêj kirin derve. Hê min û kulîlk xwe nedîtibû cardin baran û berf û bagerek sar li me qesilî.
Di şeveke sar û bi berf de min simbila hê teze bi ser xwe de hatibû li derve bîra kir û qasê çend rojan di bin berfê de ma. Min dîsa nevavêt, danî ber serê xwe.

Her ku min lê dinihêrî diketim nav xeyalek. “Keçek xama di sibeheke roja lehtê de di destê wê de kulîlkek ber bi mala xoşewîstê xwe de dimeşe. Wek Mathildayê dixwiyê. Wek malzemeyê taştê kirîbe kulîlka di destê xwe de dirêjê kurik dike. Sifreya taştê amade dikin. Kurik nizane kulîlkê çi bike, yekem car e ji kesek kulîlk distîne him jî bi guldankê. Wî jî datîne ser sifreyê, dixe navbera peynêr û rîçala ji gund jê re şandine. Kurik serê çetela xwe li xweliya guldangê dixe, keçik hew dikene.”

Hiç yorum yok:

Blogger tarafından desteklenmektedir.